Sêxiştiya ji folklora Xorasanê

Sêxiştiya ji folklora Xorasanê

Murad Ciwan

(Kurmancîya di parantêzan da: Murad Ciwan)

Çîkê asmîn çel û çar in
Memî keçkan sêv û nar in
Je şîrînî nêne xwarin

(Stêrkên asmên çel û çar in
Memikên keçan sêv, hinar in
Ji şîrînî nayên xwarin)

 

Çîkê asmîn xûşe xûşe
Memî keçkan dane xûşe
Kûyê caylan hanye cûşe

(Stêrkên asmên guşî’b guşî
Memikên keçikan hebikên tirî
Kuna cahilan anîne coşê)

 

Çîkê asmîn sayî sayî
Çima je min tu cuda yî
Erman dilî min da mayî

(Stêrkên asmîn sayî sayî
Çima ji min tu cuda yî
Xwezî dilê min da mayî)

 

Çîkê pegê bira rawi
Xelk je dorê me bela wi
Yar we memî gilor şa wi

(Stêrka sibê bira rabe
Xelk ji dora me bela be
Yar bi memikên gilor şa be)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev