KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ -1

KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ -1

MÎRAKÎYA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR 

Sîyasetmedarê binavûdeng Murad Ciwan bi vê lêkolîna xwe me dibe dem û dewranên qedîm yên dîroka welatê me. Ji ber ku nivîs mezin e, em wê dikin sê beşan û dû hev raberî we dikin. Îro em beşa wê a yekê çap dikin.

Murad Ali Ciwan, sîyasetmedar/lêkolîner

Ev xebat, derbarê eslê etnîkî yê xanedaniya damezrêner û rêvebir a wê mîrekiyê de ye ku Tirk jê re Begîtiya Menteşe (Menteşe Beyliği)Menteşeoğulları (Benîmenteşe) yan Emareta Menteşe (Menteşe Emirliği) dibêjinArmanca xebatê ew e ku bi perspektîfeka cuda ji ya heta nuha heyî liv ê meseleyê binêre.

Lê divê di serî de bê destnîşankirin; navê mîrekiyê û xanedanê di hemî çavkaniyên Îslamê, Selçûqiyan û Osmaniyan de wek MenteşaMenteşaoğullarıWeledê MenteşaFerzendê Menteşa yan jî İbn Menteşaderbas dibe. Her wiha, di çavkaniyêna Bîzansî, Cenevizî, Venedîkî û yên din ên Ewropî de ev gotin tê esasgirtin û formên wê yên Grêkî û latînîzekirî tên bikaranîn; her wekî MandachiasMandasiasMantaxias. Navê‘Menteşe’, piştî avabûna Cumhuriyeta Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Loma di vê xebatê de, ji niha û pêve li her cihê ku hat, ev gotin ê wek Menteşa bê nivîsîn.[1]

MENTEŞAYÎ (MENTEŞAOĞULLARI)

Ev pêkhateya îdarî-cografî ya ku di destpêkê de, mîrekiyeka dewleta Selçûqiyên Rûmê[2] ya peravên Daryaya Giravan (Deryaya Egeyê, mulûku’l sewhîl / mîrên peravan) a serhedan (ûc beyliği) bû, piştî belavbûna vê dewletê, serbixweyiya xwe îlan kir û bi navê Mîrekiya Menteşayî (Menteşaoğulları Beyliği), İmaretê Weledê Menteşa yan jî İmareti’l İbn Menteşa hat nasîn, ket qeydên dîrokan.

Li gor Muneccimbaşî Ahmed Efendî, ew erdên ku Menteşayî li ser wan desthilat bûn, gelek bajar û qesebe digirtin nav xwe; Navenda hukumetê Muxla (Muğla) bû. Bajar û qesebeyên wek Balat, Bozuyuk (Bozöyük), Mîlas, Beçîn (Peçîn), Marîn (Mazin), Çîne, Tavas (Avas jî digotinê), Burnaz (Pirnaz, Pirtaz), Mekrî (Fethiye) ve Koycegîz (Köyceğiz) li nav vî memleketî bûn.

Dîroknasê Avusturyayî Paul Wittek ê ku lêkolîneka wî ya berfireh a li ser Mîrekiya Menteşa heye, piştî ku li ser wîlayeta bi navê Menteşa a dewra Osaniyan û daxwiyaniyên gerokê navdar Ewliya Çelebî yên derbarê wilayeta Menteşa de radiweste, erdên ser bi mîrekiya serbixwe ya Menteşayîyan bi vî awayî destnîşan dike; hidûdên siriştî yên Menteşayê, li bakur, çemê Menderes kare bê qebûlkirin. Bi her halî, deştên ku ji peravên başûr yên vî çemî destpê dikin û aliyên sahîlan (yên Egeyê) ser bi Mîrekiya Menteşa ve bûn. Ew jî xwe dispêre Muneccimbaşî û navên bajar û qesebeyên jorîn dijmêre, hin erdên Sökeyê, Qaş (Kaş)ê, Bozdoganê û Qerecesuyê (Karacasu)li wan zêdedike.[3] BodRûm û Marmarîsa îro, weka bajarên ser bi Muxlaya wê demê li nav axa Mîrekiya Menteşayiyan bûn.

Mesaliki’l Ebsar, welatê Menteşa wek Foke bi nav dike, nivîsandî ye ku xwediyê (mîrê) wê Orhan İbn Menteşayîyan qasî pêncî bajaran, du sed keleyan û ordiyeka ji du sed hezar eskeran bêtir hebûn, li Anadoluyê mîrekiyek e ku piştî Germiyaniyân tê. Hebûna vê dewletê, ji nîvê duyê yê sedsala 13-ê destpêkiriye, ji bilî yek-du navbirran, heta çarîka destpêkê ya sedsala 15-ê hatiye. Ev midet, dewraneka li dor 150 salan e.

Di derbarê demên destpêkê yên xanedaniya Menteşayiyan de agahî kêm in. Nayê zanîn kîngê hatine wan warên xwe yên binavkirî. Şikarî, di berhema xwe de ya bi navê Karamanname[4], dinivîse ku Menteşa berî bê van deveran, li gel bavê xwe Hacî Bahaddînê Kurdî Sêwas îdare dikir. Ku Qeremaniyan Sêwas ji wan stend, ew bûn tabiên wan û hatin wan bajarên peravan (sahîlan) yên binavkirî.

Îbn Bîbî, dinivîse ku sultanên Selçûqî Emîr Bahaeddin Muhammed wekî Mulûku’l Sevahîl (mîrê peravan, hidûdên dewletê yên li gel behra vekirî) ew da van deveran.[5] Yazıcızade Alî di Oxuzname /Selçûq-nameya xwe de[6]mîrên Menteşayî, yên Germiyanî, yên Aydinî (Aydınoğulları), yên Saruxanî (Saruhanoğulları), yên Benî Hemîdî (Hamidoğulları) û yên Benî Eşrefî (Eşrefoğulları) wek xanewadeyên esilzade yên ku sultanan eyalet û mîrekî dane wan nîşan dide. Weka ku ê di beşên paşiyê yên vê xebatê de jî bê dîtin, eslên wan dikare bê rakêşan hê berî dema Sêwasê, Meraşê, Elbistanê û Şam-Helebê. Heta ji wê derê jî deverên Kurdistanê yên Zozan, Mûsil, Şarezor û Germiyan, li pişt wan jî Loristanê; Kirmanşahê, lê her ku ber bi wir ve diçe îşaretên rênîşander jî kêmtir dibin, lêkolînên kûrtir û berfirehtir divên.

Ger bê bibîranîn ku îlanên serbixweyî yên mîrekiyên peravan (sevahil) û serhedan (uc) li gel belavbûna dewleta Selçûqiyên Rûmê ya destpêka sedsala 14-ê re ne, kare bê qebûlkirin ku serbixweyiya dewleta Menteşayiyan di dema Melîku’l Sevahîl Menteşa de, di dawiya sedsala 13-ê yan destpêka sedsala 14-ê de buye. Li gor Îbn Bîbî ji van deman pê ve j van deran re diyarê Menteşayiyan (Menteşa ili) hatiye gotin.[7]

Tê zanîn ku di dewra Împaratorê Bîzansî Michael Paleolog de, Salpakis (Sahil begi, mîrê peravan, Mulûku’l sevahîl)Mantaxias (Mantchias, Menteşa), di 1280-ê de bajarê Tralle (Aydın) û Nysa(Sultanhisar) zeft kirine. Ev, nîşanî me dide ku pêşiyên (bapîrên) Menteşa hê berî ku Selçûqî belav bibin li van deveran dijiyan û wan desthilatdarî dikir.

Di 1300 –ê de hukumdarê Menteşayiyan, ji Romayiyan girava Rodosê girt. Li giravê bazirganiya deryayî û bizavên korsanî hatin meşandin. Lê piştî deh salan, şovalyeyên Sen-Jan Rodos ji Menteşayiyan paş de girt. Mîrê Menteşayiyan û birayê Mehmed Begê İbn Aydin; Osman Beg, gelek mihawele kir da giravê paşde bistînin, lê bi ser neketin. Bi taybetî Menteşayiyan gelek dixwest ew desthiladariya giravê bikin lê nebû. Demekê hilkişiyan giravê jî, lê di demeka nêzîk de alîkarî gihîşt giraviyan, ew mecbûrî vekişiyanê bûn.[8]

Nayê zanîn ku Emîr Menteşa kengî miriye. Gava ew mir kurê wî Mesûd Beg[9], piştî wî jî kurê wî Orhan Beg[10] ket şûna wî. Orhan Beg di navbera 1312 û 1319-ê de li jiyanê bû. Gerrokê naskirî Îbn Battuta, hevdîtin li gel Orhan Begî, li Peçîna navenda hukumetê, li gel kurê wî Îbrahîm Beg jî li Muxlayê kiriye.

Orhan Begî jî gelekxwest girava Rodosê bidest xe lê nebû. Her çendî Maqrizîdinivîse ku di 1364-ê de di şerê li hemberê Qiralê Qibrisê de ji bo alîkarîya sultanê Memlûkî Orhan Beg du sed qadirge (keştiyên bêrkêş yên Romayî) şandine jî[11] divê ev ne Orhan Beg, lê neviyê wî Gazi Ahmed Beg be.[12]

Îbrahîm Begê kurê Orhan Beg yê ku li ser dema wî zêde tişt nayên zanîn, berî 1354-ê miriye.

Tê fahmkirin ku piştî vê, di navbera kurên wî Mûsa, Ahmed û Mehemed Beg de nelihavî derketine û mîrekî perçe bûye.

Ji ber derbbûna sikkeyeka (pereyê wê demê yê bi mora wî) wî li Mîlasê û agahîguhêziya navbera wî û Misrê, tê nasîn ku wek mezinê xanedaniyê Mûsa buye hukumdarê Menteşayiyan. Tarîxa mirina wî nayê zanîn.[13]

Piştî wî, kurê Îbrahîm yê duyê; Ahmed Beg, buye mîrê Menteşayiyan. Mehemed Beg li dijî vê rawestiyaye ji bo xwe Balat (Palatia), Ahmed Beg jî ji bo xwe navenda hukumeta esil Peçîn kiriye navend.

Mehemed Begê ku sikkeyeka wî ya sala1364-ê heye, di sala 1390-ê de di şerê ku li gel padîşahê Osmanî Yildirim Bayezîd kir de têk çû, berê çû Misrê, ji wê derê jî xwe gihand Sînopê; nik Îsfendiyar begê Candarî. Welatê wî ket destê Osmaniyan.

Mehemed Beg, piştre di sefera hukumdarê Îlxanî/Moxolî Tîmurleng ya ser Osmaniyan de, pena bir aliye wî. Ku di şerê navbera İlxanî û Osmaniyan de Bayezid têkçû, Tîmûrî erdên birayê wî Ahmed Beg jî tê de Mîrekiya Menteşayiyan da wî. Piştî vî şerî, wekî mîrekiyên din, ya Menteşayî jî gihaşt serxwebûna xwe.

Piştî Mehemed Beg yê ku muhtemelen di sala 1402-yê de mir, em li şûna wî, kurê wî Mîr Îlyas hukumdarê Mîrekiyê dibînin. Salên destpêkê yên Mîr Îlyasê ku heta sala 1425-ê hukumdarî kir, bi serbixweyî derbas bûne, ji 1410-ê pê ve careka din ketiye bin vasaliya Osmaniyan.

Sikkeyekî zîvîn ê sala destpêkê (1402) ya hukumeta Mîr Îlyasî û pereyekî din ê ku sala 1415-ê li ser navê Mehmemed Çelebiyê hukumdarê Osmaniyan derb kiriye hene. Belgeyên giring derbarê bestina peymanên bazirganîyê ên Îlyas Begî li gel Frenkan hene. Mirina wî sala 1421 e. Piştî mirina Mîr Îlyas, kurê wî Leys Beg bû mîrê Menteşayiyan. Katalogên sikkeyan dinivîsin ku sikkeyekî wî jî heye.[14]

Du kurên Mîr Îlyas yên bi navên Uweys û Ahmed, gava wan mirina bavê xwe bihîst reviyan ji zindana Kela Toqatê (Tokat Kalesi) ya ku Osmaniyan ew lê hefs kiribûn, lê Uweys hat girtin û kuştin, Ahmed Begê jî pena bir ba hukumdarê Aqqoyuniyan.

Ji Menteşayiyan Ahmed Begê ku xwedanê alî Mîlas, Peçîn û Muxlayê bû, piştî mirina bavê xwe Îbrahîm Beg û birayê xwe Musa, hilkişiya ser textê mîrekiyê, lê ku birayê wî Mehemed Begê mîrê Balatê li dij rawestiya, hukumeta Menteşayiyan bû du beş. Ger meriv xwe bispêre nivîsên Ewliya Çelebî, Ahmed Gazî, di 1345-ê de ji Romayiyan Eskî Hîsara li rojhilatê Mîlasê zeft kiriye. Ger ev agahî rast be, tê fahmkirin Ahmed Gazî hê berî tarîxa jor, di dema saxiya bavê xwe de di bizavê de bû.[15]

Ahmed Gazî xwdan hêzeka deryayî (donanma) ya mikemmel bû. Bi saya vê, ji tîrmeha 1391-ê heta mirina xwe dewraneka serkeftî derbas kiriye. Tabîra, ”Emiru’l kebir murabit Sultan-us’sevahil” dikare nîşana têkoşerî û serkeftinên wî be.

Piştî mirina Mîr Ahmed, Osmaniyan Mîlâs û Peçîn wergirt. Piştî şerê Anqerê, ji bal Têmûr ve ev der jî hat dayin bo Mehemed Begê hukumdarê Menteşayî. Eserên cuda yên Ahmed Gazî Beg li Milâsê û Peçînê hene.

Menteşayiyan bi saya hêza xwe ya deryayî sefer û êrîş birine ser dora xwe, demekê Girava Rodosê jî xistiye destê xwe. Wan bi hêza xwe ya deryayî alîkariya hukumetên Misrê û Aydinî kirine. Mîrê Menteşeyî bi du sed qadirgeyan (keştiyan) tevî bizava Memlukiyan a ser Qibrisê bûye. Ev dikare fikrekê li ser hêza wan a deryayî bide. Menteşeyiyan bi keştiyên bazirganiyê li gel welatên Frenk, Misrê û giravên derûdorê danûstendin kirine. Belge hene ku bi Venedîkê re peymanên bazirganî bestine. Çavkaniyên Rojavayî dinivîsin ku di sedsala 14-ê de, Balat (Palatia), bazareka di dereceya yekê de bû ji bo firotina alavên Anadoluyê bo Ewropayê.

Venedîkiyan heta demên dawiyê jî pêwendiyên xwe yên bazirganiyê bi vê dewletê re meşandin. Girîngtirîn peymanên bazirganiyê yên sala 1403-yê û yên 1414-ê ne. Peyman di navbera Mîr Îlyas û Venedîkiyan de hatine bestin. Menteşeyiyan bi saya benderên (lîmanên) Balat û Mîlasê dahatên giring bi dest xistine. Ji van ya Balatê, di sedsala XIV-ê de li Anadoluyê navendeka bazarê ya di dereceya yekê de bû; piştre giringiya xwe wenda kir, kar ji bo keştîvanên Xiristiyan hat hiştin.

Di dema xwe de, li Mîlasê, li Muxlayê û li Peçînê medreseyên Menteşayiyan yên hêja yên di dereceya fakulteyên nuha de hebûn. Hukumdarê Balatê Mîr Mehemed, berhemeka bi navê Bazname ya bi Farisî ku li ser nêçîrvaniyê bû, ji bo kurê xwe, bi Mahmudê kurê Mehemedê Barçinî (Pêçînî) da wergerandin ser Tirkî. Wî li ser navê kurê xwe Îlyas jî bi navê Îlyasiye kitêbeka bi tirkî ya li ser biyolojiye hebuye. Ji van take nusxeya Baznameyê ya ku li Kutubxaneya Ambrozianê a li Mîlanoyê heye, Hammer, sala 1840-ê li gel wergera wê ya Almanî çapkiriye.[16]

 

ROLA KURDAN DI MISILMANKIRINA ANADOLUYA NAVÎN Û YA ROJAVA DE

Dîrokzanên Tirk yên ser bi îdeolojiya resmî ve, ji bo ku prosesa musulmankirina erdên ku îro jê re Anadolu yan Tirkiye tê gotin dispêrin fetihkirinên civakên Tirk/Tirkmen, civakên etnîkî yên din înkar dikin. Loma, ew Menteşayiyan jî bêyî ku tu belge û çavkaniyan bidin Tirk/Tirkmen hesab dikin.

Lê belê, di dîrokê de, ew çavknaiyên nivîskî yên Îslamê, Romayiyan û Ewropiyan yên ji dema derketina Menteşayiyan heta nuha ew bi esil ne Tirk/Tirkmen, lê ji civakên Persî/Îranî hatine hejmartin. Di nav hemdemên xwe de jî ew wek kurd hatine zanîn û naskirin. Heta ji alî têgihîştina etnolojîk ya navê xwe jî belgeyên nivîskî û buyerên guhastî li ser kurdbûna wan hene.

Ji bo meriv karibe bi awayekî pak û dirist ji aliyên destnîşankirî nêzîkî nasnameya etnîkî ya Menteşayiyan bibe, bikêrhatîtir e berê meriv rola kurdan a îslamkirina Adoluya navîn û rojava binase.

Îslam, li nav cîranên Kurdan ên başûr; Ereban hilat. Berî hemî wan qewmên ne ereb; cîranên wan ên bakur; Kurdan Îslamiyet qebûl kir.

Gava Îslam hilat, welatê Kurdan di navbera Sasanî û Romayiyan de hatibû dabeşkirin. Pêvajoya îslambûna Ereban, li bakur û bakurê rojavayê xwe pêrgiyê Kurdan bû. Carinan bi zorê, carinan jî bi daxwaza wan ew kirin misilman. Kurdên ku zûtirîn bûn misilman ber bi bakur û rojava ve berî herkesi wan xwe li cebheya herî pêşîn a Îslamê dît. Li serhedan (uc boyları) di pêrgîhatin û hemberîbûna cîhana nemisilman (daru’l herb) de ew wek serê riman li pêşîtirîn rêzan bûn. Belavê deverên Azerbaycanê, Ermenîstanê û Qefqasyayê bûn, li bakurê rojhilat heta Gîlan û Xorasanê çûn. Loma jî di sedsalên piştre de, îstîlayên Oxuzan, Xwarezmiyan û Moxolan ên ku ji rojhilatê ve hatin, hê di destpêkê de Kurd ji ber zexta wan, li bakur ber bi hundurê Gurcisatanê, Ermenistanê û Qefqasyayê, li rojava ber bi hundurê erdên bin serweriya Romayê bûn, koçî wan deveran kirin. Di vê navberê de beşek ji mîr û fermandeyên Kurd ji ber serkeftin û zaferên xwe yên li ser navê Îslamê, mewqî-meqam û statuyên giring wergirtin. Dewletên giring ên wek Şeddadî, Rewadî, Merwanî û Eyyubî encamên van destkeftinan bûn. Dewletbûnê, rola wan a di dinyaya Îslamê de bilindtir û warên serweriya wan berfirehtir kir.

Piştre, ku Tirkmenên Oxuz dinya Îslamê îstîla kir û berfireh bûn, tûşî kurdan jî bûn û zerarên mezin gihandin wan. Lê ji bo ku di gava dawîn de wan hew karî ew xwe li deverên rojavatirîn, li ser hidûdên cîhana Îslamî yên li gel Romayê bigirin, ji serî de ew li gel kurdên li bakurtirîn û rojavatirîn hatin ba hev, ketin nav hev. Van rewşan, rê vekir ku Kurd û Tirk carina li gel hev reqabetê (minafeseyê) û pevçûnê bikin, carina jî bi hev re mil bi mil tevî cîhadê bin, erdên nuh fetih bikin, îslamê belav û berfireh bikin.

Dîrokzan hemra ne ku Îslamiyetê ji Ereban zêdetir civakên Îranî fêrî Tirkan kirine. Ji bo ku hem xelkên bicîh û cîwarbuyî û biqidemtirînê Îslamê bûn, hem jî li herî serhedwaran ew û Tirk li gel hev dijiyan, zêdetirîn Tirk Îslamê ji Kurdan fêr bûn. Di tradîsyonên dînî û tesewifî yên Tirkan de, di şikilwergirtina adet û rêveçûnên dînî yên ortodoks û heterodoks de tesîra Kurdan mezin bû.

Piştre, îstîlayên Xwarezmiyan, li pey wan jî yên Moxoliyan hatin. Wan jî dawiya dawîn karîbû ew xwe li serhedên rojavatirîn; li serhedên Romayiyan ragirin. Piştî Ereban, di nav civakên misilmanbûyî de tenê Kurd, Faris û Tirk nebûn, Xwarezmî jî misilman bûn. Îlxaniyên Moxolî yên ku rojavayê welatên xwe seranser (Îran, Iraqa Ecem, Iraqa Ereb, Kurdistan, Azerbaycan, Ermenîstan, piştre Musil, bakurê Heleb û Şamê, devera Klikyayê, warê Selçûqiyên Rûmê, herî dawîn jî hin erdên Osmaniyan) feth û îstîla û dagir kirin jî beşeka giring ji wan bi sethî be jî misilman bûn. Wekî din, beşek ji Rûm, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Keldanîyan di nav civakên misilmankirî de bûn û wan rola xwe di misilmankirina Anadoluyê de leyist.

Di vê kombînezonê de li warê herî Rojava, yên ku zêdetirîn di cîhad, îstîla û fethan de ji civakên ku biserketin yek jê jî Selçûqiyên Rûmê bûn.

Bapîrên pêşîn yên Selçûqiyên Rûmê, Qutalmiş (Kutalmış) û merivên nêzîk yên li dorê, pismam û birayên dêmariyê yên sultanê pêşîn ê Selçûqiyên Mezin/Îranê Tuğrul Beg bûn. Evan neşiya ciyên xwe di navenda desthilata dewleta Selçûqiya mezin de werbigirin û bilind bibin. Carina, navenda desthilata Tuğrul, ew li deverên serhedan yên perîferiyan yên dûrî navenda destilatê bicihkirin, carina ji bo ku wan cih û meqam li navendê nedidîtin bi xwe diçûn rojavatîrîn serhedên cîhana Îslamê, daru’l herbê, diketin nav xeza û cîhadê û erdên ne-misilman ên nav Împaratoriya Romayê fetih dikirin, li ser wan dibûn desthilat.

Piştî ku Qutalmiş di nav şerê Selçûqiyan bi xwe de hat kuştin, kurê wî Suleyman Şah û piştre jî kurê wî Qilicarslanê Yekê, berê hatin Suriyeyê, neşiyan li wê derê xwe ragirin, yan jî ji bo ku emîrên misilman berî wan hatibûn ew der dagirkiribûn wan cihên ’’vala’’ nedîtin, berê xwe dan Antakyayê, Meraşê, Malatyayê, Sewasê, Konyayê, Qeyseriyê; hin kele û bajar li van deran feth kirin, ev dever zeft kirin. Hê di dema Suleyman Şah de heta Bursa û Îznîkê kele û bajar wergirtin, çûn li tengava (gewriya) Îstanbulê (Bosforê) asê bûn. Lê Împaratorê Romayê, gazî û hawar daxist ba Papayê bajarê Romayê û rê li ber Sefera Yekê a Xaçparêzan vekir.

[1] İ. Hakkı Uzunçarşılıoğlu, Anadolu Beylikleri ve Akkoyunlu, Karakoyunlu Devletleri, Weşanên TTK, 1937 Ankara, r. 19-22.

[2] Ji Dewleta Selçûqiyên Rûmê re li Tirkiyeya îro Dewleta Selçûkiyên Anadoluyê (Anadolu Selçuklu Devleti) tê gotin. Ev nav, piştî Cumhuriyeta Tirkiyeyê derket meydanê. Hem Selçûqî bi xwe, hem jî çavkaniyên Rojhilat û Rojavayî ev dewlet wek Dewleta Selçûqiyên Rumê (Rum Selçuklu Devleti) binavkir. Em jî, wan ji xwe re çi gotiye, wan welê binavdikin.

[3] Paul Wittek, Menteşa Beyliği (Mîrekiya Menteşa), Wergêrê ser Tirkî O. Ş. Gökyay, W TTK, çapa 3. , Ankara, 1999, r. 170.

[4] Şikarî, Karamanname [Zamanın kahramanları Karamaniler’in tarihi] (Terîxa Qeremaniyan), yên amade kirine Metin Sözen, Nejdet Sakaoğlu, weşanên Karaman Valiliği-Karaman Belediyesi, 2005, İstanbul, r. 145.

[5] İbn Bibi (El Huseyin b. Muhammed b. Ali el-Caferi er-Rugadi) amadekar Prf. Dr. Mürsel Öztürk, Weşanên Wezareta Kulturê, 1996 Ankara.

[6] Abdullah Bakır, Yazıcızde Ali’nin Selçuk-name İsimli Eserinin Edisyon Kritiği, Teza Doktorayê ya neçapkirî, İstanbul 2008.

[7] A.n. d.

[8] Osmanlı İmparatorluğu’nun Kuruluşu (Damezrandina Împaratoriya Osmanî), nusxeya Gibons ya wergerandî, r. 29. veguhêz Paul Wittek.

[9] Hin çavkanî Mesûd Beg wek kurê Menteşa û xelefê wî, Orhan Beg jÎ kurê Mesûd dinivîsin, hin jî rasterast Orhan Beg wek kurê Menteş didin naskirin. MC

[10] Kitabussulûk ….. di nav buyerên sala 766-ê hicrî de, veguhêz Wittek.

[11] İ. Hakkı Uzunçarşlıoğlu, Anadolu Beylikleri ve Akkoyunlu, Karakoyunlu Beylikleri, Weşanên TTK, 1937 Ankara, beşê Mîrekiya Menteşa.

[12] Berî 1366-ê.

[13] Uzunçarşılıoğlu, beşê Mîrekiya Menteşa.

[14] A. n. d. Beşê Mîrekiya Menteşa.

[15] A. n. d. Beşê Mîrekiya Menteşa,

[16] Ev Suleyman Şah, ew kes e ku Osmanî û dîroknasên niha yên Tirk dixwazin wî wek bapîrê xanedaniya Osmanîyan bidin nasîn, yê ku gorra wî li Kela Caberê bû. Lê belê tu pêwendiya Suleyman Şah bi van îdîayan tuneye, tu xizmayetî di navbra bapîrên Osmaniyan wî de tune. Çîrok bi zanebûn hatiye durustkirin. Tenê bavê Osman Begê danerê dewleta Osmanî Eruğrul tê zanîn û hew. Kes nizane ku bavê Ertugrul kî ye. Ertugrul bi xwe serokê eşîrê yê şivanê deve û hespên Sultan Alaeddîn Keyqubadê Yekê bû.

(dûmayîka nivîsê sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev