Ji nimûneyên zargotina me – 136

Ji nimûneyên zargotina me – 136

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûsîûşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa sisîyan a bi sernavê ”Çiqê Rostam û Birzoyê kurê wî” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ÇIQÊ ROSTEM Û BIRZOYÊ KURÊ WÎ -3

 

Rostem tasa mertalê da ber,

Jêra nekir, ket çengê Rostem.

Ya rastê girt, şikênand.

Rostem ji dest hilanînê ket,

Go: -Fîlasimê Çînê, îro derenge,

Êdî wextê şer nîne,

Heta sibê şerê min û te şere.

Fîlasimê Çînê go: -Welleh îro hêj nîvroye,

Belê ez zanim îro derbeke tûj li te ketîye,

Here-heker îro ez te dikujim,

Ez ne qencê we dihêlim, ne xirabê we,

Ne biçûkê we dihêlim, ne mezinê we.

Go: Rostem vegerîya hat nav eskerê xwe,

Dema hat, xuma hat.

Ji dewrê xwe hate xar.

Go, çiqas Rostem birîndar be,

Birînê wî heta sitêr derketinê bû,

Sitêr derketinê birînê wî dicebirî,

Sax dibû.

Wê rojê ew birînê wî we xirab bû.

Wê demêda sax nebû.

Ma sibê, Fîlasimê Çînê hat li meydanê,

Tu kes nebû biçûya şerê wî.

Feremes go: -Rostem, îro tu şer bide min,

An ezê xwe bikujim, an Fîlasimê Çînê.

Rostem go: -Kurê min, xweska wî babî,

Kurê qenc pey wî dikeve,

Min şer daye te, lê çêbe tu,

Va hespê min, va gurzê min,

Va kelbendê min, va şîrê min,

Hilîne, de here şer.

Go Feremes rabû, destê xwe avête gurzê giran,

Kelbend avête milê xwe,

Şîr girêda pişta xwe,

Rexşê-Belek siyar bû,

Ço şerê Fîlasimê Çînê.

Rostem gote Zalê, go:

-Carê navtêdan ji desthilanîn çêtire,

Here şer, nav têde.

Zal ço, hema hind digo:

-De nîno, de saxo, de bezo,

Yek ejdehakî mezine,

Yek berxê sê salîye,

De babê mino Feremes,

Biçavî lêke, de babê mino,

De zorê lêke.

Zal ev çend xebera her carî digo,

Feremes pê mijûl, qewat bibûya,

Şerda Fîlasimê Çînê kire gazî,

Go: -Kanê pelewanê rojan-

Ku herro dihate şerê min?

Feremes lê kire gazî, go:

-Ez pelewanê rojanim,

Gurzê rojanim, kelbendê rojanim,

Hespê rojanim.

Fîlasimê go: -Welle gurzê rojane,

Hespê rojane, kelbendê rojane,

Lê ne pelewanê rojanî.

Pelewanê rojê sîngê wî mezin bû,

Sipî li mûyê serê wî hebûn,

Tu ne pelewanê rojêyî.

Go: -Ez Feremezê çekdirêjim,

Hesabekî mezin li min bike,

Ez hatime ruhê te, canê te, cehîmê teslîm bikim.

Go: -De wer min hesab ji babê te nekirîye.

Bû şerê wan heta nîvro,

Ji nîvro paş Feremes rabû ser herdu rikêfan,

Gursek hindî sipindarekê bilind kir-

Avête Fîlasimê Çînê.

Ewî tasa mertalê da ber,

Jê negirt, li pişta dewarêi wî ket.

Dewarê wî kuşt.

Rostem tîrek li ber darê çadirê dabû.

Misînek li serê tîrikê xistibû.

Derbê wan ji hev cuda dikir.

Dema Fîlasimê Çînê derbê davîte Feremes-

Çingîn ji tasê dibû.

Derbê zor bû, çimkî.

Dema Feremes lê dida,

Hema dengê zirav jê dibû.

Dema Feremes dewasrê wî kuşt,

Dengê gurzan hate birîn.

Rostem gote xalê xwe Mêhrabê Kabilê, go:

-Dengê gurzan hate birîn,

Dibe ewî kaafirî Feremes kuşt?

Mêhrabê Kabilê ço seh kir, hat, go:

-Hût ji behran xalî nabî,

Şêr ji bîşyan (mêşe) xilaz nabî,

Pelewan ji malbetê xilaz nabî,

Feremesê xwarzîyê min lêdaye,

Hespê wî kuştîye.

Li ber bûye hêsîr.

Go: -Zalê çi dike?

Go: -Li wê derê sekinîye, nav tê dide.

Rostem go: -Here bêje, şer betalkin,

Hespê wî teze bê rehete,

Rexşê-Belek aciz bûye,

Ewê Feremes bikuje,

Bira şer betalkin heta sibê,

Sibê ezê biçim şerê wî kafirî.

Mihedeka (berbanga) sibê Rostem saxbû, nihêrî weke şêre.

Gote Mêhrabê Kabilê, go:

-Emê her sê cihan bikine şer,

Tu here ser derê hevsê şer,

Erdê pelewanê me zincîrkirî,

Feremes bila biçe ser çadirê şerê Gulşîn.

Ezê jî biçim şerê Fîlasimê Çînî.

Hij sibê bû, sihara xêrî,

Ew kergedan rabûyî li hersê şêrî,

Xemlê çarî, çarî nakin.

Kemerbestî, bi hemûyalan,

Rast û çep cewahirin,

Kulaxê aqkûz zimrûxt serê xwe danî,

Xala kelbendê pişta xwe wer anî.

Xencera almastî ber pişta xwe da,

Sîxur simbêlan da, dane der,

Enirî, des destê xwe avêt

Sêsid şêstûşeş xunkarî-

Batmanê wan dêwan, gurzê xwe hilanî,

Ser qerpûza zînê xwe danî.

Kergedan ser kergedanî siyar bûn,

Pê xwe avête rikêba edetê,

Banzda ser zînê dewletê,

Berê xwe da oxirê.

Pişta xwe da felekê,

Go: -Ya ellah, ya xwedê, çon destê min,

Hatin ya xwedê.

Ço, herdu fêriza sîng dane hev,

Agirê mencenêqîyê ser serê hevda barandin,

Gîsinê kotanê ser serê hevdu sorkirin,

Heteka nîvro şer kirin.

Feremez lêda Gulşîn kuşt,

Ço çadirê Sûsincedîn danî ser çoka xwe, pê leyîst.

Çevê Rostem lê ket, go:

-Fîlasim, binhêr ka kurê min

Çi li cariya te dike?

Dema çevê Fîlasimê Çînê wê ket,

Berê xwe ji Rostem vegeriya,

Berê xwe da çadirê, ço.

Rostem kete pey, go:

-Fîlasimê Çînê, meçe, ezê te bikujim.

Kir û nekir, êdî Fîlasimê Çînê nesekinî.

Rostem Rexşê-Belek siyar, berda pey,

Gihîştê, “Ya elallh, ya xwedê” go,

Rabû ser herdu rikêfan,

Gurzê xwe bejina sipindarekê bilind kir,

Jorda li bazûha situyê Fîlasimê Çînê da.

Situ şikênand, ji hespê înande xar.

Siyarî bi wê hêrsê ço ser derê hevsê,

Çiqas pelewanê wan ser darê hevsê hebûn,

Hemû kuşt.

Pelewanê xwe hemî berda anî.

Feremez go: Tûzo, go:

-Heta kengê ez û babê xwe

Emê qeyd û zincîran ji piyê xwe vekin?

Dema wa go, Tûz go:

-Rostem, ez car dî ser rikê berême,

Yan Sûsincedînê hûnê bidine min-

Yan ez xwayê rika berême.

Rostem gotê: -Herçî Gulşîn kuştîye,

Sûsincedîn ji xwera anîye,

Gêwo go: -Rostem, xeberek ne waye,

Feremez gotîye Tûz.

Go: -Çi gotîye?

Gêwo go: -Gotîye heta kengê ezê babê xwe

Qeyd û zincîran ji dest û pêva vekim?

Rostem go: -Feremez wa gotîye,

Cariya Sûsincedîn ji Feremez bistînin,

Bidine Tûzo.

Go, eskerê Elfesyabê hilşya hat xana Kûrexanê,

Go, sê roj, sê şevan eskerê Elfesyabê hat,

Paşê kama wan hat, xilaz bû.

Çadir-xêbetê xwe avêtine erdê,

Hewqa rim, gurz ber derê çadiran-xêbetan vedan,

Kulmek garis bavên ser serê riman,

Liv li erdê nediket,

Hewqa hespê belek li meydanê tewilandin,

Guhê hespan ketine hev.

Agir çadir-xêbetan weke sitêrê ezmanan diçilvilin.

Elfesyab rabû kaxezek ji Rostem ra nivîsî, go:

-Rostem, hingî Kinkaûs bû,

Samê bapîrê te nedihişt

Me herdu padşa şerkira,

Hindî Cimşîd paşa bû,

Babê te nedihişt.

Eva han Kerîm xwestire (nave),

Padşayê te nevîyê mine,

Em herdu padşa, emê biçine şer,

Heger padşayê te ez kuştim-

Herdu axklîm (dinya) ji tera,

Hekî min padşayê te kuşt-

Herdu axklîm ji minra,

Ezê çi meaşê padşê te bidime te.

Dema qasid kaxez anî,

Rostem kaxez xwend, veşart.

Padşayê Rostem hat, go:

-Kanê Rostem, qasid hat,

Kaxez anîye, an na?

Go: -Sed car bi anîya te,

Qasid hatîye, lê kaxez neanîye,

Bi dev gotîye emê şerê esker kin.

Rostem kir-nekir,

Xwe ji padşê xilaz nekir.

Ew jî enirî, kaxez ji bin çokê xwe deranî,

Avête ber padşa.

Dema padşa kaxez nihêrî,

Zane Elfesyabê bapîrê wî şer wî xwestîye,

Kerîm xusre rabû cilê padşayê derxist,

Cilê xezenê wergirt.

Rabû li dewrê xwe siyar bû,

Gurz, kelbend avête milê xwe,

Ço şerê Elfesyabê.

Rostem rabû, çû pêşîya padşa,

Go: -Padşahim, vegere.

Çiqas mezinê wî, giregirê wî hebûn,

Hemû çone pêşîyê, venegerîya.

Birzo rabû, ço, ço li pêşîya padşê,

Sekinî, go: -Padşahim!

An tuyê vegerî, an ezê xwe bikujim.

Go: -Ya Birzo, ne min sond xwarîye,

Çi xeberê tu bêjî, ez xeberê te li erdê nadim,

Lê ew kafir hatîye, dehwa şer min dike,

Hatîye pêşîya min sekinîye.

Birzo go: -Padşahim, tu vegere,

Te şuxul li min, wî tune.

Padşa vegerîya, hate ordîya xwe,

Birzo li hespê xwe siyar bû, ço.

Dema çevê Elfesyabê lê ket,

Nihêrî Birzo hate şerê wî.

Elfesyabê li Birzo kire gazî, go:

-Birzo, lakxurê me, kes nebû,

Tu hatî şerê min?

Go: -Padşahim, min dîye esker derketîye,

Ez hatim destê te ramûsim.

Go: -De were, go “bila bê,

Şîrekê li situyê wîdim, jêkim”.

Go, dema Birzo ço nik padşê,

Destê xwe avête cerga Elfesyabê girt,

Avête pişt hespê xwe,

Vegerîya nav eskerê xwe.

Elfesyabê li pelewanê xwe kire gazî, go:

-Himano, ez birim,

Qehremano, ez birim,

Pîrano ez birim,

Qelsî-Wulso, ez birim,

Fîlasimo ez birim,

Gulezero ez birim,

Eman, sed eman,

Gelî pelewano, ez birim.

Her danzdeh pelewanê wan-

Li dor Birzo hatine hev.

Çar rex Birzo dane ber gurzan.

Birzo destek avêt gurzê xwe hilanîye,

Destek padşa girtîye,

Milekî padşa dide ber gurzê wan.

Milekî gurzê xwe dide ber gurzê wan,

Go, hewqa gurz, rim, li reşê Elfesyabê dan,

Leşê Elfesyabê reş û şîn kirin.

Elfesyabê go: -Eman, himanê Weysî,

We ez ber gurzan, ber derban kuştim.

Pelewanê wan xurt himanê Weysî bû.

Gurzê xwe avêt bi herdu destan,

Guhê padşê girt,

Bada ji dest Birzo derxist padşayê xwe,

Padşayê Birzo go:

-Piştî Birzo dinya li min herambe.

Eskerê giran go:

-Piştî padşa dinya li min herambe.

Carekê herdu eskerê giran

Sîng bi hev danîn.

Go, rim li hev ziravkirin,

Rim li nav çevê hevduda kirin,

Kulahê axkûdê anîya hevdu teqandin,

Hûrê hevdu qetandin,

Zirhê hevdu qetandin.

Hewqa cendek ji hev êxistin,

Lêya xûnê rabû, leş berda çon.

Go, erd bû şeş tebek,

Sê roj, sê şevan

Herdu eskerên giran mane pêsîra hev.

Hinka go: “Dinya xirab bû”.

Hinka go: “Sêrî betal bû”.

Hinka go: “Na welle Îran, Tûran

Sîngê hevdu girtine, dikine şer”.

Erd û ezman li ber hejîya,

Dinya xirab bû.

Îsan dinyayê birandî,

Malê hevdu birine mîratê,

Piştî sê rojan

Rostem pişt li wan şikênand.

Mêrqenc ewe, ji mal nehat,

Mêrxas ewe, hespê wî sivik bi revbe,

Xwe xilazke.

Rostem berda pey wan,

Bir li Hindistanê derbazkir,

Vegerîya hat, êdî tu şer û tu dew,

Tu kes êdî ser riya wan tunebû.

Rabûn eskerê xwe hilanîn,

Qonaxa bîstûpênc roja hatin.

Bi şev rûdiniştin, ro dihatin,

Qonaxa bîstûpênc rojê wan temam bû.

Çon kelha Esterxê peya bûn,

Padşayê Rostem da Rostem-

Çil sinîyê cewahira

Ser serê carîyan gerand,

Baxşîşê pelewanê dacim,

Da Rostem sed kihêlê rext û bûsat.

Rostem lê nihêrî heqkê eskerê xwe derneket,

Şand haqasê din ji kîsê mala xwe anî

Li eskerê xwe, li serekêd wan bela kir,

Herkesî angorî wî.

Destûra eskerê xwe da,

Belabûne malê xwe, çon rihet bibin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev