
Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye:
-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe.
Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.
Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.
Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…
Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.
Helbestvan ev kes in:
Tahir Dînarî
Soran Amed
Arif Selçuk
Memê Miksî
Qasimê Xelîlî
G u l d e s t e
FELEK
Min çi kir li hev nehat
Kaba min qet mîr nehat
Berya ji dayik bibim
Felek şahêm kirbû mat
(Soran)
Di nav xubara xema
Hal û wextê min nema
Gevaztim nav elema
Bêfeyde ye kêferat
(Qaso)
Ez bûm ê dil ji pola
Lê îro ketme çola
Ji destê van bêola
Derdên min bûn qat bi qat
(Soran)
Ji destê va bêbava
Roj li min çûye ava
Hêvî nadin silava
Min nedî ku roj hilat
(Qaso)
Qelbê min ma bêritim
Her diçe dişeritim
Disojim diperitim
Ez im ê dûr ji civat
(Soran)
Derî l’min hatne girtin
Derûdor çirtovirt in
Hirsdirêj wujdankurt in
Lew hiştim di nav şewat
(Qaso)
Ez bûm ê b’hez ji jînê
Ji jîn û hem evînê
Karibûm bidim xwînê
Lê îro bûm ji malbat
(Soran)
Soran ji Qaso pirsî
Ma tu jî qey bi hirs î
An weke min ditirsî
Go e lew jîn bobelat
(Qaso)
Amed, Dîlok
EZ NEXWEŞ IM
Nexweş im ez nesax im
Bi kovan û bi dax im
(Qaso)
Bi evê kuxtekuxtê
Nema li min sibih tê
(Soran)
Di nav serî esîr im
Bêhis im lê bi qîr im
(Qaso)
Ji nig heta serê min
Diêşe her derê min
(Soran)
Şîranî bi min tehl e
Roj nabûrin her qehr e
(Qaso)
Bi vî halê ciwanî
Nexweşî xwe l’mi danî
(Soran)
Ez î hişk bûm ji mifreq
Niha gulek li ber berq
(Qaso)
Geşt û lîstik bûn xeyal
Neman ne dost ne heval
(Soran)
Ez li ser darê piştê
Birûskek tûj bi hiş tê
(Qaso)
Nema êdî min şahî
Her tarî û valahî
(Soran)
Wellah te’ma min nîne
Halêm ah û girîn e
(Qaso)
Du sal e l’nexweşxanê
Qeherîm ji jiyanê
(Soran)
Ne xweş e nexweşxane
Xweş ba navê ev bane?
(Qaso)
Ji vî halî min bese
Kes nema b’min dihese
(Soran)
Hewara min Xuda ye
Ya din pûç û vala ye
(Qaso)
Amed, Dîlok
Riataza