KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ -2

KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ -2

MÎRAKÎYA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR 

Sîyasetmedarê binavûdeng Murad Ciwan bi vê lêkolîna xwe me dibe dem û dewranên qedîm yên dîroka welatê me. Ji ber ku nivîs mezin e, me ew kir sê beşan, beşa pêşin duh çap kir, beşa duduyan îro çap dikin.

Murad Ali Ciwan, sîyasetmedar/lêkolîner

Sefera Yekê ya Xaçparêzan, zûbizû fetihkarên bi fermandeyiya Suleyman Şahî paş ve pekand. Misilman heta Qonyayê, Sêwasê, Meletyeyê vekişiyan. Antakya û gelek keleyên li perava Derya Sipî (Ak Denîz) ji dest emîrên misilmanan hatin derxistin. Deverên Meraş û Elbistanê gelek caran dest guhertin. Van buyeran di dawiya sedsala 11-ê û destpêka sesala 12-ê de rû dan.

Suleyman Şah, tevî emîrên li gel xwe berê xwe da Suriyeyê, xwest erdên Şamê û Helebê ji Tutuş û emîr û fermandeyên wî yên din ên ser bi dewleta Selçûqiyên Îranê ve bistîne. Şer di navbera wan de derketin. Suleyman Şah di van şeran de hat kuştin û li nêzî Helebê li Kela Caberê hat definkirin.[17]

Damezrênerê Dewleta Selçûqiyên Rûmê Sulyman Şah bin Qutalmiş(Kutalmış) e. Berê Îznîk, piştre Qonya vû navenda hukumdariya vê dewletê. Piştî vekişiyana ji ber êrîşên Sefera Yekê a Xaçparêzan, wan ji nuh ve xwe da ser hev. Ku Suleyman Şah hat kuştin, kurê wî Qilicarslanê Yekê (Birinci Kılıçarslan) yê ku hê negihîştibû jiyê bilûxê hat anîn ser text. HerçÎ Selçûqiyên Rûmê bi ser hev de hatin lê heta ku gihaştin dewra berfirehbûnê sedsalek derbas bû.

Berfirehbûna cara duyê, çarmedor bi her aliyî ve bû. Li Rojava Muxla, Aydın, Qerehîsar (Karahisar), Manîsa, İsparta û Anqere (Ankara), li bakur Kutahya, Denizli (Dongizlû), Qestemonî (Kastamonu), Toqat (Tokat) û Amasya girt nav xwe. Heta Sînop û Samsunê hilkişiya, xwe gihand Erzincanê. Qeyserî (Kayseri) Sivas, Meletiye, Meraş û Elbistan li alî rojhilat tevî nav axa vê dewletê bûn. Li bakurê rojhilêt heta Xelatê (Ahlat), li rojhilat heta Amîdê û Meyafarqînê dirêj bû.

Selçûqiyên Rûmê carina bi Eyubiyan re pevçûn, bi ser jî ketin, têk jî çûn. Hin deman jî li hemberî Xwarezmiyan û Moxolan van herdu dewletan hevkarî kir.

Jiyê Selçûqiyên Rûmê yên li rojavatir; warên lêhatiyên berfirehbûnê, ji bo ku zexta Moxoliyan hê derengtir li ser xwe hest kir, ji Eyubiyên rojhilat û başurê rojhilatê xwe dirêjtir bû. Eyubî her çendîn di şerê li hember Xwarezmiyan de bi ser ketin, lê gelek hincirîn. Şerên li ser text, reqabetên (minafeseyên) mîratxwirên Selaheddînê Eyûbî yên dereceya yekê û ya duyê, piştre, zexta ji ber hatina lehiya îstilayên mezin ên Moxoliyan ew zûtir hilweşiyan. Memlukî hilkişiyan ser desthilata vê dewletê. Dewleta Memlukiyan jî pirê caran li gel Selçûqiyên Rûmê şer û pevçûn kirin.

Selçûqiyên Rûmê bi serkeftinên li gel beg û mîrên li gel xwe û yên ku tabiiyeta wan qebûlkirine ku gav bi gav berfireh bûn, erd dagirkirin, ev mîr û begên xwe misêwa wek mulûku’l sevahil (uc beyi, sahil beyî, mîrên serhedan û peravan) liperavên ji Deryaya Sipî û Egeyê (Deryaya Giravan) heta peravên Deryaya Reş ên ji Sînobê (Sinop), Canîkê (Samsun), heta Gîresunê û nêzî Trabzonê vezeliyayî bicihkirin. Ev Qeremanî (Kramanoğulları), Germiyanî, Menteşayî, Aydinî, Saruxanî, Eşrefî, Candarî (Candaroğulları/Çandaroğulları), Osmanî (Osmanoğulları), Perwaneyî (Pervaneoğulları), Yinanci/Tenencî (İnançoğulları) Ahmed Tevhidi dibêjeTenençoğulları) û hwd bûn. Van beg û mîran li ser erdên ku feth dikirin, yan jî carinan ji ber bikêrhatinên xwe yên ku ji bo sultanan nîşan didan, bir fermanên sultanan serwertiyên van deran heq dikirin, dibûn xwediyên (malikên) van diyaran yên bi mafê mîrasdariyê.

Piştre, Xwarezmî û Moxolî jî hatin van diyaran, wan jî hin mîrekî avakirin, yan jî hin mîrekiyên heyî xistin destên xwe, an li wan deran ketin bin serweriyên mîrekiyên berê, berpirsiyarî hildan.

Danişmendiyên ku tirknîjadiya wan ne zelal e, bi îhtîmaleka mezin esilermeniyên misilmanbûyî ne û ji başurê rojhilatê Îranê hatine, hê berî Selçûqiyan li Anadoluyê dewleta Danişmendiyan danî. Eretnayî (Ertenayî) dewleteka paşêhatî ya têkilheviya Moxol-Tirkmenan bû. Mîrasên wan Qadî Burhaneddin Ahmed zeft kir û hukumdariya xwe li ser avayiya wan cîbicî kir. Emir Burhaneddîn Kurd ê bi minasebeta zewacê bûbû xizmê Sultan Mesûdê II-yê yê Selçûqiyan û kurê wî Kutlu Şah Îbn Kurd yê ku li pey wî hat, kurê wî jî Hacî Şad Geldî Paşa (Padişah) yê ku ket şûna wî û kurê wî Emîr Ahmed jî; wan Emareta Kurd ya Amasyayê danî û birêve bir. Bi vê maneyê, dikare hê gelek mîrekiyên hûr û gir bên hejmartin.

Helbet temamiya van ne Tirk bûn. Yên ku Tirk/Tirkmen bûn, yên ku piştre bûbûn tirk di piraniyê de bûn, lê li gel wan Kurd, Xwarezmî, Moxol, esil kolemen (memluk), hindik be jî Ereb û Faris hebûn. Mîrekî û begîtiyên ku xanedanên Rûm, Ermenî, Asurî-Suryanî, Gurciyên misilmanbûyî hebûn. Ermenî û Rûmên ku dev ji dînên xwe bernedabûn jî gelek bûn. Divê ew civakên Latîn û Frenkên ku bi Xaçparêzan û fîloyên keştiyên bazirganiyên deryayî re hatibûn Asya nêzîk jî tevî van pêkhateyan bên hesabkirin.

Li aliyê hember, vasalên ser bi İmparatoriya Romayê (Bizansê), Pontusî, Ermenî, Gurcî, rasterast hêza Romayê bi xwe hebû.

Helbet ev, carina di çarçoveya peyweendiyên hevkarî, xizmayetî û şirîkatiyan/hevpariyan de, di nav refên orduyên sultanan û mîr û begên ser bi wan ve de xuya dibûn, carina jî sultan bi xwe û emîrên wan bi eskerên xwe re li nav rêzên pêkhateyên nemisilman xwiya dibûn. Ev diyardeyên dîtî yên gelek tebîî bûn.

Ji nîvê sedsala 13-ê û pê ve, bizav û îstîlaya Moxoliyan êdî derfeta hilmvedaneka azad nedida dewleta Selçûqiyên Rûmê jî. Di Şerê Kosedaxê (Kösedağ Savaşı) yê 1243-yê de ku Selçûqî li ber Moxol/Îlxaniyan têk çûn, qonaxa berbelavbûna vê dewletê jî destpêkir. Berê siyaseteka pêbestî, piştre pêwendiyên awe-vasalî û di demeka ji nîv sedsalê kurttir de; di destpêka sedsala 14-ê de pêvajoya belavbûnê hat.

Her ku ev pêvajo diyar û likar bû, ew mîrekiyên serhed û peravan (Derya Sipî, Deryaya Egeyê, Deryaya Reş) destpêkir serxwebûnên xwe îlan kirin; li ser navên xwe xutbe xwendin, dirav dan derbkirin.

Di vê navberê de ku mîrekiyên li Anadoluya rojava û navîn, bi berberî û pevçûnan hevdu dihincirand, Mîrekiya Osmanî ya li rojavatirîn, bi derfetên mezin yên feth û dagirkirina Trakyayê û Balkanan û belavbûna li ser erda wan, di demeka kurt de bû mezintirîn û bihêztirîn mîrekiya nav hemuyan. Yek bi yek mîrekiyên din carinan bi şeran, carinan bi zextan, carinan bi kirîna milken wan, carinan jî bi danîna pêwendî û hevkariyên xizmayetî, bazirganî û eskerî, bi xwe ve girêdan, erdên wan xistin nav erdên xwe. Vê qonaxê ji destpêka sedsala 14-ê heta qirnê pêşîn ê sedsala 16ê bi dawîlêanîna mîrekiya Dulqadiriyan dom kir.

Bi têkçûna sultanê Osmanî Bayezîdê Yekê di şerê Anqerê de li hember Tîmûrlengê xanê Moxoliyan/Îlxaniyan di destpêka sedsala 15-ê de û bi vê re destpêbûna pevçûn û reqabetên desthilatê li navenda Osmaniyan, mîrekiyên Anadoluya rojava û navîn derfetek dît ku cardin serxwebûnên dewletên xwe vejînin. Ku di şerê Anqereyê de mîrekiyan li alî Tîmûrleng cih girt li hemberî Bayezîd, wî hemû erdên wan ji Osmaniyan girtin dan xwediyên wan ên berê, wan ji nuh ve serxwebûna xwe ragihand. Lê jiyên wan; yên hinan du deh salan, yên hinan jî nîv qirnê nekêşa. Êdî bi temamî hilweşiyan û tevî dewleta Osmanî bûn.

DI MISILMANBÛNA ANADOLIYÊ DE KURDÊN LI NAV RÊZÊN SELÇÛQİYÊN RÛMÊ

Çavkaniyên nivîsandî yên Îslamê, yên Selçûqiyan û Bîzansiyan, nîşan didin ku hê ji destpêkê de, Kurdan di misilmankirina Anadoluya rojava û navîn de roleka giring lîstiye. Esas, hê berî ku Tirk bibin misilman û bên diyarên Îslamê, Kurdan di seferên berfirehbûna ber bi Rojava de yên bi serokatiya fermandeyên Ereb ên misilman cih girtine. Loma hebûna wan a li bakurê Suriyeyê, Kapadokya û Klîkyayê; Helebê, Antaqyayê, Meraşê, Meletyeyê û Sêwasê berî ya Tirkan e.

Lê ev sefer ne ji bo take carekê ne. Di encamên berfirehbûn û îstîlaya Tirkmanên Oxuz, yên Moxoliyan, yên Xwarezmiyan, pevçûnên hukumdar û dewletên Îslamê yên navxwe, ber bi rojava ve berfirehbûna Kurdan bi çend pêlên li ser hev ên çend sedsalan pêk hatine. Yên ku di destpêka Îslamê de hatine, yên ku piştî îstîlayên Tirkman-Oxuzan hatine, yên ku ji ber Moxolan û Xwazrezmiyan bazdane hatine. Wekî din jî, yên ku cîhad ji bo xwe kirine awayekî jiyanê û warê qezencê û her ber bi serhedên daru’l herbê yên Rojava (Împaratoriya Romayê) ve hatî hene.

Seferên wiha yên civakên kurdan carinan bi rêveberiya mîr û fermandeyên xwe yên kurd, carinan jî wek civakên piçûk ên koçer, da biçin bigihên nav refên fermande û mîrên ku berê çûne û li wan deran cih zeft kirine, nav û deng dane. Carinan jî bi ferdî an grûbî bi armancên eskeriya ulûfetîyê (ekseriya bi meaşekî, eskeriya bi peran) buye. Helbet ev sefer bi giştî li ser esasê taybetmendiya seferên qirnê navîn; bi malbat, xizm, maiyet, mal, milk, çek û hebûna xwe ya veguhêz (taşınabilir) bûne.

Li gor ku em ji İbn Bîbî û Yazıcızade Alî tê digihên, hê di dema avabûna dewleta Selçûqiyên Rûmê de, ango di sedsala 11-ê de, li nav rêzên emîr û sultanên wê, hêzeka giring a Kurd hebû. Ev herdu dîroknivîs, gava behsa hê dewreka gelek derbasbûyî, dawra ku Suleyman Şah ê damezrênerê dewleta Selçûqiyên Rûmê li nêzî Helebê li gel orduyên emîrê Selçûqiyên Îranê ê Şamê Tutuş Beg şer dikir û di wî şerî de hat kuştin dike, di nav beg û emîrên ku li rex wî di şer de bûn, piştî mirina wî jî xwedan hêz û biryareka wiha bûn ku karibûn destnîşan bikin ka kî têkeve şûna wî, navê Kurdan jî îşaret dikin.

Li gor Îbn Bîbî, gava Sultan Rukneddîn Suleyman Şah hat kuştin, kesên hê ji Mahruseya Toqatê (Eyaleta Toqatê) li gel wî hatibûn, ketibûn xizmeta mezinên seltenetê, yên ku padîşah sirên xwe li gel wan parve dikir û xwedan meqamên bilind; begên dewletê (umera-yî dewlet) , mezinên seltenetê (ekâbirên seltenetê) ên wek Nuh Alp, Emir Mende ve Tuz Beg, kurê Sultanê kuştî; İzeddîn Kilicarslanê ku hê negihaştibe jiyê bilûxê lê tîrêjên bextewerî û mezinahiyê li eniya wî diçirûsîn, taybetmendiyên rêvebirî û padîşahiyê hakimê hal û tevgerên wî bûn, wek hîlaleka ronahîdera derûdora xwe li ser text dan rûniştin.[18]

Li vê derê ji yên ku navên wan derbas dibin bi kêmasî yek, her wekî di behsa etîmolojiya ‘Menteşa’ de ê bi xurdekarî li serê bê rawestiyan, dikare bê gitin ku mîrê kurdan e; Emîr Mende…

WeqenivîsYazicizade Alîyê ku di nîvê sedsala 15-ê de di dewra Padîşahê Osmanî Sultan Muradê II-ê de Selçûqnameya Îbn Bîbî guhert, lê zêde û kêm kir, hetta agahiyên ji weqanivîs û dîrokzanên din lê zêdekir û bi wî awayî wergerand, ji Farisî kir Osmanî û navê wê kir Tarîxa Alî Selçûq kuOğuzname jî jê re tê gotin[19] di bareyê derxistina ser text a KilicArsalan piştî kuştina bavê wî, behsa gelek emîran dike ku biryar li ser vî karî dane.[20] Li vê derê ji bilî Emîr Mende, em navê emîrekî kurd ê din dibînin. Yazicizade, bi vî awayî behsa hilkişandina ser text a şehzadeyê hê di jiyê zaroktiyê de dike:

Çewa ku Suleyman Şah mir (1086) û begên hukumetê, mezinên seltenetê Nuh Alp, Aydın Alp, Kendüzi (Gündüz?) Alp, Mende Beg, Tüze Beg, Bedreddin Mahmud Beg, Şahabeddin Lu’lu Beg û Şemseddin Kurd Begêku, hê ji Toqatê li gel xizmeta rêwîtiya Sultan bûn, agadarê mişêwre û sirrên nebûyî-nebihîştî û desthilatdarê avakirina paşerojê bûn, İzzeddîn Qilicarslanê (Kilicarslanê Yekê 1079-1027) kurê Sultan, ku hê ji jiyê zaroktiyê derbasî jiyê bilûxê nebûbû (7 salî)… wek bedrekê(hîva çarde şevî) derbasî ser textê padîşahiyê kir.[21]

Ji van herdu ragihandinan em digihên hin agahiyên gelek giring. Di nav emîrên li rex Suleyman Şah de em pêrgiyê bi kêmasî du emîrên Kurd dibin; Emîr Mende (Mende/Mendê Beg) û Şemseddîn Kurd Beg. Ev ew qas nêzî Suleyman Şah in ku di meqamê bilindtirîn ê dewleta wî de, li dîwana wî, li gel wî dimînin. Ji Toqatê heta dora Helebê li gel wî hatine, hevalên wî yên rêwîtiyê, seferê û yên şera ne, ji pêbawertirînên sirdaşên wî ne. Ev agahî her wiha nîşan didin ku hê berê di sefer, şer û fethên ber bi Toqatê ve de, ew li gel hev bûne.

Ev emîr eşkere di nav birêvebirên pilebilindtirîn ên avakirên dewleta nuhavabuyî ya Selçûqiyên Rûmê de ne. Ew qas xwedan desthilat in ku piştî kuştina Suleyman Şah, biryar û hêza wan li gel yên din têrê dike da kî ê di şûna wî de hilkişe ser text bie sere dewleta Selçûqî. Sultan Qilicarslanê Yekê yê ku ew dixwazin hê zarok (7 salî) be jî hildikişe ser text. Ev tê wê maneyê ku van emîran demekê bi hev re, li ser navê sultanê piçûk dewleta Selçûqî îdare kiriye.

Tarîxa kuştina Suleyman Şah 1086 e. Nexwe, hê bi kêmanî ji dawiya sedsala 11-ê bi vir de, Kurdan cihên xwe di nav rêzên berpirsên dewleta Selçûqî de girtine yên ku di misilmankirina Anadoluyê de xwedan roleka kartêkir in. Helbet kurdîtiya wan kesên ku navên wan li vê derê derbas dibin, diyar e ji ber ku rasterast bi navê Kurd tên binavkirin, an bi etîmolojîya xwe xwiya ne ku ji civakeka kurdewarî tên. Bêguman, gelek emîr, beg, fermande yan şerkir û rêvebirên Kurd jî di nav van refan de hene ku navên wan rasterast bi navê qewmiyeta wan ve nayê girêdan, rehên wan ên etnîkî nayên zelalkirin, tenê navekî misilmanan yê normal li ser wan e. Bi kêmtirîn di her asta xiyerarşîya dewletê û cavakê de hebûneka bihêz ya kurdan tunebe, berpirsên navên wan derbasbûyî, ê neşiyana hilkişin heta wan meqaman ew qas bihêz nedibûn.

Balkêş e, her wekî em hê di nîvê duyê yê sedsala 11-ê de li gelek nêzî damezrênerê dewletê Suleyman di postên giring de emîrên Kurdan dibînin, her wiha em di dawiya sedsala 14-ê û destpêka sedsala 15-ê de di dema hilweşiyan û herifîna her eynî dewletê de, li gelek nêzîkî xanedaniya Selçûqî, heta di nav pêwendiyên xizmayetiya nêzîk de rastî hebûneka bihêz a emîrên Kurd dibînin. Her wekî tê zanîn Sultan Mesûdê II-yê sultanê paşîn ê van Selçûqiyan e. Piştî wî dewlet bi temamî belav buye. Emîrê Amasyayê Bahaeddîn Kurd, li gel keça kurê Sultan Mesûdê II-ê Şehzade Altunbaş zewicîbû. Çend caran şehzadeyên Sultan Mesûd tûşî êrîşên Moxoliyan bûn, her carê Emîr Bahaeddîn Kurd ew parastin.

Hacî Kutlu (Qûtlû) Şahê ku ket şûna bavê xwe Emîr Bahaeddîn Kurd, di dema mîrîtiya xwe de gava Qonya ji Qeremaniyan zeft kir, ji bo li hemberî wan desthilata xanedaniya Selçûqiyan vejîne bapîrê xwe Altunbaşê Selçûqî li Amasyayê sultan îlan kir û ew hilkişand ser text. Ev mihawele biserneket, lê emîrên Kurd yên Amasyayê ji vê kefteleftê bihêztir derketin piştre jî wan serxwebûna xwe îlan kir.[22] Ev, nîşanî me dide ku ji destpêka damezirandina dewleta Selçûqiyên Rûmê heta dawiya hilweşiyana wê, mîrên Kurd di navenda desthilatê ya dewleta Selçûqî de xwedan cih û postên giring bûn.

Di dema bahskirina buyerên hin dewran de, behsa hin navên emîrên Kurd jî tên dayin ku ew li Qesra Selçûqiyan emîr candar bûn. Emîr candar emîrên wan hêza ne ku, di vehêsan, hazar û seferê de di hundurê qesr an xîveta Sultan de li dora wî hene, wî diparêzin, nêzîktirên parastin û ewleyiya wî dikin.

[17] İbn Bibi (El-Hüseyin B. Muhammed B. Ali El-Ca’ferî er-Rugadî), El Evamir’ül-Ala’iyye Fi’l-Umuri’l-Ala’iyye (Selçuk-name), yê ku ji Farisî wergerand Tirkî Prof. Dr. Mürsel Öztürk, Weşanên Türkiye Cumhuriyeti Kültür Bakanlığı, çapa yekê, 1996, Ankara, c. 2, r. 96.

[18] Binêre, Abdullah Bakır, Yazıcızade Ali’nin Selçuk-name İsimli Eserinin Edisyon Kritiği, teza doktorayê ya neweşandî, İstanbul 2008.

[19] Diyar e ku bi saya girtina agahiyan ji çavkaniyên ji bilî İbn Bibi, ev nav zêde bûne.

[20] Yazıcızade, r. 176-177. Li derên din derbasbûna wî ya ser text ne 1086, 1092 tê nîşandan.

[21] Murad Ali Ciwan, ‘’Amasya Bağımsız Kürd Emirliği’’, https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/

[22] İbn Bibi (El Hüseyin b. Muhammed b. Ali el-Caferi er-Rugadi) c. 2, r. 25.

Emîr Candar fermandeyê muhefezekirina qesrê ye ku di bin fermana wî de ji bo vê erkê yekîneyên zêdehejmar ên candariyan hebûn. Candar siwarî bûn, li pişta wan hemayilên zêrkildayî û şûr hebûn. Gava Alaeddîn Keyqubad sultan hat îlankirin û hat Qonyayê di maiyeta wî de 120 mihafiz candar hebûn. Ev, mêrxastirîn û wêrektirîn candarên ji nav yên din hilbijartî bûn. Hin ji candarên hukumdaran yên hilbijartî ji bo parastina dîwana wî dihatin terxankirin. Candaran di dema şeran de, li qonaxên vehêsanê di dema seferan de, bi hêzên xas yên hilbijartî li dora sultan ji bo mihafizeya wî dibizivîn. (İbni Bibi)

(me beşa pêşin a nivîsê duh çap kir, beşa dawî jî emê sibê na dusibe çap bikin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev