Helbestvanê kurdan yê jibîrkirî

Helbestvanê kurdan yê jibîrkirî

Di dîroka kurdan de navê mirovên gelek taybet û emekdar di nav dewr û zemanan de winda bûne. Hezar mixabin, helbet sûc sûcê mirovan e jî. Lê dîsa jî nenihêrî şert û mercên jîyanê yên giran, ked û xizmeta tu kesî gerekê neyê jibîrkirin. Divê nifşê nû navê wan camêran bizanibe û keda wan bişêkirîne.

Yek ji wan rêzdaran Cerdoyê Esed e /1929-1993/, helbestvan, zargotinzan, wergêr, hîmdarê şanoya kurdî ya gelêrî li Gurcistanê, bendê xweyê sidqê qenc û merîfet, evdekî nefisbiçûk, xîret û xemxur, ew timê heyra qedera cimaeta xwe da bû, bi xem û xiyalên gelê xwe va dijît. Ewî helbest û wêjeya kurdên Kafkasyayê jî dewlemend kir. Hema niha jî, dema derheqa wî da dinivîsim, bengzê apê Cerdo yê nûbar, ew çav-birû, por-gulîyên wî yên reş, timê bi kincên maqûle delal ber çavên min e. Salên dirêj mamoste Cerdoyê Esed bi radyoya me ra hevkarî dikir.

Wan salên buhurî bi dil û eşq bi bîr tînim, bextewar im, ku mecal min ra çê bibû, ez keçeke ciwan û kek Cerdo, me bi hev ra kar dikir û me gelek bernameyên xweş bi beşdarbûna wî amade dikir.

Ew amadekarê beşeke radyoya me ya bi sernavê “Dengbêj û aşiqên kurda” bû û radyoguhdarên me gele caran bûne mohtacê bernameya wî ya pir hewas.



Navê Cerdoyê Esed di nava edebiyeta kurdan da cîkî berbiçev girtîye.

Cerdoyê Esed (Cerdoyê Esed Ozmanyan) di 1929’an de li gundê Sabûnçîyê, li herêma Talînê ya Ermenîstanê ji dayîk bû. Pêşîyên wî ji êla Sîpka, qebîla Ûtîyan in. Sala 1918 a, ji bûyarên wan salaye eşkere, ji ber fermana Roma reş ji herêma Qersê revyane Ermenistana îroyîn û nehîya Telînê gundê Sabûnçîyê da binecî bûne. Sala 1936 di mekteba navbenda nehîyê de hîn bûye, şûnda jî pey xwendina navîn ra sala 1946 a dikeve înstîtûta dersdarîyê ya ser navê Xacatûr Abovyan û bi açixî temam dike. Salên xwendkarîyê da ew dest bi nivîsara helbestan dike. Paşê mala bavê wî cîguhestî bajarê Tbîlîsîyê kir. Li Tbîlîsîyê hem li kargehekê de rêveberî dike, hem jî helbestan dinivîsîne.

Cara ewlin ewî sala 1943an dest bi nivîsara şêra kir. Efrandinên wîye ewlin berevokên nivîskarên kurd û pirtûkên dersa da tên weşandin. Lê sala 1959 li bajarê Yêrêvanê berevoka efrandinêd wî ya ewlin “Şêr û poêm” ronayî dît. Xudanê we kitêbê di nava xwendevanê kurd da navê şayîrê firaset qazanc kir.

Pey ra sala 1966 a berevoka helbestên Cerdoyê Esed ya bi navê „Ser rêya emir“ li Yêrîvanê hat weşandin û gihîşte ber destê xwendevanan. Peyra pirtûka wî ya ji kurteçîrok û helbestan „Sewta dîl“ (1974), „Bilûr“ bi zimanê ermenî (1974), „Evd, ez te bawar dikim“ bi zimanê gurckî, (1978) hatine weşandin. Herweha gelek helbestên wî di antolojiyên Gurcistanê de cîh girtin.

Wî zargotina gelêrî rind zanibû û di nav efrandinên xwe da nimûnên zargotinê pirr dida kêranîn.

Cerdoyê Esed wergêrekî bi şûret bû,  helbestvanê xwedî helbestên bi hêz bi wergeran jî wêjeya kurdî dewlementir kir.

Ewî destana helbestvanê ermenîayî mezin Hovhanês Şîraz ku bi welatperweriya xwe li welatê xwe de bûye lêgênd, Încîl“ (Bîblîyakan) ji ermenî wergerand zimanê kurdî û sala 1971 li Yêrêvanê çap kirîye.

 

Di dawiya jiyana xwe de Cerdoyê Esed heykelekî wêjevanê cihanêyî mezin û navdar yê gurcî û rojhilatî ya sedsala 12 an Şota Rûstavêlî, destana “Wergirê Postê Piling” wergerand zimanê kurdî. Ewî 25 salên temenê xwe pêşkêşî wergerandina wê destana klasîkê gurcan yê bi nav û deng kir.

Dema ku Cerdoê Esed di 1993an de li Tîflîsê wergera vê berhemê temam kir, piştî demeke kin jîyana xwe ji dest de. Lê berhem, di 2007an de li Gurcistanê bi alîkarî û berpirsyarîya nivîskar Keremê Anqosî pey mirina wî ra di weşanxana Kafkas de hat çapkirin. „Wergirê postê piling“ bi qelema wî bû malê xwendevanên kurd. Gerekê bi heqî bê gotin, ev herdu efrandin jî “Încîl“ (Bîblîyakan ) û destana “Wergirê postê piling” di edebiyeta klasik ya cihanê de gelekî giranbaha ne û dest avêtina wergera wan culetekî mezin e.

 

Cerdoê Esed ligel helbestan, gelek fabl, çîrok û pêkenok jî nivîsî.

Sala 2005 a pey wefetbûna wî ra pirtuka wi „Qelîbotkêd Kurdî“ hate çapkirin. Wa ANF Ajansa Nûçeyan a Firatê, berî çend salan derbarê pirtûka Cerdoyê Esed „Qelîbotkêd Kurdî” çi dinivîse:

”Xebatkarên beşa kurdî ya Radyoya Gurcistanê, pirtûka ”Qelîbotkêd Kurdî” (Fablên Kurdî) ku bi kurdî, lê bi tîpên kîrîlî hatibû weşandin, wergerandin tîpên latînî û weşandin.

Ev fablên kurdî ku bi hewildanên nivîskar Keremê Anqosi û bi alîkarîya madî ya rojnamavana û bêjera radyo kurdî li Gurcistanê Bêlla Stûrkî hat weşandin; fablên Cerdoyê Esed bû ku wî ew fablên han ji xisletên ajalan yên çîrokên Kurdî wergirtibû.

Cerdoyê Esed, yek ji wêjevanê kurdî bû ku wêjeya Êpîk’î (lehengî), zargotina gelêrî rind zanibû û di nav efrandinên xwe da nimûnên zargotinê herî baş pir bi kar dianî û dihûna.

Wî lehengî mêrxasî û qehremantiyên zargotina kurdî bê hempa anîye ziman.

Wî di nav rewşenbîrên kurd yên Yekîtiya Sovyetê de nivîsandina qelîbotkan berdewam kir.

Wek tê zanîn qelîbotk ji çîrok û pêkenokan pêk tên û di zargotina kurdî de xwedî cihekî girîng in.

Wî jiyana gel ya rojane û ji rêzê, gundî û kedkarên bi karên ji rêzê mijûl dibûn; bi hunera janr gelek caran hûnand. Di weşandina “Qelîbotkêd Kurdî” de armanca xebatkarên beşa kurdî ya Radyoya Gurcistanê, bes bi zimanî kurdî û bo zarokên kurd xislet û lehengên şîrîn, cancankî û rindik nebû; di heman demê de armanc, bîrxistina ev helbestvanê hêja bû. Ji ber vê di pirtûka Qelîbotkêd Kurdî de, di heman demê de jînenîgariya sade ya helbestvan Cerdoyê Esed ya ku ji nûva hatiye rêkûpêkkirin jî heye. Pirtûk, di malpera kurdên Gurcistanê de hat weşandin û ev pirtûk ji bo zarokan hat pêşniyarkirin”.

 

Helbestên Cerdoyê Esed di nav demekê kurt de gelek hatin ecibandin; ji aliyekî ve di gelek rojname û kovarên Ermenîstanê û Gurcistanê de dihatin belavkirin û aliyên din de jî di radyoya Yêrîvanê û Tbîlîsî de dihatin xwendin. Gelek helbestên wî ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên kurd ve hatin ecibandin.

Berhemên wî hatine tercmekirinê bi zimanen rûsî, gurcî, ermenî, azêrî û zimanên mayîn.

Efrandinên rehmetî di pirtûkên dersên mektebên kurdî, almanax û neşirên mayîn de cîyê xwe yên layîq girtine.

 

Şayîrê xweyşuretî mezin gelek li ser motîva evîntiyê, welathizîyê û tebîyetê /xwezayê/ nivîsîne.

Cerdoyê Esed di nav rewşenbîrên kurd yên Sovêta berê de bi berhemên xwe yên xwezayî yên helbestî di demeka kurt de di nava helbestvanên kurd yên nivşên duduyan de cihê xwe bi rûmet û hêja wergirt.

Kesên ku berhemên kek Cerdo şopandine û li ser sekinîne, dîtine ku ne tenê zimanê kurdî xweşik bi kar aniye; ewî di heman demê de bawerî, hest û şêwazê hizrandina felsefî ya gelê kurd jî bi awayekî baş û zelal daye diyarkirin û mirovekî kevneşopî ye. Ji ber ku wî kevneşopî bo parastina nasnameya kurdî wek pêşverû nirxandiye.

Divê bê gotin, ku telebextira derheqa jîyan û berhemên Cerdoyê Esed de kêm hatîye nivîsandin û lêkolînkirin.

Cerdoyê Esed endemê Yekîtîya nivîskarên Sovêta bêrê bû. Ew karê xweyî efrandarîyê ve tevayî usa jî di nav binelîyên kurd yên bajarê Tilbîsê da karê civakî ve jî bi êginî mijûl dibû. Dawîya salên heftêyî tevî hinek hevalan wî stûdîoya şanogerîyê (têatroyê) bajarê Tilbîsê da damezirandin, paşê ew bû têatroya kurdaye gelêrî. Sala 1993 a bajarê Tilbîsê da helbestvanê hizkirî çû ser heqîya xwe.

 

Îro me xwest bi vê bernameya xwe wî car din bibîr bînin. Rehma Xwedê ruhê te be mamoste Cerdo, Xwedê ji ked û xizmeta te razî be. Tu bîra me da nî, emekdarê hêja.

 

Guhdaren delal, fermo guhdarya cend berhemen nemir Cerdoyê Esed bikin.

 

HUBA ZÎYARETÎ

Xewê rabû xortê tûre,

Kinc û libasê xwe xwekir,

Çû ser kanîya li ber malê

Dest û dêmê xwe cankir.

Mîna herro ew sekinî,

Dor berê xwe wî mêzekir,

Çevbeleka libas alav

Ewî dûr va qeterkir.

Ew cîda bû heykel herîr,

Ne xeberda, ne hejîya

Lêvkaxeta wîye porhelîl

Hat ser kanî yê du elba.

Şibhê horî û meleka,

Ew nazika gulxemil,

Wê elbê xwe av tijî kir,

Xast ku bide li ser mil.

Xort ser rîya wê sekinî,

Bejn zirava rewş tîtal,

Go: – Zerîyê te helandim,

Gidyê, li min nema hal.

Sûret sor bûn li zerîyê,

Mîna sêvêd qudretî,

Go: – Hubê ez bend kirime,

Ne layîqe çêr – etî.

Rê bide min, bifikire,

Sura me neke dîhar,

Huba meye zîyaretî

Nişkêva me nekin qar…

***
Ez dixazim usa bistrêm

Ku dengê min here erşa,

Ez dixazim usa babim

Ku meqeskim, okêan, bera.

 

Xastina min e qirrê dinê

Temam bibin bax, gulistan,

Kevrê sînor dine hilên,

Ȋdî nebin qetlê giran.

 

Ewrêd girane du hala

Tenê baranê bikin xarê,

Gulde dinîya û bixemile

Emir bibe weke biharê.

 

Dilê min da xof tune be,

Xofa şerra, ewrê giran,

Dine da hev ra birabin

Her miletî, evd û îsan.

***

Hezar gol û behr hebin,

Ava kaniya başqeye,

Hezar dilî tu hizkî,

Lê huba dê başqeye.

 

Hezara te ramûsin,

Ew eşqa dilaye,

Wexta dê te radmûse,

Ew ramûsan başqeye.

 

Wexta axîn ji te tê,

Dilê dayîkê şehdeye,

Perçê cegera wê yî,

Huba dayîkê başqeye.

 

***

Tifaq zincîre,

Tucar naqete,

Kanîya kibîre,

Ew namiçiqe.

***

FEQÎ…

Dilşewat û kinêzî,

Te dil hinav anîn xar,

Kevir kuçkê zemanî

Te kir şede anîn zar.

 

Bê çek, sîlih û mertal,

Te yêr û welat hilanî,

Hunurê sewda û zanîn

Dewra tarî bûyî şemdan.

 

Miletra bûyî helandar,

Dilrem û kinêzî eynî,

Te tertib kir, sêwirand.

Destana şêx Sedeanî.

 

Tu ne tac û cab bûyî,

tu ber bûyî, ber û bê qam,

Axîn kovan kir tembûr,

Emir dinê kir miqam

 

EZ IM NAZA TE

Ez im naza te,

Tembûr sazê te,

Ji xudêtehla

Neyazim boy te.

 

Ez Kurdistanim,

Nûr û şemal im,

Dest neheqîê da

Ez kûr dinalim.

 

Ez bûka Dal im,

Ez dayka Zal im,

Zîn im – dinalim,

Xec im – dizarim.

 

Ez im naza te,

Tembûr sazê te,

Navêm Kurdistan,

Kurd im bê bistan.

 

Xezala çiya me,

Teyrim hewame,

Şêra gelyame,

Ez naza te me.

 

Ez Kurdistan im,

Nûr û şemal im,

Dest neheqîyê da

Ez kûr dinalim.

Cerdoê Esed

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

 

P.S. Wêneyê Cerdoyê Esed birêz Mustefa Kilicaslan amade kirîye. 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev