
RÛPELA NÛ. Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Geştê ya Cîhanê dê îsal Xelata ‘Sêva Zêrîn’ a wekî ‘Oscara Geştê’ tê binavkirin, bide Amedê.
Bajarê Mezin a Amedê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê îsal Platforma Geştê ava kir û ji aliyê platformê ve bernameyeke bi navê ‘Amed: Gava Mezin Ber bi Şaristaniya Mirovahiyê’ hat amadekirin. Di çarçoveya vê bernameyê de ji tevahiya cîhanê bi tevahî 36 endamên Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Geştê ya Cîhanê (FIJET) û Komeleya Nivîskar û Rojnamegerên Geştê (ATURJET) şûnwarên dîrokî yên Amedê geriyan.
Wan rojnameger û nivîskaran piştî gera xwe ya li Amedê biryar da ku xelata ‘Sêva Zêrîn’ a wekî ‘Oscara Geştê’ tê zanîn, bide Amedê.
Endamê ATURJETê Huseyin Kurtogulları diyar kir ku FIJFETê vê sibehê di dema xwarina taştê de biryar da ku xelata ‘Sêva Zêrîn’ a wekî ‘Oscara Geştê’ tê binavkirin, bide Amedê.
http://www.rupelanu.com/amed-we-xelata-oscara-turizme-werbigire-2451h.htm