Şêx Seîd ji Rûsyayê re nameyek dinivîse

Şêx Seîd ji Rûsyayê re nameyek dinivîse

Welat Agirî

Beriya serhildanê Şêx Seîd di kongreya Erzeromê de ji ûris re nameyek dinivîse û dibêje:

“Hûn bi cografiya Kurdistanê ve, dewletek him sînorên me û him jî ji dewletên awropî çêtir mesele û tarîxa me nas dikin. Çawa ku hûn şoreşên me jî yeko yeko dizanin, jê û pê ve dîsa hûn dizanin, ku miletek xerîb di bawermendiya îslamî de ji Mengolya derbazî welatê me bûne, li me hukum dikin, sîtemkariyek welê ku bawerî bi hiqûqa me ya nijadî û tarîxî jî naynin. Dixwazin me di welatê me de asîmîle bikin, heya nahêlin ku em bi zimanê xwe ê maderî bixwînin û binivîsin, ji tevaya mafê însanî em bê par kirine, di warên civatî û abûrî de jî her û her dijwariyên mezin dighînin me.

Aydiyalojiya we alîkariya miletên bindest e, dema em bi doza xwe ve rabin, hingê em hêviya alîkariyên siyasî ji we dikin. Beriya kutahiya nivîsarê, em îhtirama xwe ji we re pêşkeş dikin, çavnêrê bersîva we ne. Ji bona civînekê, zeman û mekan spartiyê we ye”.

 

Bersîva Rûsyayê:

“Em dizanin, hûn nijadê arî, koka rojhilata navîn in. Ji ezmînên dûr ve, di wê etnografiyê de her mayînde ne. Ji milê din, em dizanin ku welatê xwe de sitembar in, kesek nikare vê înkar bike. Lê em têkilî bi hundurê hin dewletên din nakin, û dîsa ji alîkariya siyasî re jî ne amade ne. Lê dema ku hûn bi doza mafê xwe ve rabin, em alikariya hukumata tirk jî li hember we nakin”.

Şervanekî serhildana Şêx Seîd, di pirtûka bîranînên xwe de ji bo alikariyê behsa nivîsandina nameyê û bersîva ûris (li jorê) dike. Ev name li Erzeromê, di kongreya sazmana mafê kurd de tê nivîsandin. Serokê vê sazmanê Xelid Begê Cibrî bû.

Heya îlana cumhûriyeta tirk, li Stenbolê teşkîlata kurd tealî û teraqî hebû û serokê wê jî Ebdilqadir Efendî (kurê Ûbeydûllahê Nehrî) bû. Bi îlana cumhûriyetê ve, meşandina kar û xebatên li Stenbolê gelekî dijwar dibe, ku Ebdilqadir Nehrî nameyekê ji Şêx Seîd re dinivîse û dibêje:

“Li vir ji me re rêya xebatê nema, me divê tu bi zanîna xwe li Kurdistanê, bi hin kesên zana ve, sazmaneke siyasî û armancdar bidî sazkirin”.

Dû nameya Ebdilqadirê Nehrî, Şêx Seîd saziyekê ava dike û Xalid Begê Cibrî jî wek serokê wê wezîfedar dike. Ew saziya bi navê qewmiyeta kurd û doza huqûqê, ji şêx û melan pê ve, tevda serokên eşîran û qumandanên leşkerên alayan pêk hatibû. Di nav leşkerên wan qumandanan de şervanên hêzên eşirî, yên xwendingeha cengdariyê ya Stenbolê û ew leşkerên li Qafqasyayê bi hêzên ûris re ketibûn herbê, hebûn.

Ev kongra Erzeromê ya sala 1924an, civîneke pêşîn bû û armanc jî ji bo rojên pêş xwestina destek û alîkariya dewletên din bû. Hesen Hişyar dibêje: “di wê civînê de hinan gotin firansî li Sûriyê ne, em alikariyê ji wan bixwazin; hinan gotin li Îraqê em xwe bighînin îngilizan; didoyan ji wan gotin, vaye Rûsya nêzîgtir bi sînorê me ve ye. Hingê hin kesan rabûn gotin, rûs dewleteke bê dîn e, em tu hêvî jê nakin. Şêx Seîd got, hinan îngiliz, hinan firansa gotin kesek ji we nexeyîdî, lê dema ku wan behsa rûsan kir, hûn zivêr bûn. Hûn di warek siyasî de dostanî û alikariyek diwêlî dixwazin, hingê çi tekiliya we bi dînê dewleta heye”?

Erê piştî van meşweretan, kongre ji ûris re nameya daxwaza alikariyê dişîne lê Şêx Seîd jî nizanibûye, ku beriya wê kongreyê, di sala 1920an de tirka bi ûris re peymana Gumrîyê îmze kirine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *