DESTPÊKA LEYZTIKÊ

DESTPÊKA LEYZTIKÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Di Toreya Kurdî de ji bo destpêkirina leyztika zarûkên kurik û yên keçik, ev tewrên li jêrê têne gotin:

 

LEYZTIKA KURAN:

Dema zarûkên kurik dest bi leyztikekê dikin, pêşî xwe dikin du bir û her birek yekî ji nava xwe wek serek ji xwe re kifş dike. Îcar ji bo ka kîjan bir pêşî dest pê bike, herdu serekên biran xwe bi qederê heft-heşt gav ji hev dûr dikin û bi jimartina nigên xwe li erdê, ber bi hev ve diçin; yek nigê xwe dide pêşiya nigê din û dibêje BIZDIDIM, yê din jî her wisan dike û dibêje BADIDIM, heta ku gehane hevûdu. Îcar nigê kî bikeve ser nigê yê dî, ew dibêje DERÎ LI TE RADIDIM û pêşî bira wî dest pê dike.

Ev hawe, eger du zarûk jî bileyzin, di nava xwe de vî hawayî dikin.
Ev hawe di leyztika zilaman de jî her wisa ye.

 

LEYZTIKA KEÇIKAN:

Keçikên ku wê bileyzin, mîna kuran ew jî xwe dikin du bir. Ji bo ka wê kîjan bir pêşî dest pê bike, di nava xwe de vê gotinoka li jêrê dibêjin. Îcar gotina BÎST LI TE YÊ li kê bikeve, bira din dest pê dike.

 

Yekê
Yekanekê
Ezîzanê
Kezîpanê
Gulşîlanê

Gula çepo
Çepilmişo
Aregîşo

Totil eynê
Şam û şeynê
Desthineyê
Bîst li te yê.

 

Di vê gotinokê de hin peyv hene ku niha nayên bikaranîn.

Hêvîdar im ku ciwanên me, ji kal û pîrên li gundan bipirsin, belkî kêmasî û şaşiya min di vê nivîsê de çêbûbe, bila rast bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev