Rojbûna te pîroz be, xanim-xatûna kurmancî!

Rojbûna te pîroz be, xanim-xatûna kurmancî!

Îro rojbûna heval û karmenda me a hezkirî Bêlla Stûrkî ye. Wek kurmancî dibêjin, Bêlla me xatûna şertê xwe ye, bêy wê malpera me nikaribû ewqas gulveda û wek wê bibûya hezkirîya bi hezaran xwendevanên me.

Ew xanim-xatûneke wisan e, ku çiqas ji miletê xwe hez dike, milet jî ewqas û zêdetir ji wê hez dike. Ewê bi salan bi nivîsên xwe yên balkêş û dagirtî, bi dengê xwe yê nazik û kubar radyoya kurdî a Tbîlîsîyê û radyoya malpera me, herwiha rûpelên malpera me xemilandîye. Bêlla me belkî yekemîn kes e, ku li du ocaxên kurdî yên zindî da berpirsyar e: li radyoya kurdî a Tbîlîsîyê û li radyoya malpera me.

Ew herdem jî karê xwe di wextê da, ser dereceya bilind û ya sereke jî, bi têmayên balkêş û rojane va pêk tîne. Ew dikare di rojekê da biryarê bide û bi kesekî gelekî binavûdeng ra reportaj an jî hevpeyvînê bike û yê himberî xwe ra wisa xeber dide, ku tu kes nikare daxweza wê înkar bike.

Neyse, bi kurtî her karê wê wek wê bedew, wek wê kûrfikir, wek wê geş, wek wê diçûrise.

Desteya rêvebir ya malpera me û hemû xwendevanên wê bi dil û can rojbûna te pîroz dike û ji te ra, ji hezkirîyên ber dilê te ezîz ra xweşbextîyê, aramîyê, şabûnê û bextewarîyê dixweze!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *