Malpera MUZAYEDEYA PIRTÛKÊN KURDÎ vebû

Malpera MUZAYEDEYA PIRTÛKÊN KURDÎ vebû

Goran Candan

SARA nuha jî yekemîn malpera muzeyedeyê bo pirtûkfiroşiya kurdî ava kir û her wisa piraniya van pirtûkên ku li ser vê malperê hene; BERHEMÊN KEVN & ANTÎKÎ yên kurdî ne

Yekemîn malpera MUZEYEDEYA PIRTÛKÊN KURDÎ

Wek têt zanîn pirtûkxaneya kurdî SARA (1987) yekemîn pirtûkfiroşiya kurdî ye li derveyî welêt.

Li nav van berheman, hem berhemên antîkî yên derbareyê kurd & Kurdistanê yên li Ewrûpa’yê û hem jî yên li welatên din çap bûnê dê bêne berdestkirin bo firotina bi muzayedê, anku SERZÊDEKIRINÊ.

SARA ji ser 30 salan e ku van berheman kom û arşîv dike. Loma tibabeke mezin ji van berheman cot in yan jî ta 3-4 lib ji wan zêde hene.

Yek nusxe dikeve arşîva kurdî û nusxeyên zêde jî, bo xwendevanên pêwendîdar bi vî rengî tê firotin.

SARA hem berhemên kurdî yên kevn dikire û hem jî difiroşe.

Navnîşana Malpera MUZAYEDA PIRTÛKÊN KURDÎ ev e:

http://www.kurdishbookbank.com

Bi xêr werin!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev