Girîngiya nivîsandina bîrhatinan

Girîngiya nivîsandina bîrhatinan

Welat Agirî

Eger em analîzekê li ser pirtûkên kurdî ên wan salên dawî bikin û pirtûka kategorîze bikin, wê were dîtin ku piraniya pirtûkan yan helbest in yan jî roman in. Naxwazim li ser “helbestên kurdî” tiştekî bêjim, lewra pêrgî kê tê şair e, helbestvan e. Lê meriv dikare bêje, di kozika romana kurdî de pêşketinên baş çêdibin, ku hersal çend romanên bi qîmet û qalîte dibin malê edebiyata kurdî.

Salixdayîn û teswîrên romanê ji bo ziman girîng in û mirov dikare bêje; romanin hene, ku zimanê gel ê rojane dewlemendtir dikin, peyvên jibîrkirî ji mirinê xilas dikin. Bi xwendina bîrhatinên Hesen Hişyar ve, ez dikarim bêjim hin pirtûkên serhatiyan hene, ku him ji aliyê tamê û him jî di bikaranîna peyvên cur bi cur de ji romanan kêmtir nîn in. Lê hezar heyf, di wêjeya kurdî de kitêbên bîrhatin û serpêhatiyan gelek kêm in. Em dikarin bi hêsanî bêjin, li ser rûyê dinê, gelek kêm netew hene, ku wek miletê kurd êş û azarên jiyanê re rû bi rû mane. Ger kurdekî gihaye pêncî-şêst salî destê xwe bide ber cênîkên xwe û hinekî jiyana xwe tevde, qet dernexe yê çend cild serpêhatiyên xwe diyariyê nifşên nû bike. Daxwaza min ew e, ku mezinên me beriya barkirin û terka vê dinê, emrekî bireşînin ser rûpelan û zarokên gelê kurd ji wê xêr û xiznê bêpar nehêlin.

Bîrhatinên Hesen Hişyar ji xeynî ragihandina malûmatên dîrokî, di parastina çand û huner de jî roleke girîng dileyize. Min di nivîsa beriya vê de jî behs kiribû, ku nivîskarê “Dîtin û bîrhatinên min” serhildêrekî Serhildana Şêx Seîd bû û li hemberê artêşeke mezin li ber xwe didan. Mixabin di wê serhildanê de jî kurd bi tenê bûn, tu alîkarî ji dewletên din nedîtin. Jixwe dixtorên kurda ên medîkalxwendî gelekî kêm bûn û di wê dem û dewranê de bidestxistina dermanan jî ne hêsan bû. Hesen Hişyar di bîrhatinên xwe de qala çêkirina dermanan û dermankirina birînan dike, ku ew jî nîşana qedîmiya nijada kurd e.

  • Ji birînên gullê re rojên pêşîn, hingiv û xwê di nav hev de dikelandin û dibû wek hevîr. Ew hevîr dikirin wek bizmaran. Bizmarên xwe li ser sêniyek paqij li rêzê datanîn heya ku hişk dibûn. Pey re ew bizmarên ji hevîr di wê birîna gullê de badidan heya ku di birînê de winda dibûn û diheliyan. Êş û şewata wê fitîlê ji gullê bi gelek dijwartir bûn. Sê rojan pêderpê ew fitîl lê didan, birîn bi carek dikewandin.
  • Piştî vê, merheleya merhemê dest pê dikir. Ew merhem ji darên kizwanan, şimaê hingiv û rûnê nivişk dihat çêkirin. Ew hersê di nav hev de dikelandin, dibûn merhem. Terîşek kitan di nav wê merhemê didan û li hev badidan, dikirin fitîl û di wê birînê de derbaz dikirin, rojek têde dima, pêderpê diguhartin.
  • Eger li dor birînê werm û îltihab çêbûya, hingê kar û berxek serjê dikirin, çerim dikişandin ser wê birînê, ew werim bi carek dadixistin. Ji wan pê ve tu derman tunebûn, min bi wan dermanan birîna birayê xwe, Sirac, derman kir.
  • Her nexweşiyên ku nexweş ji hundurên xwe gazin dikirin, şerbeta hingiv û hinar didan wan.
  • Ji bo êşa gurçikan, seriyên gurankursan (hêşinayîyek e), dûvikên kerezan û bexdenûs dikelandin, ava wan vedixwarin.
  • Nexweşiyên çermê însan wek bîrov, giyayê botav di avê de dikelandin, hinek şeb jî davêtin nav, bi germî li wî ciyê bîrovê dikirin.
  • Ji bona romantîzma, xwê diqelandin, dixistin kîsekî û bi kîs dera bi êş germ dikirin, an ew der dikewandin.
  • Ji bona zekemê, ji çayê pê ve, giyasêvik-beybûnic, gulên hîlo û giyayên nenê dikelandin, vedixwarin.
  • Ji bona kunûr û pirzikan, hevîr û rûn didane ser an jî bi ava germ dikewandin. Dema ew pirzik der dibû an jî serê pirzikê hinek hate vekirin, hingê çekem û sabûn û spîka hêkê merhem çêdikirin didan ser. Nem û kêm bi carek jê dikişandin der.

Erê ev hin dermanên kurdî ne, ku şervanekî serhildana 1925an, bi nivîsê dighîne roja me. Ev dewlemendiya huner û çandê îsbata kevnarî û qedîmiya miletê kurd e. Lê heke ev çand û huner bi rêya serpêhatiyan neyên nivîsin, wê hêdî hêdî werin jibîrkirin û rojekê di bin toz û xubara dîrokê de winda bin, herin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev