Konfêransa Lozanê Împêratorîya Osmanîyê binax kir -2

Konfêransa Lozanê Împêratorîya Osmanîyê binax kir -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” berdewama beşeke ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Konfêransa Lozanê Împêratorîya Osmanîyê binax kir”. Beşa yekê me berî heftêyekê çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 136

(me destpêk di heftêya buhurî da çap kir)

Bi vî awahî, rewşa hundurîn ya li Kurdistana Îraqê û ser sînorê Tirkîyê-Îraqê nikaribû tesîreke mezin li ser pirsa Mûsilê bike. Ew her tenê perde bû, ku li ser wê şerê bona kontrola li ser Kurdistana êtno-erdnîgarî bidine testîqkirinê. Di wî şerî da him London, him jî Enqere ji xwe ra plan û helwestên xwe amade kiribûn.

Herdu alî şik dibirine ser hev ka daxwazên wan di hindava kurdan û Kurdistanê da çi ne. Tirk ser wê bawerîyê bûn, ku îngilîs heta niha jî xwe li riya Vêrsalê û Sêvrê digirin û dixwezin li ser axên Îranê, Tirkîyê û dibe Îranê jî, ”dewleta kurdan ya di bin desthilata qiralîyeta Brîtanîyayê da” saz bikin. Lê di rastîyê da, ya pêşin, ew îdêya ji alîyê Londonê da bi awayekî nivîşkan dihate piştgirîkirinê (Kurdistan bêy beşên wê yên Îraqê û Îranê), ya duduyan, piştî Sêvrê ew dihate hesibandin wek pirseke ne rêal. Rast e, di nav karmendên Brîtanîya dagîrkar da terefdarên wê îdêayê hela hebûn (ji bo nimûne, Ê. Son), lê dijberên wan bi ser ketin, ku yek ji wana serekê sîyaseta Brîtanîyayê li Rohilata Nêzîk Pêrsî Koks û kesên bi wî ra hemfikir bûn. Eger fikira Kurdistana ”serbixwe” dihate ser zaran jî, ew her tenê ji bo armancên propagandîstîyê bû. Bi gotina zanyarê îngilîs C. Lênçovskî, ”piştgirîkirina daxwazên kurdan dihatine bikaranînê wek alet dijî nasyonalîstên tirk, ku nedihatine rayê”. Hilbet, Enqere rind zanibû, ku London bi awayekî nêgatîv li pirsa serxwebûna kurdan dinihêre, lê nikaribûn înkar bikirana, ku Îngilîs wê pirsa kurdan dema lazim be, ji xwe ra bi kar bîne. Eva rê da tirkan îngilîsan ”di wê şerletanîyê da gunehkar bike, ku armanca wê hilweşandina Tirkîyê ye di hêla sîyasî û axê da”[1]. Bi vî awahî, karta kurdan di destê dîplomatîya Brîtanîyayê da çekeke ji herdu alîyan tûj bû.

Di rastîyê da, ji bo dîplomatîya Brîtanîyayê karekî hêsa nîbû argûmêntên ”bi kurdan va girêdayî” di nelihevkirinên bi tirkan ra bi kar bînin. Di hêlekê va, destê wî bi wan sozan va girêdayî bû, ku li Lozanê dabû û berî wê jî, ku wê mafên miletîyê yên kurdên Îraqê biparêze û alî pêşketina wan bike û h.w.d. Lê ew soz bi awayekî ne dîyar hildabû ser xwe. Di hêleke din va jî, her emelekî wisa ji alîyê tirkan da ne dihate qebûlkirin û hevraxeberdanên derheqa pirsa Mûsilê da dida dijwarkirinê, lê London jî dixwest, ku ew di nava demeke kurt da û bi serketî xilaz bibin[2]. Ji Forin Ofisê ji baylozxaneya Îngilîs li Stembolê ra dinivîsandin, ku hukumeta Brîtanîya Mezin nikare ji sozê xwe, ku hinek mafan bide kurdên Îraqê vekişe, çimkî tirs heye, ku Koma Miletan wê demê wê bi pêşnîyarkirina komîsyonê wan axên, ku hucet li ser heye (ango, wilayeta Mûsilê), bide Tirkîyê. Paşê ji bo berjewendîyên hukumetê bayloz mecbûr kirin, ku jimara wan kurdan kêm bidine nîşankirinê, ku ji serokatîya Îraqê ne memnûn in, lê Mûsilê ji dest xwe bernedin, ku piranîya binecîyên wê kurd bûn,- sine qua non bona damezirandina dewleta Îraqê. Ji bo pêwendîyên Îngilîs-Tirkîyê wê baştir bûya tirkan bidine bawerkirinê, ku bira ji serê xwe derxin, ku dibe li ser sînorên wê ”Kurdistana otonom” bê sazkirin. Îdî nabe, ku wan mafên otonomî, ku dane kurdên Îraqê ji dest wan bigirin, lê gerekê bi awayekî zelal ji tirkan ra bê gotin, ku di fikira îngilîsan da tune li Îraqê dewleta kurdan ya otonom saz bikin.

Wek xuya dibe, înstrûksyon ne gelek zelal bûn, lê firsend dida îngilîsan di dema pêwendîyên bi tirkan ra serdestîyên xwe bi kar bîne. Lema jî ji nûnerên Brîtanîyayê yên li Tirkîyê û Îraqê ra li hev hat tesîreke baş li ser xebata komîsyona sêalî ya Koma Miletan bike û xwe ji tewlebazîyên Tirkîyê xilaz bike û îngilîsan herwiha ew yek jî bi kar dianîn, ku dikarin kurdên Îraqê, ku derdikevine dijî zordestîyên kurdan li Kurdistana Tirkîyê, ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne[3].

Tirkîya, ku wek bersîv argûmêntên xwe raberî Brîtanîyayê dikir, pirsgirêka kurdan nuxsan dikir (biçûk dixist) an jî tam înkar dikir, ku kurd bi serî xwe biryara qedera xwe bidin. Îsmet paşa di dawîya sala 1923an da, gava nelihevkirinên Îngilîs-Tirkîyê germtir dibûn, got, ku kurd gorî ”qanûnên miletîyê” dikevine nava ”koma musulmanîyê”, ”tirk û kurd hema bêje miletek in û nabe, ku wana ji hev cuda bikin”. Di hevraxeberdanên derheqa Mûsilê da gerekê vê yekê bidine ber çavan[4]. Serekwezîr Raûf beg sala 1924an ji A. Toynbî ra got, ku Mûsil ji Tirkîyê ra ne di hêla aborî an jî stratêgî da lazim e, lê her tenê di hêla sîyasî da û ew bi pirsa kurdan va girêdayî ye û ew pirs gerekê dervayî de`wekarîyên axê bê lênihêrandin; bi gotina wî, heta Sêvr jî beşa bakur ya Kurdistanê da Tirkîyê[5]. Bi bawerîya Toynbî, guftûgokirina pirsgirêka Mûsilê li Koma Miletan, ku ji Tirkîyê ra dest ne dida, û derbazkirina ”Xeta Bryûsêlê” bi wê yekê va tê şirovekirin, ku Tirkîya soz ne da, ku eger ew axên hucet li ser hene bidine Tirkîyê, ewê otonomîyê bide kurdan û wê mafên wan yên miletîyê bêne parastin[6]. Di dema hevraxeberdanên demdirêj Tirkîya te digot qey ji dûr va li rewşa Kurdistana beşa xwe mêze dike û ser wê bawerîyê bû, ku piştî têkbirina serhildanan ewê bikaribe bi destî zorê Mûsilê zevt bike û wê bi wê yekê va hesaban rûnenê, ka kurdên Îraqê wê xwedî çi helwestê bin û wê çawa wê yekê qebûl bikin[7].

Lê piranîya kurdên Îraqê qet jî ne dixwestin desthilata Tirkîyê vegere. Wek ku hesabdayînên derheqa xebata komîsyona Koma Miletan dane xuyakirin, heta ew eşîret jî, ku tirkan di nav wan da propagandayeke mezin kirîye, xwe li riya serxwebûnê digirtin û ne dixwestin, ku hukumdarîya tirkan dîsa li ser wan hebe. Matêrîyalên ji alîyê komîsyonê da berevkirî derheqa wê yekê da dibêjin, ku piranîya kurdan bi çavê dijminatîyê li Tirkîyê dinihêrin. Hilbet, îngilîsan di dema guftûgokirina vê pirsê li Koma Miletan ev yek bi kar anîn û soz dan, ku wê otonomîya herêmî bidine kurdên wilayeta Mûsilê (lê di fikira wan da tunebû, ku sozê xwe bi cî bînin)[8].

Lema jî ji dêlêgatên Tirkîyê ra ne hêsa bû li Koma Miletan pirsa kurdan bilind bikin wek bingehê de`wekarîyên xwe yên li ser Mûsilê û lema jî wana li wir behsa berjewendîyên xwe yên di hindava neftê û dewlemendtîyên wilayetê yên din da kir. Tirkan pir hereket rêtin bona mafên wan li ser qedera Mûsilê nas bikin û heta gotin, ku ewê hêza leşkerî bi kar bînin, lê ew gefxwerin di hewayê da ma. Wek ku ”Nir Ist” nivîsî, ”tirk xemgîn in, ku beşeke Kurdistanê wê dervayî Tirkîyê bimîne, lê ewana tu tişt nekirin bona dilê kurdan bikirin û xema wan nîbû, ku wê çi bê serê kurdên din”. Di encamê da, li kovarê dihate destnîşankirin, Mûsil wê di bin hukumê Îngilîsa da bimîne, lê tirk jî wê şer tevranekin[9].

Ji bo Londonê dijwarîya hevraxeberdanên bi Enqerê ra, girêdayî pirsa Mûsilê ra, ne di wê yekê da ne, ku wilayetê ji destdirêjayên tirkan biparêze û kontrola Brîtanîyayê ya zexm û demdirêj li ser wan testîq bike (bêy wê jî ew pirî-hindikî hebû), lê di wê yekê da bû, ku wek ku R. Lîndsêy nivîsîye, pirsa Mûsilê nekin ”pirsa sereke di dostanîya Îngilîs-Tirkîyê da”. Ne axir Tirkîya ji bo Îngilîs welatê sereke ye li Rohilata Nêzîk û bêy careke din testîqkirin û mehkemkirina pêwendîyan bi wê ra wê nikaribe berjewendîyên Brîtanîyayê li herêma rohilatê ya li rex Behra sipî û deverên dorê bi aramî biparêze. Li Îraqê sazkirina ”ocaxa kurdan ya miletîyê” ”zirareke mezin wê bida sîyaseta Tirkîyê”, lê ewê nikaribûya ”derbeke giran li nîşanê xe”. R. Lîndsêy berdewam dike, ku dibe hukumeta Îngilîs ”qedirê xwe gelekî êxist, dema piştgirîya nasyonalîzma li Kurdistana Başûr dikir”. Eger niha ne wisa be, Koma Miletan gerekê bi vê yekê ra girêdayî erkên zêde nexe situyê îngilîsan.

Ostîn Çemberlen piştgirîya bayloz kir û mesele hel bû. Ewî dijwarî her tenê di wê yekê da didît, ku wan mafan ji dest kurdên Îraqê paşda hildin, ku îdî dabûne wan, û derheqa wan da wezîrê kolonîyayan L. S. Êmêrî îdî di şandinnameyên xwe yên bona Koma Miletan yên 3 û 4ê îlonê sala 1925an da gotibû. Wisa xuya ye, ku Çemberlen ser wê bawerîyê bû, ku dikare bi hêsanî ser wan dijwarîyan ra derbaz be, ji ber ku ewî ji bayloz ra got, ku daxwaza hukumeta Brîtanîyayê tune wê sîyasetê derbaz bike, ku li Sêvrê hatîye gotin[10].

Argûmêntên Îngilîs şikberîyên tirkan nedane hilanîn û eva yeka tesîr li ser hevraxeberdanan dikir. 23ê çirîya pêşin sala 1925an mêmorandûma Forîn Ofîsê derket, ku tê da sebebên nelihevkirinan hatibûn destnîşankirin. Di wê da dihate gotinê, ku di sîyaseta Kemal da du bawerî xuya dibin: 1) qedirgirtin ser dereceya duduyan e; 2) ya giring – ew pirsa Kurdistanê ye. Sîyaseta kemalîstîyê asîmîlekirina kurdan e di dewleta tirkan ya nû da. Sîyaseta Brîtanîya Mezin li Îraqê ew e, ku hewil bide ”di nav kurdên Îraqê da bawerî peyda bike, ku ewê xwedî otonomîyê bin”. Eva yeka dijderketina kurdên Tirkîyê himberî asîmîlebûnê xurttir dike û bal wan daxwazek peyda dike, ku ”bi birayên xwe yên li Îraqê yên nîv serbixwe ra bibin yek”. Lema jî Tirkîya dixwest, ku sînorên wê yên bi Îraqê ra mehkem bin. Lê dijwar e meriv bêje, ka tirk wê çawa bi ser kevin, ew jî wî çaxî, ku ”mafê kurdan heye pêş bikevin û bigihîjine armanca xwe ya dawî – serxwebûnê”.

Di mêmorandûmê da ev bingeh hebûn bona di hucetan da bigihîjine kompromîsê: a) Kefîltîya dijî xetera, ku Kurdistan dikare ji dest Tirkîyê derkeve; eva karekî dijwar e, lê ew pirs wê bê guftûgokirinê; b) berdaxwerinên, ku wê alî Kemal bikin ”qedirê wî nekeve” û ew gerekê dewsê kompênsasyona sîyasî bistîne. Ew faktor hatine binavkirinê, ku dikarin rê li ber destdirêjayên Tirkîyê di hindava Îraqê da bigirin: Kurdistana Tirkîyê wek warekî nerehet, ku tê da ereb, kurd, xaçparêz û turkoman dimînin[11].

Bi vî awahî, li wezîreta Brîtanîyayê ya karên der ne dixwestin pirsa kurdan wek beşeke sereke ya pirsa Mûsilê çareser bikin. Li wir ketibûne heyra wê yekê, ku warên ji dest şêr da hilweşîyayî careke din ava bikin û herwiha pêwendîyên Îngilîs-Tirkîyîyê yên xirab baş bikin, lê bi çavekî wisa li kurdan dinihêrîn, ka ewana çawa dikarin alî wan pêwendîyan bikin an jî çawa dikarin wan pêwendîyan xirab bikin. Lê berjewendîyên kurdan bi xwe qet nedidane ber çavan û pê ra hesab rûnediniştin. Derheqa vê yekê da hevraxeberdanên paşdemê yên derheqa Mûsilê da jî dibêjin, ku berî îmzekirina peymana Enqereyê hatine derbazkirin.

Di meha çirîya paşin sala 1925an R. Lîndsêy seredana Enqerê kir[12] û li wir rastî serekwezîr Îsmet paşa hat. Di encama sohbetê da R. Lîndsêy hate ser wê bawerîyê, ku Tirkîye wê bi hêza leşkerî va tevî konflîktê nebe. Îsmet got, ku pirsa kurdan ”beşeke here giring ya dijwarîyên ser sînor in û ew yek ji bo aramîya Tirkîyê pir bi xeter e”. Bi bawerîya wî, çiqas pir kurd bikevine nava Îraqê, Tirkîya wê di wilayetên xwe yên rohilatê da ewqas rastî dijwarîyan bê[13]. Ji Londonê ji bayloz ra gotin, ku Îngilîs hewil nade li Îraqê ”ji bo kurdan serdestîyên mezin saz bike”, lê her tenê dixweze, ku kurd bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyivin û li herêmên xwe serokatî di dest wan da be[14]. Lîndsêy wek bersîva vê yekê fikira xwe got: mêtoda, ku tirkan bidine bawerkirinê, ku kar û emelên serokatîya Brîtanîyayê li Kurdistana Îraqê di vê pirsê da rast in, kêm kardar in. ”Dijwarîyên Enqereyê yên bi pirsa kurdan va girêdayî wê bêne sivikkirinê, dema kurd hêvîya xwe bibirin, ku wê ji başûr alîkarîyê bistînin”, lê ev jî dûrî aqilan e û hema bêje ne tiştê bûyînê ye[15].

Di dawîya meha çileya paşin sala 1926an R. Lîndsêy dîsa seredana Enqerê kir û li wir rastî serekwezîr û wezîrê karên der hat. Wezîrê karên der jê ra got, ku pirsa here sereke – ew parastina aramîyê ya ”bi rewşa kurdan va” girêdayî ye. Bi kurdên Farizistanê ra tu dijwarî tune, lê eger kurd bikevine bin desthilata ”dewleta sisîyan” (ango, Îngilîs), dijwarî wê zêde bibin. Kurdên Îraqê wê bixwezin bi kurdên Tirkîyê ra bibine yek. Serekwezîr Îsmet paşa fikirên xwe ne gelek zelal got: pirsa kurdan bi pirsên axê û sînoran va girêdayî ye[16].

Di mêmorandûma 8ê sibatê sala 1926an da dihate gotinê, ku Ronald Lîndsêy derheqa sohbetên xwe bi serekên Tirkîyê ra hate ser vê bawerîyê: bi fikira wan,- ewî got,- ”kurd ji bo îdêalên komara Tirkîyê pir bi xeter in”. Desthilata Tirkîyê, ku xwe li riya nûjenkirinê girtibû, hewil dida hemû nîşanên nasyonalîzma kurdan ji holê rake. Tirkîya ji bo wê yekê dixweze Mûsilê bigihîne xwe, ku kurdên Îraqê nekevine bin hukumê Brîtanîyayê, ku ”bi prînsîpên lîbêralîyê va hatîye ruhdarkirin”, ku dikare zirareke mezin bide rewşa li Kurdistana Tirkîyê. Lê dijwarîyên bi kurdan ra gerekê bona peymanên navhukumetî yên di navbera Tirkîyê û Îraqê da nebine asteng[17].

Bi vî awahî, hevraxeberdanên R. Lîndsêy li Enqerê nîşanî Londonê dan, ku hema rewşa bi kurdan ra girêdayî sebebê sereke ye, ku Tirkîya dixweze Mûsilê li xwe vegerîne, lê bi wê ra tevayî jî tirk nikarin tu tiştekî bikin bona rewşa sazbûyî biguhêrin, ango ji Brîtanîya Mezin axên hildayî ji dest wan hildin. Derkete holê, ku Tirkîya mecbûr e dest ji daxwazên xwe bikişîne. Ew hema wisa jî bû.

Hevraxeberdanên bi pirsa Mûsilê va girêdayî tesîr li ser sîyaseta Rohilata Nêzîk ya wê demê kirin û ji wan ya giringtirîn jî pirsa kurdan bû. Brîtanîya Mezin, ku giranîya wê di salên 20î da him li Tirkîyê, him jî li Îranê di bin xeterê da bû, hewil dida pêwendîyên Tirkîyê-Îranê bide xirabkirinê û ji bo wê yekê şerên ser sînor yên herdemî bi tevgelîya eşîretên kurdan û pirsa Mûsilê bi kar dianî. Îngilîsan behs bela kirin, ku Tirkîya li ser sînorê Îranê dixweze şerletanîyan saz bike, ya duduyan jî, hewil dide Îranê bikişîne alîyê xwe û bona wê yekê wê dida bawerkirinê, ku Tirkîya eger Mûsil zevt bike, wê paşê çav berde Kurdistana Rohilatê jî, lema jî ji Îranê ra dest dide, ku Mûsil di nav Îraqê da bimîne[18].

Hukumeta Tirkîyê jî, di hindava xwe da, li benda piştgirîya dewleta wê demê dost – Yekîtîya Sovyet bû. Serekwezîr Alî Fethî beg di sohbeta bi nûnerê herdemî yê Sovyet Ya. Z. Sûrîs ra hela di destpêka meha çileya paşin sala 1925an da seredana Riza xan ya li Bexdayê bi nav kir wek ”derbeke xedar li pişta Tirkîyê” û ji Sovyet xwest, ku ew seredan rexne bike (lê daxwaza tirkan hate înkarkirin). ”Desthilata Farizistanê,- Fethî bi xeyd digot,- alî îngilîsan dike, dema şerê serekên kurdan dike, ku dostên hukumeta Tirkîyê ne”. Ya. Z. Sûrîs hate ser wê bawerîyê, ku Fethî û wezîrê karên der Şukru Kaya bi xebata komîsyona Mûsilê va girêdayî, ku ”xem û xeyalên wan dane bêrîyê”, xwe winda kirine. Piştî çend rojan Kaya got, ku hukumeta Farizistanê di dest îngilîsan da ne û di ser da zêde kir: ”Girêdayî bi wê yekê ra, ku pirsa kurdan six bi problêma Mûsilê va girêdayî ye, nêzîkî aqilan e, ku îngilîs hukumeta Farizistanê qebûl kirine, soz dane kompênsasyonan bidine wê, ku farizan derheqa wê yekê da bi awayekî eşkere di dema amadekirina peymana Sêvrê da digotin. Wê demê wana de`wa axa Tirkîyê dikir – ji Ûrfayê bigire, heta Dîyarbekirê”. Bi wê yekê ra girêdayî Kaya hîvî ji hukumeta Sovyet kir piştgirî bike[19].

Piştî ku belgename teslîmî komîsyona Koma Miletan kirin, ku 16ê hezîranê sala 1925an hatibû îmzekirin, hukumeta Tirkîyê hewil dida piştgirîya Yekîtîya Sovyet bistîne, bona çend xalên wê yên bi pirsên axê va girêdayî bona kara xwe biguhêrîne. Di destpêka tebaxa sala 1925an da wezîrê Tirkîyê yê karên der derkete dijî biryara komîsyonê, ku Kêrkûk û Silêmanî bidine Îraqê, ew bi nav kir wek ”ya qebûlnekirinê”, ji ber ku ji bo Tirkîyê pirsa sereke ”pirsa stratêgî ye”. ”Tirkîya ji hemûyan zêdetir hewcê sînorê stratêgîk yê bi ewle ye”. Wezîr derheqa wê yekê da bê deng ma, ku pirsa aborî (nefta Kêrkûkê) ji ya stratêgî ne kêmtir bû. Bi wê ra tevayî hewildaneke neserketî hate kirinê, ku Bexdayê derxine himberî Londonê. Kaya got: ”Eger em behsa Îraqê dikin, wê demê bira Îngilîs ji wan deran derkeve, û Tirkîya û Îraq wê bikaribin di navbera xwe da li hev bikin”. Kaya heta pêşnîyar kir, ku pirsa derheqa mandata Brîtanîyayê û dema emelkirina wê daynine dengdayînê[20]. Femdarî ye, ku ev plana tirkan wê bi ser neketa.

Dawî Kemal bi xwe jî mecbûr ma dest ji Mûsilê bikişîne. Di dawîya meha nîsanê sala 1926an ewî ji Ya. Z. Sûrîs ra got, ku amade ye bi R. Lîndsêy ra bikeve nava kompromîsan, lê di rastîyê da ew yek naskirina bêtaqetîya xwe bû û Tirkîya îdî nikaribû helwêsta xwe biparêze. Serokkomarê Tirkîyê paşdavekişîna xwe bi wê yekê va efû kir, ku ew her tenê destjêkişandina axeke biçûk e (!) û di peymana dawatû da ewê roleke mezin nelîze û ew peyman, bi bawerîya wî, xetera ser Tirkîyê nade hilanînê. ”Ez amade bûm bi Îraqê ra li hev bikim û minê dest ji daxwazên xwe bikişanda, bi şertê, ku Îngilîs tevî mafê me yê li ser Mûsilê nebûya”,- Kemal got. Lê bi wê ra tevayî jî ewî xwest Tirkîya ji bo têkçûna ji alîyê dîplomatîyê da bi Brîtanîya Mezin ra di hêla leşkerî-sîyasî da xwe nêzîkî Yekîtîya Sovyet bike, ber wê pêşnîyar bike tifaqa leşkerî di navbera wan da bê girêdan û bi wê yekê va dewsa windakirinên xwe dagire. Ewî sîyaseta Yekîtîya Sovyet ya di hêla rohilatê da bilind qîmet kir (”ew taktîkeke rast bû di hindava împêrîalîstan da”). Lê ”niha em her tenê dikarin kompromîsan bikin”, lê ew yek gerekê zirarê nede dostanîya bi Yekîtîya Sovyet ra. ”Ez dixwezim di dema hevraxeberdanên bi Lîndsêy ra vê yekê bi awayekî zelal û eşkere bêjim”- Kemal di dawîyê da got[21].

Bi tevayî, Tirkîya dest ji şerê bê fikir yê bona vegerandina Mûsilê kişand. Ew karê, ku bingeha wê di havîna sala 1924an da hatibû danînê, di buhara sala 1925an da pêk hat. ”Tirkîya di nava çend salan da di hêla dîplomatîyê da di nav dorgirtinê da bû û nikaribû tu tiştî bike, tu tifaqdareke bi hêz peyda bike, ku amade bûya seba xatirê wî bi Brîtanîya Mezin ra bikeve nava şêr,- Karl Hofman nivîsî[22]. Daxwaza Kemal, ku di dawîya konflîktê da xwe nêzîkî Yekîtîya Sovyet bike, wê tevî lîstikên xwe yên dîplomatîyê bike û bi wî cûreyî kompênsasyonê bistîne, bi ser ne ket: Moskva înkar kir, ku tevî huceta Îngilîs-Tirkîyê bibe, ji ber ku ne nasyonalîzma Tirkîyê bi dilê wî bû, ne jî împêrîyalîzma Brîtanîyayê – him bi fikira îdêologî, him jî ya sîyasî.

Bi vî awahî, dîplomatîya Tirkîyê zirareke mezin dît û têk çû. Lê eva têkçûneke taybetî bû, ku ji berê da bêlî bû. Em wê jî bêjin, ku Tirkîya ji wê yekê tu tiştek winda ne kir, ku heta dema îmzekirina Peymana Lozanê ya aştîyê di bin destê wê da hebû, lê tu tiştek peyda jî ne kir û ew jî di rûyê têkçûna wê bû di şerê hemcihanê yê yekemîn da. Zanyarekî Sovyetî di wan rojan da nivîsî, ku peymana derheqa Mûsilê da ”xwevekişandina” ji bernameya ”bêdengîya miletîyê” bû, lê ne ku ”kompromîseke genî” bû û di hêla aborî û sîyasî da tu zirar nade komarê[23].

Brîtanîya Mezin dikaribû serketina xwe pîroz bikira, ku meriv dikare bêje bi kêm xwînrêtinê va hate bidestxistin. Daxwazên Tirkîyê hatine redkirinê, hêza Brîtanîyayê li Rohilata Erebîyê bi tevayî, herwiha li Îraqê û Kurdistana Başûr hate xurtkirinê. Bi kurtî, ew konflîkta axê ya dawî ji holê hate rakirin, ku ji demên şerê hemcihanê yê yekemîn li Rohilata Nêzîk mabû[24]. Serokatîya Îraqê ya ji alîyê brîtanîyan da ruhdarkirî memnûn bû – ji der û dorên qiralîyetê girtî heta komên nasyonalîstên ereban, ku piştgirîya ”Mûsila Îraqî” dikirin û di wê pirsê da bi dagîrkaran ra hemfikir bûn.

Tu şik tune, ku kurd ji hemûyan zêdetir ziyanê ketin. Wek ku F. P. Grêyvs nivîsîye, peymana derheqa Mûsilê da ”dawîya her îdêyake derheqa Kurdistana otonom an jî serbixwe anî” (wisa xuya ye, ku ew di gencîya xwe da mir û tu kes pê ra ne gîhand şîna wê bike”)[25]. Peymana Îngilîs-Îraqê-Tirkîyê ya 5ê hezîranê sala 1926an perçekirina Kurdistanê ya nû bi hiqûqî testîq kir. Ew di nav dîroka kurdan da rojeke reş bû. Çend xalên peymanê tam dijî kurdan bûn. Sînorparêz gerekê nehîştana, ku eşîretek ji welatekî derbazî welatê din bibe û herwiha dihate qedexekirin, ku ”serek, şêx û endamên eşîretê yên din bi welatîyn xwe yên kurd ra di dewleta din da bikevine nava pêwendîyan” (xala 12an). Propoganda dijî dewleta din qedexe bû (qesta tirkan propaganda Îngilîs bû di nava kurdên Tirkîyê da)[26].

Bi vî awahî, perçebûna gelê kurd ne tenê zêdetir bû, lê meriv dikare bêje rengê navnetewî-hiqûqî wergirt. Eva îdî gelek car in, ku kurd di dîroka xwe da dibine ziyankêşên hêzên xurt.

Riataza

 

[1] Lênczowski G. The Middle East in World Affairs, rûpel 131.

[2] Li civîna Şêwra Koma Miletan ya di îlona sala 1925an da lord Êmêrî ji navê hukumeta Brîtanîyayê got, ku Îngilîs wê otonomîyê bide kurdên Îraqê. Ew gotineke vala bû jî, lê nûnerê Tirkîyê Towfîq Ruşdî beg berk derkete himberî vê fikirê. Ewî got, ku kurd hemwelatîyên Tirkîyê ne û ji ber wê jî nikarin xwedî otonomîyê bin (Bronştêyn V. B., Rozênblyûm V. G. Dewrana neftê, rûpel 435).

[3] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, belge 102-103, hejmar 1151, 30.11.1925, kopîya; dexle 300, belge 26-27, 331-332.

[4] Modern Turkey. Ed. E. G. Mears. N. Y., 1924, rûpel 22.

[5] Foster H. A. The Making of Modern Iraq, rûpel 174.

[6] Toynbee A. J. The Islamic World, rûpel 513.

[7] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 148, belge 132. R.Lîndsêy ji bo O. Çemberlen 14.04.1925.

[8] OM. 1925, hejmar 4, rûpel 198; 1925, hejmar 8, rûpel 412; 1925, hejmar 12.

[9] NE. Hejmar 699, 02.10.1924, rûpel 350; hejmar 746, 24.08.1927, rûpel 243; hejmar 748, 10.09.1925, rûpel 302.

[10] DBFP. 1919-1932. Ser. 1a, vol. 1, hejmar 531, rûpel 762; hejmar 785, R. Lîndsêy ji bo O. Çemberlen 16.10.1925; hejmar 1151, O. Çemberlen ji bo R. Lîndsêy 30.11.1925.

[11] Dîsa li wir, hejmar 534, rûpel 765, 768-770.

[12] Wê demê baylozxaneyên welatên dereke li Tirkîyê (xên ji ya Sovyet) li paytextê berê – Stembolê bûn û eva yeka nîşana sertbûna ne dîyar bû di hindava desthilata kemalîstan ya nû da.

[13] DBFP. Ser. 1a, vol. 1, hejmar 541. R. Lîndsêy ji bo O. Çemberlen 21.11.1925.

[14] Dîsa li wir, hejmar 554, rûpel 797, W. Tayrell ji bo R. Lîndsêy 30.12.1925.

[15] Dîsa li wir, hejmar 557, rûpel 801. R. Lîndsêy ji bo W. Tayrell 12.01.1926.

[16] Dîsa li wir, hejmar 557, rûpel 801, R. Lîndsêy ji bo W. Tayrell 12.01.1926.

[17] Dîsa li wir, hejmar 561, rûpel 806. R. Lîndsêy ji bo O. Çemberlen 29.01.1926.

[18] Îrandûst. Çivaneyên sîyaseta Îngilîs li Rohilata Nêzîk, rûpel 31.

[19] DVP. Cild 8. M., 1963, rûpel 24, 61.

[20] Dîsa li wir, hejmar 265, rûpel 478. Têlêgrama Ya. Z Sûrîs ji bo Komîsarîyeta Gelî ya Karên Der 07.08.1925.

[21] Dîsa li wir, hejmar 138, rûpel 248-249. Têlêgrama Ya. Z. Sûrîs ji bo Komîsarîata Gelî ya Karên der 22.04.1926; hejmar 140, rûpel 249-250. Têlêgrama Ya. Z. Sûrîs ji bo Komîsarîata Gelî ya Karên Der 23.04.1926.

[22] Hofman K. Problêma neftê, rûpel 392.

[23] Pêtrîn K. Tirkîya berî Peymana Mûsilê, rûpel 4. Xudanê nivîsê bi awayekî şik peymanên Mûsilê û Brêst-Lîtovskê dide ber hev (”Ew hema bêje dubarekirina peymana Brêst-Lîtovskê ye”). Lê eger em bêne ser xwevekişandina ji ”bêdengîya miletîyê”, ku parlamêntoya Ottomanîyê 28ê çileya paşin sala 1920î qebûl kir, meriv dikare bi xudanê nivîsarê ra razî bibe, eger em şikberîya hiqûqî ya li ser wê belgenameya sala 1926an bidine hilanînê, û wê demê wê ne Împêratorîya Osmanîyê hebûya, ne jî parlamênt (binhêre: Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsa kurdan, rûpel 121-122).

[24] Li Îngilîs dengên nerazî jî dihatine bihîstin, ku piranî ji lêyborîstên di opozîsyonê da dihatin. ”Lêybor manslî” peymana bi Tirkîyê ra ya derheqa Mûsilê da bi nav kir wek têkçûna dîplomatîya Brîtanîyayê, ku her tenê beşeke bernameya xwe pêk anî, lê dewsê dijminaya Tirkîyê sitend, ”Antanta” wê bi Farizistanê û Afxanistanê ra bahane bûn bona Îtalîya faşîstîyê tevî karê wan bibe û herwiha çend dijwarîyên mayîn jî (Ewer W. N. The Mosul. ”Victory”. – The Labor Monthly. Vol. 8, August 1926).

[25] Graves Ph. P. Briton and Turk. London-Melbourne, 1941, rûpel 224.

[26] Correspondence d`Orient. Hejmar 342, juin 1926, rûpel 275; hejmar 343, juliett 1926 (çapa pêşin); Hurewitz J. C. Diplomacy in the Near and Middle East. A Documentary Record: 1914-1956. Vol. II. Toronto-New York-London, 1956, hejmar 46, rûpel 143-146.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev