Di komkujiya ermenan de dilovaniya kurda

Di komkujiya ermenan de dilovaniya kurda

Welat Agirî

Hesen Serdî (Hişyar) di beşa duyem ya dîtin û bîrhatinên xwe de, li ser têkiliyên kurd û ermenan disekine û wan gotinên wek “kurda jî ermen qir kirin” pûç û vala dihêle. Nivîskar dibêje nifûsa ermenên li Kurdistanê ji sedî dehî zêdetir nebû û piraniya wan jî li Wanê rûdiniştin. Û dîsa dibêje bê ku warê tarîxî û hunerî de rêçeke wan hebe, bi daxwaza Ermenîstaneke mezin ya ji Qafqas heya Kilikya ve, di newalên bê av de soberî dikirin, li ser telpên ewran koşka hukumdariya ermen çêdikirin.

Nivîskar dibêje, bi vê armancê, partî û tevgerên ermeniyan ji bo şerê li hemberî tirka xortên ermen şandin çiyê û navê koma wan xortan jî “canbêzar” bû. Lê dêla ku karibin şerê leşkerên tirk bikin, ew nexweş û belengazên ku ji eniya şer vedigeriyane nexweşxaneyên Diyarbekirê, ku piraniya wan ji bêhêzbûn û birçîbûnê dimirin, dikuştin û davêtin geliyên kûr. Ew leşkerên belengaz ne tenê tirk û kurd bûn; ereb, çerkez û her tewir di nav wan de hebû. Ew newala ji sed mêtreyî zêdetir kûr bi laşan ve hatibû dagirtin.

Pey re dibêje bi wan bedkariyên neînsanî, di sala 1915an de, Siltan Reşad fermana kuştina ermenan da û ew kuştina jin û zarokan ne kêmî hovitiya wan canbêzaran bû. Lewra leşkerên tirk jin, zarok, kal, pîr wek keriyên pêz didan pêşiya xwe û di şikeft, gelî û gazên nav daristanan de bi tufeng û singûyan dikuştin. Li gor nifûsa wî zemanî, kurda 165 hezar mêr û jinên ermen ji wê kuştinê xilas kirine. Ên ku niha dibêjin kurda em kuştine, lê nabêjin em çawa xilasbûn, ku îro wê qenciyê bi xirabî diguhêrin. Dîsa Hesen Serdî dibêjê Şêx Seîd da zanîn, ku kî ermena ji kuştinê diparêze ji xêreke mezin pêve, wacibeke mezin dike.

Piştî van gotinan, şahidê wan rojan bi serpêhatiyeke xwe, gotinên xwe ên jorê piştrast dike û merhemet û dilovaniya miletê kurd, bi zelalî raberî me dike:

“Gundê me di navbera Hênê û Lîcê ye, li pişt gundê me, di singe çiya de şikeftek heye, ku ermenên wan herdu bajaran dianîn li ser vê şikefta berûjêr dikuştin û davêtin xwarê. Şikeft ewçend kûr bû ku bêhn jê nedihat. Di singê wî çiyayî de, hêjîrên rêş ên gelek şîrîn hebûn. Em zarok diçûne wan hêjîran, rêya me kete ser jêrzemînê, me dît deng jê tê û dibêje “Astvas” yanî Xweda. Me gazî wî kir û got: tu çi kes î, te çi divê? Got: gelî zarokan bi we re nan heye, ji min re bavêjin xwar. Me got: bi me re nan nîn e, lê me jê re hêjîr davêtin. Wî got: yek liban li ba min dikevin, ên din derbasî jêrê dibin. Piştî em çûne gund, min ji apê xwe re got. Apê min zêde dilovan bû, tavil gazî rêncberê xwe kir û jê re got: kurê min çend werisan û nan, şerbikek av jî bi xwe re bînin wî derxin û jê re bêjin meyê gund, dakeve deşta Diyarbekirê, li ba hinan bibe rêncber, heya bê çi dibe. Em zarok jî bi Miho re çûn, jê re weris berdan, xwe pê ve girêda û kişande der. Me nan û av da wî, got: we divê ez misilman bim? Miho got: em doza misilmantî û filetiyê li te nakin, vaye ji te re heft nanên tenûrê û ev şerbê avê jî bi te re, bişev here û biroj xwe li nav deviyan veşêre, heya tu gihayî deştê, ku kesek te nas neke bêje ez li rêncberî digerim.

Piştî çend rojan, qeflekî (250) jin û zarok ji qeza Qulpê anîn û ber bi wê jêrzemînê birin. Apê min gazî min kir û got: Arif Begê Lîcî bi wê qeflê re ye, kumê sor li serî ye, here ba wî bêje, apê min gotiye bila keç û kurekî ji wê qeflê bide me. Ez û çend zarok çûne li bin siya dara hirmê, ba Arif Beg, ji me re got: herin nav wan, duduyan bibin. Min got: beg ew eskerên bi singûya li dor wan, wê me bikujin. Go: herin çavê min va li we ye. Em çûne nav wê koma jin û zarokan, ku li benda saetên kuştina xwe bûn, pîrekên mezin digotin kuro me bibin em dikarin çêtir karê we bikin. Lê em li hevalên umrê xwe digeriyan, min kurek bi navê Artî, keçek bi navê Lûsê ji nav wan birin. Berê jî heft jin û zarok li ba apê min û sisê li ba diya min hebûn. Ev herdu zarok ji dêyên xwe nediqetiyan, dêyên wan ji wan re digotin, herin herin şîva me çêkin, em jî êvarê tên, ji bo bi me re bên.

Piştî me ew giyandin mal, êdî tirsa me şikestibû û pişta me jî bi Arif Beg xurt bû. Em çend zarok dîsa çûn, daku bibînin ka çi kirin ji wan belengazan. Em çûn, li pêşiya eskeran bîst kes mabûn, em newêribûn nêzîg bibin, lê me dît her carê sê-çar kes dibirin û di nav wan leşkeran de winda dibûn. Piştî kutabûnê, dor hate zarokên wan ên bi çarpîkan digeriyan û ên di pêçekan de li wî erdî mabûn. Gundîkî me, jê re Emerê Qeblîn digotin, ji nav rêz dihat diçû gund, yuzbaşî gazî wî kir û got: sofî were wan zarokan berhev ke û bavêje ba dêyên wan. Wî got: qumandan beg ma ez çawa dikarim van zarokên bêguneh bikujim. Hingê qumandan bi qamçiyan li serê wî da û gelek gotinên neqenc jê re got. Bi hêrs ji hespê xwe peya bû, bi lingên wan zarokan digirt, li kevir dida û davêt wê jêrzemînê. Dema me ew wehşiyeta qumandan dît, qîrîn bi me ket û em ber bi gund bi bêhnekî beziyan. Di wê bezê de, me her li pey xwe jî dinhêrî, ku bigîje me wê me wek wan bikuje”.

Hesen Serdî piştî vê serhatiya xwe behsa dilovaniya Bedîuzzeman dike û dibêje:

“Di wê cenga cîhanê û kuştina ermenan de, Mele Seîdê Meşhûr (Bedîuzzeman) li deşta Bilanixê qumandanê alaya leşkerên kurd bû. Generalê tirk, Nûrî Weysî jê re got: divê tu li van navçeyan çiqas ermen hene, çi mêr, çi jin û zarokan ve berhev bikî û bikujî. Bedîuzzeman ji wan navçeyan 1500 ermen dane hev, ew xistin newalekê, xwarin da wan heya ku bû êvar. Pey re ji yeke ermen re got, here ba leşkerên rûs, heger rê bidin we, ez ê we derbaz bikim. Ji bo te nekujin her gazî bike, bêje ermen heya tu bighîjî ba wan ku te nekujin. Dema ermen gihîşt ba we, qumandanê rûs pirsî: ew qumandanê tu şandî çi kes e? Wî got: kurd e. Qumandanê rûs got: kurd di eniya şer de zêde cengawirin, lê ji kesên dîl û birîndar re dilovan in”.

Nivîskarê kurd, şahidê wan rojan, bi vê serpêhatiya xwe armanca ermenan, avakirina koma canbêzaran û pey re hovitiya roma reş radixîne ber çavan. Kurd dilovan in û wek Mihoyê rêncber gotiye, doza filetiyê an jî misilmantiye li kesî nekirine. Ha helbet di nav kurdan de jî kesên radîkal hene û bûne şirîkên hovîtiya yuzbaşiyên tirk. Lê li gor gotinên nivîskar, kurda 165 hezar ermen ji mirinê xilas kirine û di rewşeke weha de kes nikare bêje gelê kurd bi tirka re ermen qir kirine. Miletê kurd miletekî bi rehm û dilovan e, lê ev dilovaniya wan ji xerîb û biyaniyan re ye. Mixabin ji hev re ne ewqas dilnerm û bêhnfireh in.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev