Hevkarîya diyasporayên kurdên Awropayê û Yekîtîya Sovyeta a berê

Hevkarîya diyasporayên kurdên Awropayê û Yekîtîya Sovyeta a berê

Yekîtî û hevgirtineke xweş di nav kurdan da

27 û 28ê nîsanê li hotela Hilton ya Bruksêlê rasthatina komîtêya organzasyonê bo amadekarîya konferansa Konfederasyona kurdên Awropayê (ev nav demkî ye, navê rêxistinê wê li konferansa 22-23ê îlonê bê testîqkirinê) bi awayekî serketî hate derbazkirin.

Wek ku malpera Riataza di meha sibatê da îlan kiribû, li konferansa Stockholmê ya nûnerên diyasporayên kurdan biryar hatibû qebûlkirin derheqa sazkirina koma xebatê ya ji 5 kesan, ya ku gerekê amadekarîya konferansa bingehdar bikira.

Ev kes ketine nava koma xebatê: – Keya Îzol, serekê Federasyona Komeleyên kurdan li Swed; Ednan Axacan, serekê Federasyona Komeleyên kurdan li Danîmark; Welat Nehîrî, Federasyona Komeleyên kurdan li Fînlandîyayê; Qehreman Evsen, cîgirê serekê Hevalbendîya kurdan ya Awropayê, karmendê Awroparlamêntoyê (Bêlçîka-Almanîya); Yûrayê Şamil Nebîêv, cîgirê serekê Kongreya Navnetewî ya diyasporayên kurdan (Rûsîya). Herwiha sereka diyaspora kurdan a Awropayê (DKA) Karîna Wezîr jî di koma xebatê da amade bû.

Di dema rasthatinê tevgelan fikirên xwe pevguhastin derheqa amadekarîya bona civîna bingehîn, ku wê ji 22ê îlonê heta 25ê îlonê sala 2018an li Brûksêlê bê derbazkirinê.

Endamên koma xebatê behsa rasthatin û xeberdanên xwe yên bi gelek rêxistinên kurdan yên Almanîyayê, Fransayê, Hollandîyayê, Yûnanistanê, Îsraêlê û welatên Awropayê yên mayîn ra kirin.

Yûrayê Şamil Nebîêv behsa amadekarîya konferansa Moskvayê ya Kongreya Diyasporayên Kurdan ya Navnetewî (KDKN) kir.

Di dema rasthatinê tevgelên koma xebatê proêkta qanûnnameya rêxistina paşdemê amade kirin, û hate biryarkirinê wek bingeh modela Yekîtîya Awropayê bi kar bînin, rast e, çend pirsên giring nesafîkirî man, mesele, pirsa derheqa binavkirina rêxistinê, û pirsa derheqa mêkanîzma endamtîya di rêxistinê da hemfikirî tunebû.

Bona wê pirsê du pêşnîyar hatine kirinê: Ya yekê: Her dewletek gerekê xwedî nûnerê/a diyaspora kurdan be, ku wê dengekî wê/wî hebe. Ya duduyan: Rêxistin gerekê ji nûnerên federasyonên kurdan wê avakirinê.

Wek nimûne rewşa li Almanîyayê hate raberkirinê, li ku 4 federasyonên kurdan hatine avakirin, ku di her yekê da bi dehan rêxistin hene.

Li çend welatan tenê rêxistineke kurdan heye.

Projeya rojeva konferansa bingehîn hate amadekirinê.

Pêşnîyar hate kirinê roja pêşin, 22ê îlonê du sêmînaran bidine derbazkirin, ku wê derheqa encam û paşmayînên rêfêrêndûma derheqa serxwebûna Kurdistana Başûr da û rola diyaspora kurdan di dewrana niha da bin.

Hate plankirinê, ku di wan sêmînaran da wê parlamentarên Parlamentoya Awropayê û sîyasetmedar û karmendên civakê yên Awropayê yên binavûdeng amade bin, herwiha pêşnîyarî nûnerên diyasporayên kurdan yên 23ê îlonê kirin, ku roja 24ê îlonê bi tevayî bibe roja sohbet û hevnaskirina tevgelên civîna bingehîn û 25ê îlonê, roja sersalîya rêfêrêndûma bona serxwebûna Kurdistana Başûr, wê derheqa damezirandina Konfederasyona kurdên Awropayê da bê îlankirinê.

Civîna koma xebatê bi dilgermî û di rewşeke hevdufemkirinê da hate derbazkirinê.
Malpera Riataza wê di van demên nêzîk da xwendevanên xwe bi projeyên amadekirî yên bona damezirandina Konfederasyona kurdên Awropayê ra bike nas.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev