Serekwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi seredana fermî li Moskvayê ye

Serekwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi seredana fermî li Moskvayê ye

Serekwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Moskvayê tevî pîrozkirina Roja 73 salîya Serketina gelên Sovyet di Şerê Wetenîyêyî Mezin da dibe.

 

 

Wek ku ajansa RIA ”Novosti” (Ajansa Rûsîyayê ya sereke) me agahdar dike, îro Nêçîrvan Barzanî û serokkomarê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wê rastî hevdu bên.

 

 

”Êvarê Serekwezîrê Kurdistanê wê tevî heyteholên ser dereceyên bilind bibe, di nav wan da rasthatina bi serokkomarê Rûsîya Federal Vladîmîr Pûtîn ra”,- nûçegihanê Ajansa ”RIA Novosti” got.

 

Li dîwanxaneya serekwezîr Barzanî gotin, ku dîwanxaneya serokkomarê Rûsîya Federal bi daxweza serekê ”Rosneft”ê Îgor Sêçîn serekwezîr ezimandîye.

 

Nêçîrvan Barzanî di dema rasthatina bi serokkomarê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn ra wê broşyûrekê bide wî derheqa tevgelîya kurdên Sovyet di Şerê Wetenîyêyî Mezin da, ku Nûnertîya Hukumeta Herêma Kurdistanê li Rûsîya Federal û redaksyona RIATAZA bi hev ra gorî aksyona KITÊBA BÎRANÎNÊ a bi wêneyên ji bûyerên şêr va amade kirine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *