Ji nimûneyên zargotina me – 137

Ji nimûneyên zargotina me – 137

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 137an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

PADIŞA

Kurekî padişê hebû. Katib hebûn, şehrêd başqe. Wan katibara dewrêş digotin. Wan dewrêşara digotin wesilqiranî. Ewî padişayî kurê xwe şand ber destê wan dewrêşa, wekî hîn be. Eva kura cem ma, 10-15 sala, hînbû.

Diya wî kurî mir. Padişa jinek din xwera anî, ew pê ne hisyabû. Wextekê, bi gotina serhatîyê, baxçê kêf hebû, jina wî padişayî bi jinê cimaeta şeherê xweva înî-înî diçûn baxçê, kêfê. Jinêd dorê digotinê, digo:

-Tu jina padişêyî, kêmaya te tune, çira gula anya te qe venabe. Kêfa te qe xweş nabe?

Ewê got: -Raste, jina padişê me, padişa bi xwe niha kal bûye, wextê mirina wî nêzîk bûye, ne kure, ne qîze. Niha ez seba xwe tenê nabêjim. Jina wîya berê, wekî zarek wê hebûya, dîsa tişt nedikir, loma gula anya min venabe. Kêfa min xweş nabe.

Wan jina gotê: -Kurekî padişayî baş heye, tu pê nizanî?

Go: -Nizanim.

Go: -Kurekî padişa heye, niha şandîye ber destê wesilqiranîyê.

Go: -Lê wekî heye, çira qe ji minra ne gotîye?

Êvarê çû mala xwe-herêmê.

Padişa çû nav cîyê xwe, da xeberdan. Pêra xeber neda. Go: -Xwedê xêrke, tu çira minra xeber nadî, te çi bihîstîye?

Gotê: -Ez çi xeberdim, wekî kurekî te hebû, te çima minra negot kurekî minî wa heye?

Padişa got: -Raste, kurekî min heye, hema min şandye ber destê dewrêşê wesilqiranî, hîn bibe. Wextak wedê wî temam bû, ezê bişînim, bînim. Min ki anî, tuê bibînî.

Ewê jina wî kire ser: “Gere bişînî kurê xwe bînî, wekî em jî zanibin kurê te heye”.

Padişa rabû, du qewazê xwe şandine pey kurê xwe. Qewaz çûn. Kaxeza wî birin, dane destê dewrêşa. Kaxez dewrêşa nihêrîn. Padişa kurê xwe xwestye. Dewrêşa şêwr kir, gotin: -Wexta ev kur hate cem me, zar bû, niha dibe qe bavê xwe nas neke. Me pêra zef zehmet dîtye. Em zehmetê xwe bade nadin. Pêra herin. Bi bavê wî, mala wî pê bidin naskirinê. Du roja, sê roja mala wî bin, paşê îzna xwe bixazin, bên mala xwe.

Cav dane padişê, go: -“Dewrêş û kurê te hatin”. Gote xulamekî xwe, go: “Otaxekê valakin”.

Xulam çûn, otax dane valakirinê. Dewrêş ew kurik birne wêderê.

Îjar kur gote dewrêşa, go: -Gelî dewrêşa, gerekê ez herime dîtina dya xwe, damarya xwe.

Dewrêşê mezin, dewrêşê ortê ji dewrêşê çûçikra gotin: -Me dora xwe kirye. Îşev dora teye.

Dewrêşê çûk rabû çû.

Padişê dîsa çêrî wî dewrêşî kir. Go: -Kafir, ew kafir ber destê we kafira hîn bûye, çima hûn nahêlin bê bidime xeniqandinê, kuta bive.

Go: -Tu padşayî, serê mera ra tune, du kelme, sozê mera heye, em xeberdin, me zemetê wî kurî zef dîtye, em ber zemetê xwe dikevin.

Padşa cî nîşanî dewrêş da, rûnişt.

Go: -Padşa, ez ji tera serhatîkê bêjim: wextekî merivek hebû, Canemerz kurê wî bû. Malê wî zef bû, mir, wefat kir. Ma Canemerz. Canemerz pê ket ew mal pûç kir. Jina Canemerz bala xwe dayê, Canemerz mal red kir; ebûra wanî şevê nebû. Jina Canemerz gotê, go: -Xwedê mala te xirab bike, te eva mala birakêd xweda pûç kir: birakê bavê teye kevn hebû, te qe rojekê qencîk yekî ne kir, îro wekî wan jî komekî bida te. Wa ebûra me nabe. Were ezê ji tera kerekê, du mêşoka (çewala), baltekî bikirim, te bispêrime merîkî xêrxaz. Pêra here mêşe, komirê bişewitîne, bîne, belkî em ebûra xwe pê bikin.

Gotê, go: -Evda xwedê, ka gumana min tiştekî tune, ne pole, ne pereye.

Jinê gote Canemerz: Birakî bavê te ez nas dikim. Ezê xwe bavêjimê, zêrekî-duda jê bistînim, pê tivdîra te bibînim. Te pêra daynim. Tu herî mêşe, komir bînî. Te komir anî, emê pê ebûra xwe bikin, hêdî-hêdî deynê wî jî bidin.

Jina Canemerz çû cem birakê bavê, tewaqe jê kir, pere danê, jêra ker sitend, balte sitend, mêşok sitend.

Canemerz sivî bir siparte birakê bavê wî.

Go: -Canemerz nezane, du-sê roja xwera bibin hînî komir şewitandinê bikin, bira bîne nava şeher bifroşe, pê ebûra me bike, hêdî-hêdî deynê te jî bide.

Canemerz du roj, sê roja birakê bavê xwera çû, hat, hîn bû. Canemerz pey wê carêra hindî li mêşe ji hevala dûr ket, çû cîyê xewle, xwera komir da şewitandinê, anî firot.

Rojekê çû rastî dareke gelekî qalin hat. Li wê darê xist, dar birî, orta darê bala xwe dayê kerîyê kûpekî derket, komira xwe şewitandibû, mêşokê xwe dagirtibû. Wexta destê xwe dayê, devê kûp vekir, bala xwe dayê, kûpda hingive, destê xwe da hingiv, kire devê xwe, îşiq kete çeva. Rabû hebaneke nanê wî hebû, hebana nanê xwe tijî wî hingivî kir. Kerê xwe ajot, hat. Hate nêzîkî şeher, qerexa şeher dikaneke cuhû hebû, timê-timê komira xwe dida wî cuhî. Cuhu hate pêşyê, komira wî sitend, perê wî danê, go: -Ew çîye hebana teda?

Go: -Hine hingive.

Mêrê cuhî serwaxte, ji xwe mala cuhu keve, wê çi bîne serê wî, cuhu go: -Bîne hingivê xwe bide min.

Cuhu nihêrî, hingivekî qîmetlûye, cuhu girt girvanke hingiv manêt jê sitend.

Êvarê Canemerz çû mala xwe, gote jina xwe, go: -Îro ez rastî hingiv hatim.

Jinê go: -Te çawa kir?

Go: -Min anî, firot.

-Da kê?

Go: -Da cuhu, girvanka wî manêt.

Jinê tilya xwe havên xist, kire devê xwe. Bala xwe dayê, go: -Canemerz, girvanka vî hingivî, wekî bê orta şeher, pênc manat dest nakeve, te çira firot?

Sivî Canemerz çû, dîsa derdan xwera birin. Îdî tu komir ne şewitandin. Derdana xwe hingiv dagirtin, vegerya hat tanga dikana cuhu. Cuhu dîsa çû pêşîyê, got:

-Te komir nanye?

Go: -Min tu komir nanye, hingiv anye.

Go: -Were hingiv bide min.

Go: -Tu arzan dixwezî, ez nadim te.

Go: -Bide min, ezê sê manata bidim te.

Hingivê wî temam sê manat sitend.

Hinek başqe anî seva jina xwe.

Sivî çû. Ew birakê wî berê mala xwe têda pûç kir, gote birakê xwe, go: -Were, min hingiv dîtye, ez û tu em tev bînin, bifroşin. Tu birakê min kesîbî.

Birakê xwe bir. Çû birakê xweva, îcar sê-çar bar hingiv anî ji wêderê.

Anîna wê rojê firotin girvanka wê pênc manêt. Pere bol-bol qazanc kirin. Roja dinê ew birakê xweva dîsa çûn hingiv, destê wan diha negihîşte kûp, gote birakê xwe, go:

-Were yek me bikeve kûp, hingiv derxe, bide yekî, dagire.

Birakê wî gotêda:

-Canemerz, ji min û te ezî ne beledim, tuyî beledî, tu têkeve kûp. Tu temam veroje, hingiv derxe, ezê paşê şirîtê bavême nava te, te jêla hilkişînim.

Canemerz go: -Birabe.

Canemerz ketê, hingiv temam derxist, gotê, go: Bira, hingiv temam xilaz bûye.

Birakê wî got:

-Hingiv xilaz bû, şirîtê dahêle, ez derkevim.

Birakê Canemerz derê kûp da girtinê. Canemerz têda hişt, barê xwe bar kir, xwera hat.

Em vegerin ser Canemerz, wexta çawa derê kûp girt. Canemerz bala xwe dayê otaxê, wê sekinîye, çira têda dişixule. Ew otax tije mere. Bala xwe da, serê otaxê jorin, padişaê mera navê wî Şahmera.

-Wey, go, elêkime selam, Canemerz, qesasê serê min.

Canemerz wêderê tirsya, go:

-Ey bimbarek, go, ez ne qesasê serê teme…

Gotêda, go: -Tu qesasê serê minî, go, tu usa qesasê serê minî, tu ketî kûp. Belkî bûyî pêxemberê şeherê we, ba lê bîter bûye, xewna xweda dîtye, merîyê belek wê serê Şahmeran tera bînin, tu bixuî, pê xweş bibî.

Tu nizanim xwe nişanî kesî nedî. Padişaê şeherê we telal nava şeher xistine, çi merîyê belek bibînin, wê te bigrin, tu qesasê serê min bî.

Mera Canemerz birin derxistin yêra wî. Canemerz wextekê hew nihêrî şeherê xweye. Padişa çawa xewn dîtibû, serê Şahmaran wîra bîne bixue, dermanê kotîbûna wîye, wê pê xweş bive.

Padişa cav da telalê xwe. Nava şeher xistin, telal-telala kire gazî: çi merîê belek serê Şahmera bîne, dermanê padişêye. Padişaê yeke baş pêra bike.

Birakê Canemerz, Canemerz dît, bala xwe dayê, dît Canemerz belek bûye. Cav da padişa: “merîyê serê Şahmeran bîne, min dîtye”.

Padişa şand pey. Canemerz, go, -were padişa gazî te dike.

Canemerz çû, gotêda, go: -Padişa, çi dibêjî?

Go: -Canemerz, gere serê Şahmeran tu ji minra bînî, te anî, ezê pêşkêşeke baş bidme te, te nanî, ezê serê te lêxim.

Evder go, Canemerz xwe fikirî, duşirmîş bû, go:

-Gere ez herim.

Çû mêşe, dewsa xwe, ser kûp. Derê kûp da vekirinê, kete kûp. Wextekê nihêrî dîsa wê otaxê sekinî.

Çira dişixulî. Şa gotê, go: -Elêkim selam, Canemerz. Tu qesasê serê minî, te digot na, were, keremke, were rûnî.

Şa îzna mera da. Mer bela bûn. Go: -Herkes here mala xwe.

Ma ew û Canemerz wê otaxê.

Go: -Canemerz, tu serê min bibî, tuê çawa bikî, wekîk padişa bixwe pê şa bibe. Şahmera pêra hate halzimên-pêra xeberda.

Gotê: -Ez nizanim.

Go: -Ezê ji tera bêjim, tu çawa bikî. Serê min jêke, bive here, têke beroşekî, sê îstekan av têke ser. Bikelîn, gazî birakê xweke, îstekana ewil dagir ji xwera dayne, ya ortê dagir bide padişa, ya binî dagir bide birakê xwe, birakê teyê hişk bibe.

Wêderê padişa ki xar, wê bikeve xewê, wê di xewêda xewnê bibîne, xewnêda wê bibîne emirê wî sê rojî kotîbûnê sax bive. Peyra padişa mir, tuê dewsa wî padişa bî.

Go: -Rave serê min jêke.

Serê wî jêkir, hilda bir, çû mala padişa. Şand birakê xwe anî. Serî kire beroşê: sê îstekan av berî ser da, da kelandinê. Îstekana ewil dagirt xwera danî. Ya ortê da padişa. Padişa raza. Bira ew razê, ya paşin da birakê xwe. Birakê wî pê mir. Padişa xewn dît wê razana xweda. Xewnêda jêra gotin, go: -Te çima serê wî heywanî da jêkirinê?

Gelekî poşman bû. Padişa go. -Çima min gunê vî heywanî kire situyê xwe, emirê min mabû sê rojê xwedê.

Gote padişa, go: -Padişa, ew padişa çiqas poşman bû, “min çawa gunê wî heywanê han kire situyê xwe, tu wekî encamîyê bibhîsî, tuê deh cara aqas poşman bibî”.

Padişa go: -Tu çawa zanî encamîya wan xebera, ez poşman bibim?

Dewrêş go: -Were sozê rast bide min. Were ber dergê jina xwe bisekin, ezê kurê te hildim herme herêma jina te. Tu bizanbî, çika gilîyê te raste, yanê derew.

Dewrêş padişa hilda, xwera bir, gazî kurê padişa jî kir, padişa ber dêrî sekinî. Kur hilda, çû hundur.

Digotêda: Sultan, tu çira şera davêjî Ûsiv? Me Ûsiv serwext kirye, çawak dilê te, Ûsivê te bistîne. Hema Ûsiv tirsa padişa, bavê newêre, wekî tu karibî padişê bidî kuştinê, Ûsivê te bistîne.

Sultanê got: -Wekî serê Ûsiv minra soze, ez îşev padişê karim bidme kuştinê.

Dewrêş go. -Îznê didime te, heta sibî, te ku padişa da kuştinê, tu bizanbî Ûsivê te bistîne.

Padişa bala xwe daê, -“ezê malarav bûyî, minê ser sozê evê jinka şerûtnûkî, kurê xwe bikuşta”.

Padişa çû du deve anîn. Yêk tî kir, yêk birçî kir. Jina xwe anî kire orta herdu deva. Her lingekî wê devekîva girêda. Deve rakirin, ew ji ortêda qelişandin, canê wê cenimê şa kirin.

Padişa hêja dewrêş qinaxkirin. Hurmet jêra kirin, çi qencye dewrêşara kir. Dewrêşa îzna xwe jê xwest, çûn mala xwe, ew jî çû kurê xwe şa bû.

Got: Dewrêşê Şemo, 60 salî, ji gundê Şamîramê, li ser nehya Aştarakê.

 

“Padişa” wextê êkspêdîsîa sala 1932a ya folklorîyê hate nivîsarê, serkarî li êkspêdîsîayê prof. A. Xaçatryan dikir, bi hevalbendîa Cerdoê Gênco û berevkirî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev