
Malpera Riataza rojbûna te bi dil pîroz dike!
95 salîya yek ji serbilndayên gelê me yê Ermenîstanê Têmûrê Lêşo Broyan temam bû. Ew di komara Ermenîstanê da wek hiqûqzanekî gelekî binavûdeng tê naskirinê. Wî herwiha pirtûkeke delal nivîsîye û wek bîranîn ji nifşên nû ra hîştîye, xudanê gelek gotarên bi qîmet e derheqa miletê me da.
Ew yek ji ewledên êla Sîpikîyan ya navdar e, ku jê gelek pêsekinîyên miletê me derketine. Niha li welatê kal û bava jî gelek Sîpikî hene, ku dijminê devbixwîn destê wan ji me kirîye.
Birêz Têmûrê Lêşoyê qedirbilind! Em bi dil û can 95 salîya rojbûna we pîroz dikin, ji we ra saxlemîya baş, emirê dirêj bi hezkirîyên xwe, bi hevalên xwe ra dixwezin.
Desteya rêvebir ya malpera Riataza