Endamekî Kanîya Pêncçavî: Qasimê Xelîlî

Endamekî Kanîya Pêncçavî: Qasimê Xelîlî

Xwendevanên hêja!

Wek ku hûn zanin, malpera me beşeke edebî ya nû vekirîye bi sernavê ”Kanîya pêncçavî” û di bin wî navî da her roja şemîyê emê berhemên 5 helbestvanên kurd yên genc biweşînin.

Îro helandar û hezkirîyê vê koma pênc kesan, nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn berî çend rojan helbestvan Tahir Dînarî bi me da naskirin, îro jî dora Qasimê Xelîlî ye.

 

Mela Mihyedîn, edebîyetzan

Di van nivîsên xwe yê rêzê de em ê Ji pênûsa endamên Kanîya Pêncçavî fêrî jîyana wan bibin. Fermo em ji pênûsa Qasîmê Xelîlî jîyana wî bixwînin:

Di sala 1979an de li gundê Dîlan ku girêdayî bi Kerborana Mêrdînê ve ye hatiye dinyayê. Ew bi xwe ji gundê Xelîla ye. Ji ber ku bavê wî mela bû wî li gelek gundên derdora Kerboran zarokatiya xwe bûrandiye. Di salên notî de xwendina xwe ya dibistanê li Cizîr û Amedê kiriye. Di 2001î de piştî mezûniyeta zanîngehê dibe mamosteyê wêje û zimanê Tirkî.

Zewuciye û bavê du zarokan e. Li Dîlokê jiyana xwe didomîne. Ji xortaniya xwe ve bi teybet ji bandora bavê xwe dibe meraqdarê ziman û wêjeya klasîk a Kurdî. Hinek dersên Erebî yê medresê jî xwendine.

Hê di dema zanîngehê de di kovara înternetî ya çand û hunera Kurdî ku bi nav Mehname bû de çend helbestên wî têne weşandin. Lê piştî hingî heta sibata 2017an navberereke dirêj dide nivîsandinê.

Helbestên wî kêm ji wan bi pîvana kîteyan in, piraniya wan bi aruzê ne. Hin helbestne serbest nivîsandibin jî bêhtir helbestên wî bi pîvan in. Dîse piraniya wan li ser mijarên evînê ne.

Di helbestê de bi zanîn weke tercîhekî devoka Torê bi kar tîne. Nêzîkî 260 helbestên wî hene lê hê ti berhemên wî yên çapbûyî nînin.

 

HIN DÎMEN JI JIYANA MIN

Di sala heftê w neha

Ji gundan û wargeha

Serê salê li Dîlan

Ji dayik bûm ez weha

 

Ji bo bavêm mela bû

Li Torê û Deşta bû

Ji Kupras ta Cizîrê

Li heft gunda gera bû

 

Di çar salîya xwe de

Li Germav hê ez gede

Mi dest pê kir bi dersê

Li gundê nêzî şet e

 

Ne hînbûm ajotinek

Ne dersek û gotinek

Ti tişt min jê fêhm nekir

Nedît min hevotinek

 

Ji wir em çûn Meranê

Me jîn dabû demanê

Wekî bêwar û ciha

Kirêdarê jiyanê

 

Xilas kir min mektebe

Di neh saliya xwe de

Du sal navber mi dayê

De ka wer tembel nebe

 

Ji bona fêrîbûnê

Birim İskenderûnê

Bi cih bûm ez li pismam

Bi kêf û razîbûnê

 

Nizanîbûm bi Tirkî

De nemre ka tê çirkî

Niha mamoste me ez

Li wêje w zarê Tirkî

 

Sinif de mam wê salê

Zeîf heft hatme malê

Nexeydîn dê û bavêm

Bi tirs bûm lê ji qalê

 

Mi dî em çûn Cizîrê

Ti car naçê ji bîrê

Hero kuştin û xwîn bû

Di bîrê hê diqîrê

 

Li bîr î Sofî Ebbas

Cîranê paqij û xas

We Jî te’m kir şehadet

Bi zarwan re sê mêrxas

 

Li wir çar sal mi xwandin

Di nav top û reşandin

Lê serkeftî w li pêş bûm

Mi teqdîr tev rijandin

 

Di ber re çend mi ders dîn

Ji bavê xwe li ser dîn

Ne ku şêx û mela me

Nizam belkî ez î dîn

 

Di sala not û pênca

Du mamostêm ji gênca

Ku hatin kuştin ez çûm

Diyarbekra ji qenca

 

Qizinc kir zanîngehek

Nemêne şaş nebê hek

Dîse İskenderûnê

Ji min re bû rekihek

 

Temam deh sal bi ser ket

Qeder dîse li wir ket

Zewac jî min li wir kir

Digel sê sal di firqet

 

Ditirsim ez ji wêdê

Ku derba Son li min dê

Birînê Qaso kûr kê

Li sûravkê û xwê dê

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev