Qurbandayîn

Qurbandayîn

Me di 136 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Qurbandayînraberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 137 

Di deb û bawermendîyên kurdan da qurbandayînên bona xatirê Xwedayan û ruhan cîyekî mezin digirin.

Heywanê bona qurbanê bi heyteholên dînî va dihate raberkirinê. Şêxê êzdîyan serê berxa bona qurbanê bi rengên cuda-cuda va reng dikirin û hîvî ji Melekê Taûs dikirin, ku ew bibe ”qurbana” eynsî.

Piranîya êzdîyan qurban di ocaxên şêxan, pîran û koçekan da didin.

Çend erf û edetên cihûyan, ku derheqa qurbandayînan da ne, bi riya Kitêba Dînî belav bûye û ketîye nava mîtologîya gelek miletan. Dîroka qurbandayînên Abraham û kurê wî bi gelekan va eyan e. Ew hema bêje bi eynî fikirê derbazî nava êzdîyan jî bûye û êzdîyan navê ”Kurê Abram” lê kirine û wek lêgênd li her deran tê gilîkirinê. Tiştekî femdarî ye, ku êzdîyan ew lêgênd gorî dînê xwe hinek guhartine, kirine ya xwe û gorî dîn û zanebûnên xwe şirove dikin.

Melekê Taûs piştî ku qencîyên mezin ji Abram ra kirîye, dixweze wî bicêribîne, ka ew çiqasî helal e, ber wî pêşnîyar dike Îsoyê (Îsahak) kurê xwe bibe serê çiyayê Cûdî û bike qurban.

Abram bêy ku bifikire, kurê xwe hildide û berê xwe dide çiyê. Ew hildikişe serê çiyê û gorî lêgêndê li wir heta îro jî agirê heta-hetayê dişuxule. Abram nişkêva dengekî sêr dibihê: ”Kêrê hilde û kurê xwe serjê bike”. Gava ew kêr nêzîkî serê kurê xwe dike, Melekê Taûs dîhar dibe, destê Abram digire û jê ra dibêje, ku ew di aminayî û helalîya wî da bawer e.

Abram kurê xwe hildide, razîbûna xwe dide Xwedê û dibêje:

 

”Xwedê, tu kerîm î

Melekê Taûs, tu rehîm î

Tu Xwedayê erş û hîm î

Ez razî me ji kerema te”.

 

Lêgênda cihûyan ”Abraham” û ya kurdan ”Abram” bi naveroka xwe va hema bêje eynî ne, firqî tenê ew e, ku di şaxê kurdî da xulamên Abram tunene, lê şaxê cihûyan da Abraham xulamên xwe jî bi xwe ra dibe.

Di Tewretê da, di lêgênda Abraham da behsa jinê nayê kirinê, lê di şaxê kurdî da navê jina Abraham derbaz dibe û ew jin dihate hesibandinê wek keça êlê (eşîretê).

Di şaxa kurdî da em rastî çiyayê Cûdî û agirê heta-hetayê yê li serê çiyê tên, ya ku di şaxê bi ibrî (zimanê cihûyan) da tune.

Lêgênda kurdan ya ”Abram” di mîtologîya kurdan da varyanta ya cihûyan e bi hinek guhartinan va. Lê ya here sereke, ku di herdu lêgêndan da heye, ew edetê qurbandayînê ye, bona şêkirdarîya xwe di hindava Xwedayan û ruhan da dîyar bikin. Di ocaxên êzdîyan da, li çiyan, ber avan, daran, şikevtan û kevirên ziyaretî pez, dewar û teyredeyên nêr yên di rengê sipî û sîs da qurban têne dayînê, piranîya wan beran û dîk in.

Edetên ha bal ermenîyan, ûrisan, cihûyan, huruman (yûnanan), gurcan û gelek miletên mayîn jî hene. Bal cihûyan û huruman qurbana pêşin gerekê nêr bûya.

Gorî Grîgor Tatêvasî: ”Gerekê merivê ku heywanê bona qurbanê serjê dike nêr bûya (mêr bûya) ”[1].

Bal êzdîyan jî kesê ku qurban serjê dikir gerekê mêr bûya.

Ew yek, ku heywanê qurbana pêşin gerekê nêr be, bi awayekî geş di folklora kurdî da xuya dibe. Di destana ”Memê û Zînê” da sê bira bona di karê xwe da serketî bin, qurbanan didin, ew qurban di nav jar, destteng, hewcedar û sêfîlan da bela dikin[2].

Mêrxasê hikyata ”Dewrêş” bona kurê xwe ji destê wehşên ejdaha xilaz bike, ber Erdawid berxê nêr serjê dike û dike qurban.

Eger qurban alî serketina karekî ne dikir, wê demê êzdî sê kevir davîtine warê ku ziyaret lê heye. Gorî femdarîya gel, fikira vî edetî ew e, ku zoraya ruhên neqenc bidine sistkirinê. Wisa xuya ye, ku pevgirêdana vî edetî bi hebandina keviran va heye.

Ji destpêka sedsala 20î di warên Ermenîstanê yên êzdî lê dijîn, ev ocax û ziyaret hebûn:

 

1.Ocaxa Şêx Hesen; di gundê Emençayîrê, navçeya Dîgorê, qezaya Qersê (li Kurdistana Bakur).

2.Ocaxa Cin Teyar; li gundê Mîrekê, navçeya Aparanê (li Ermenîstanê).

3.Ocaxa Şêx Emo û Koçek Xudo, li gundê Karvanserayê, navçeya Artîkê (li Ermenîstanê).

4.Ocaxa Koçek Emo li gundê Camûşvana Biçûk, navçeya Aparanê (li Ermenîstanê).

5.Çiyayê Bozutlîyê; li navçeya Talînê (li Ermenîstanê).

 

Êzdî gava qurban didan, çend niqitk ji xûna qurbanê vedixwerin an jî bi tilîya kodalêsê va ji wê xwînê li enîya xwe dixistin. Di ocaxa ”Cin Teyar” da beran û dîkên sipî dikirin qurban, ji wê xwînê çend niqitk li enîya nexweş dixistin û ew teslîmî ruhê Cin Teyar dikirin. Ji goştê di ocaxê da serjêkirî nexweş didane xwerinê wek tulusm.

Ev edetê ku ji xwîna heywanê qurbandayî vedixwin û li enîya xwe dixin, bal gelek miletên xaçparêz û ne xaçparêz jî heye.

Xevsûran bi xwîna qurbanê bi xaçkî li enîya nexweş dixistin[3], lê osan niqitkên pêşin yên xwîna heywanê qurbandayî davîtine nava êgir[4].

Xwerina çîtîyekî ji goştê kelandî an jî xav û ji xwîna qurbanê çend niqitk vexwerin an jî li enîya xwe xistin bal gelek miletan, herwiha bal kurdan jî, xwedî kemala pêwendîdanînê ye. Hîm û kokên vî edetî gerekê di dewrana derebegîyê da bigerin, dema di hemû dînan da ruhberê ku dihate hebandin, heywan bû. Pêwendîdayîn dihate wê maneyê, ku bi xwerina goştê qurbanê û vexwerina xwîna wê dîndaran bi Horî û Melekan va bi goşt û xwîn va dihatine girêdanê, dibûne kesên hev yên xwînî, bona di paşdemê da dua wan Melek û Horîyan li ser wan be.

Cûrekî qurbandayîna êzdîyan jî hebû: ew zirardayîna bedena xwe bû, wek di wextê çalkirina mirîyan da ser çavên xwe dirûçikandin, xwîn dikirin, porên xwe dibirîn û kurr dikirin, rojî digirtin, bi meh û salan heznî diman.

Heta niha jî rojî girtin di nav êzdîyan da maye, lê yên dinê, ku me li jorê behsa wan kir, hema bêje nemane.

Tevaya civaka êzdîyan tevî qurbandayînê dibû. Piştî qurbanê milet berev dibû, bi hev ra nanê qurbanê dixwerin, ku ew bigihîje ruhê mirîyan. Ev yeka derbazî nava xaçparêzan û mehmedîyan da jî bûye.

Gorî qewal Hecî, xwerina nanê qurbanê bal xaçparêzan mîna wê nanxwerinê ye, ku li ber ziyareta Lalişê tê xwerinê. Eger ew nanxwerin bi amadebûna milet nîbûya, gorî êzdîyan ew wek qurban nedihate qebûlkirinê. Ev qurbandayîn tenê di ocaxên ziyaretî da dihatine dayînê – di çiyan da, di bin darê buhurtî da û ber ziyaretan. Li goristanan jî, ser mezelan qurban didan.

Qurbandayînên li ser mezelan bal yûnanîyên kevin jî hebûye. Ew yek di berhema ”Îlîakan” ya Homêros da derbaz dibe. Li wir Akîlês bona ruhê Patroklês nanê xêrê dide.

Gelek milet, di nav wan da kurd jî, piranî derbaharê qurban didan.

Qurbandayîn, duakirin, heyteholên dînî ji bo wê yekê baharê dikirin, ji ber ku di wê demsalê da tebîyet hişyar dibe, nan zîl dide, digihîje, kulîlk dibişkivin, hêşinayî çîl dide, bona nan pir bûya, tebîyetê heqê merivê xebatkar bida.

Riataza

[1] H.Magsûdyan. Erf û edetên ermenîyan yên di dema derebegîyê da û qurbanên bona Xwedayan. Êçmîadzîn, sala 1945an, adar-nîsan, rûpel 2.

[2] R.Lescot. Textes kurdes. Meme Alan, Beyrouth, sal 1942, rûpel 6.

[3] A.Ya.Kamarauli. Xevsûrîya. Tîflîs, sal 1929, rûpel 80.

[4] M.Kovalêvskî. Berevoka nivîsan, rûpel 79.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev