Jina ji Ebadî re gotibû ”diktator” axifî

Jina ji Ebadî re gotibû ”diktator” axifî

 H e v p e y v î n

Silêmanî (Rûdaw) – Xelka Kerkûkê Ahura Remezan dema Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo kampanya hilbijartinên 12 Gulanê serdana parêzgeha Silêmaniyê kir li cihê bangeşeyê dengê xwe bilind kir û bo Ebadî got: “Diktator, diktator derbikeve, ev der Kurdistan e, cihê te li vê derê nîne.” Ev helwest û gotinên Ahura Remezan di demeke kurt de li ser medyaya civakî dengvedanek mezin pey xwe anî. 

Ahura Remezan rexneyên tund li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî girt û got: “Ez ti cudahî di navbera Ebadî û rejîmê Beasê de nabînim.”

Derbarê kesên ser bi lîsteya Ebadî bûne namzed de Ahura Remazan wiha axifî: “Ez wan kurdên rûreş weke xayîn dibînim.”

Ahura Remezan di hevpeyvînekê de behsa helwesta xwe ya dijî Ebadî kir. 

Tişta bandor li te kirî û te ew gotin li hemberî Ebadî bi karanî çi bû?

Heyameke dirêj e lêkolînê derbarê peywendiyên Kurdan û hikûmetê Iraqê de dikim. Di encama lêkolînan de min dît ku li hemberî doza Kurdan de ti cudahî di navbera rejîma Beas û hikûmeta Ebadî de nîne. Ebadî daxwaza dengan ji wan kesan dike ku berî çend mehan axa wan dagir kiriye û bi fermana wî, hêzên çekdar zarokên wan şehîd kirine. Ev û çend tiştên din sedema nerazîbûn û helwesta min bûn. Min xwest ku ez bidim zanîn wek Kurd me kiryarên wî ji bîr nekirine. Dev ji wî berdin, kesên ketine pey wî jî mirovên xirab in.

 

Tu ji pasavanên Ebadî netirsiyayî êrişê te bikin?

Bi rastî destpêkê ji ber pasavan û tirsa bertekên xelkê li wê derê min gotinên xwe nekirin, lê wê heyama yek tişt ji bo min girîng bû ew jî; ez peyama gelê Kurd li wê derê rabigihînim.

 

Çima te got diktator?

Bi min hemû merc û taybetmediyên diktatorekî li cem Ebadî hene. Mînak biryara navnetewî ya qedexekirina dijî xelkê xwe çekê bikar bîne binpê kir. Wî çekên Hevpeymaniya Navdewletî yên herî modern ji bo şerê DAIŞê dane Iraqê, li herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê weke Kerkûk, Xurmatuyê li dijê Kurdan û Pêşmerge bi kar anî. Wî ev yek weke tolhildanekê kir ku Kurdan tenê bi awayeke aştiyane xwest derbarê çarenûsa xwe de biryara xwe bidin.

 

Piştre Ebadî daxwaza hevdîtineke ji te nekir?

Nexêr.

 

Xelkê Kerkûkê çi helwest li hemberî bertekên te nîşan dan?

Hûn dikarin bersiva vê pirsê li ser medyaya civakî bibînin. Hûn dikarin keyfxweşiya xelkê Kerkûkê li ser medyaya civakî bibînin. Ew dibêjin te tişta di dilê me de anî ziman. Çawa dilxweş nebin di heyamekê de ku serdana gelê me dike hê jî cilên reş ên bûyerên 16ê Cotmehê li ber me ye.

 

Kesekî/ê hîç ji te re got; xwezî te ew bertek nîşan nedaya?

Ez nikarim bersiva vê pirsê bidim.

 

Te tenê dijî Ebadî axaftin kir an jî dijî hemû kesên li wê derê amade bûn?

Ew kesên li wê derê amadebûn ji bo pêşwazîkirina Ebadî li wê derê bûn, bi min ti cudahî di navbera wan û Ebadî de nîne. Çimkî pêşwazîkirina Ebadî tê wateya rewakirina hemû kiriyarên Ebadî yên dijî Kurdan de. Ez wan Kurdên rûreş weke xayîn dibînim. Min tenê li dijî Ebadî qiset nekir, beşek axaftinên min bo ew kesên li wir amade bûn û li ser lîsteya Ebadî bûne namzed.

 

Li ser medyaya civakî tê îdiakirin ku tu xelkê Kerkûkê nînî?

Ez ne bi tenê Kerkûkî me, herwiha ez şoreşgereke Kerkûkê me û malbatekê ji Kerkûkê û şehîdên wan hene me. Bavê min şehîd bûye û ji bajarokê Çîmenê ye û dayîka min jî ji bajarokê Şiwanê ye. Em ji wan qurbaniyên ji ber zext û zilma rejîma Beas neçarbûne ji Kerkûkê birevin herin herêma Hewremanê.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev