Probiyotîk dikare antîbiyotîkê ji holê rabike

Probiyotîk dikare antîbiyotîkê ji holê rabike

Gotareke hewaskar ji malpera rewsenbir.com

Probiyotîk dikare rê li ber girtina antîbiyotîkê bigire. Vésale Pharma ji bo nexweşiyên urolojiyê vedîtina dermanekê pêk anî ku dermanê nû ji probiyotîkê pêk dihêt û bi qasî antîbiyotîkê jî bibandor e.

Laşê me bi bakteriyên baş û xerab dagirtiye. Xebatkarên Vésale Pharma bakteriyeke baş îzole kirine, bi ultrasonê bakteriya baş ji hev veqetandine – parçe parçe kirine da ku mîkrop xurttir bibin, û dû re jî li madeyekê zêdekirine û wê probiyotîkê di şûna antîbiyotîkê de li hember enfeksiyonên mîz kêşî û genital bikar anîne ku ji antîbiyotîkê encamên xurttir û baştir diyar kiriye. Li darê dinê cara pêşin e ku dermaneke wiha dihêt çêkirin û Vésale Pharmayê patenta wê wergirtiye.

Dermanê nû ya bi navê probioticum Lactobacilus Crispatus dikare li hember enfeksiyona Garndzrella ku enfeksiyoneke vajînal e û îltihaba mîzdankê têbikoşe û biserkeve. Teknîka nû ku bi wê teknîkê bakteriyên çê dihêne parçekirin û dû re li laşê mirov dihêt zêdekirin da ku çalakiyên taybet pêk bihînin, dikare li hember enfiksiyonên jî bibandor be û bihête bikar anîn.

Rêvebirê beşa bijîjkê ya Vésale Pharmayê Johan Quintens wiha dibêje; “Bi qasî ez dizanim li darê dinê ji me bêhtir şîrketeke din jî heye ku bi vê teknîkê dixebite, lê ew bi bakteriyên bi navê “strepkokok” dihêne nasîn dixebitin û dixwazin bi bakteriyên strepkokê enfeksiyon û îltihabên gewri/qirikê derman bikin.”

Xebatkarên Vésale Pharmayê bi xebatên xwe bandora dermanê nû peyitandine lê pêdivî bi berdewamkirina xebatê heye da ku bizanibin dermanê nû çiqas bibandor e û bandorê li lebatên din dike an na? Eger bandorê li lebatên din jî bike, rengê bandorê baş e an xerab e? Ji ber vê jî dixwazin bi xebateke klînîkî bersiva pirsên xwe vebînin û bi antîbiyotîkê jî muqayese bikin.

Quintens: “A niha bala me zêde li ser mîkrobê ye ku rê li ber enfeksiyonên mîzdankê û vajînal vedike. Em ê gav bi gav li ser çalakî û bandora probiyotîkê hûr bibin û agahiyên xwe berhev bikin. Gumana min jê nîne ku em ê bikaribin enfeksiyonên din jî derman bikin.”

Çavkanî: De Morgen, http://rewsenbir.com/probiyotik-dikare-antibiyotike-ji-hole-rabike.html

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev