Nameyên evînî -28

Nameyên evînî -28

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a bîstûheyştan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Hîç kes nikare tesîr li te bike û te biguhêrîne. Ev tê wê maneyê, ku hîç kes nikare tesîr li ser evîna te bike û wê biguhêrîne. Eger kesek hebe, ku bikaribe evîna te biguhêrîne, ew jî ne ez im. Lê evîna min e.
 

***
Roj baş mal û halê min, Nura min a ezîz. Vê berbangê daxweza herî mezin ew e, ku tu razayî bî, ez li te mêze bikim, ji şabûnan û zewqê têr bigirîm û bi hesreta te herim kar. Niha ezê bêhna nivînên te hildim, ku bêhna xewnên te, canê te hîs bikim, ku tevaya rojê di nava zewqê da bim.

***
Belê, qurbana te bim. Ez jî bêrîya te dikim û di bêrîkirinê da bextewarî, evîn û eşq dibînim.

***
Te baş kir tu pir razayî dilê min. Ezê çi bikim? Ez ji te hez dikim û hemû karên din, heta jîyana min jî, dora hezkirina te dizivirin, hevsûdîyan dikin, dibêjin tu bo çi me jî wek Nurayê hez nakî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev