Xiyaneta 16 oktoberê, PDK û tayê tenik*

Xiyaneta 16 oktoberê, PDK û tayê tenik*

Suleiman Sulevani

Di dema pêş me de du helbijartinên giring li du welatên ku Kurdistan dagirkirine; hene. Yek li Iraqê di 12ê gulanê 2018 û ya din jî li Turkiyê di 24ê hezîranê 2018 de. Ev herdu helbijartin jî ne cihê baweriyê ne, ew di atmosfêreke sextekarî, ne demokrat û di demekê ne guncayî de; tê kirin. Bi taybetî jî helbijartinên li Iraqê û başûrê Kurdistanê ku giraniya vê nivêsînê ser wê ye. Şaşî ne di helbijartinan de ye, belku di NE yekbûna kurdan de ye û NE zelalbûna armancên partiyên de ye. Rewşa bakur gelek cuda ye ji ya başûr û ger kurdên bakur bixwazin, ew dikarin bi hêza elît, sermayedar, intelektuel û jimara xwe ya mezin, siyaseta Turkiye biguhere û wê bêgav bike dan bi mafê kurd bide.

Başûrê Kurdistan ber bi kuve diçe di van helbijartinan de. Ne hewce ye mirov pispor be da bizane ku çi xêrek di van helbijartinên Iraqê de; nîne bo kurdan. Kurd di rewşeke ne asayî û ne normal de diçe helbijartinan. Ev beşdarbûn û di van mercên nuha de, bi serê xwe şaşiyeke mezin e ku partiyên başûr dikin. Pisporên kurd û biyanî ser wê dîtinê yek in, ku dengê kurdan wê kêm be, hêza Kurdistan wê hêşte (hêjî) pirtubelavtir bibe û statuya Kurdistan wê lawaztir bibe. Sedem jî xiyaneta 16 oktoberê 2017an li Kerkukê ye. Û jiber hindê jî gereke kurd bi çi awayî beşdarî helbijartinan nebaye û ew helbijartin boykot kiraba. Nuha rewş li Kurdistan aloz e, mala kurd gêro ye û partiyên kurdî ketine qirk û şerê hev, di şûna xwedî li berjewendî û destkevtên Kurdistan derkevin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK, Fazil Mîranî di 7ê mayo de 2018 di axivtineke xwe de dibêje, ”Me pêşniyar kir ku em helbijartinên Iraqê boykot bikin lê sê partiyên kurdî ji nîşkave weke lîstekê bi lez çûn Bexda û helbijartin pesend kir. Me got baş e, em bi hev re, bi yek lîsteke Kurdistanî biçin Bexda, ewan ew jî qebûl nekir û da em meydanê bo wan çol nekin, em bêgav man beşdarî helbijartinan bin”.

Erê, ev realitet e û realiteyeke tehl û tarî ye bo pêşeroja Kurdistan, kurd bûne dijminê mala xwe. Hemû partî dizanin ku Bexda problema kurdan çareser nake, dijbera wê, çi ji destê wê bê ewê bike da pirsa kurdî ji holê rake. Lê dîsa jî kêm kes û partî wê faktê û rastiyê nîşanê xelkê didin.

Kandîdekê PDK li Helepçe Namiq Braxas vê rastiyê xweş tîne ziman. Di debateke TVê de programlêdarê jê dipise, ”Ger baweriya we bi Bexda nayê, hun çima diçin wir?”. Ser vê pirsê ew bi gotinên bi vî rengî bersiv dide û dibêje:”Baweriya me bi van helbijartinan nayê lê ji mecbûrî em beşdar dibin da di pêşerojê de tuşî şerê birakujiyê nebin”. Ev gotin rewşa aloz û hestiyar li başurê Kurdistan tîne ziman.

Gereke kurd û bi taybetî partiyên serkêşa pirsa kurdî li başûr dikin ji wê jîrtir bibin ku pirsa kurdî bixin destê berjewendî perestan. Rewşa Kurdistan piştî xiyaneta 16 oktober tevlîhev e; nexasim piştî jidestdana nîvê axa xwe 51% bo ereban, ji Kerkukê bigre heya Şingalê û deverên din yên girêdayî bi parêzgeha Musolê ve. Rewş ne aram e, nakokî heye û bê baweriyeke tam di navbera kurd û ereban de heye.

Mixabin hin kes û partiyên kurdî bi aşkera dijatiya dewleta kurdî dikin, dijatiya berjewendiyên netewî dikin. Xayin û xwefiroşên kurd di şûna salonên mehkemkirinê û zindanan de, ew bi azadî bazirganî û siyasetê dikin. Heya nuha jî komisyonek ne hatiye avakirin ku li ser xiyaneta 16 oktoberê lêkolînan çêke û tawanbaran aşkere bike, her çend ew aşkere ne bo milletê kurdî û her kes wan nas dike(**). YNKê nikare û naxwaze wê komisyonê ava bike ji ber egerên diyar. Çima hukumet û PDK wê nake, gelo nikarin, ne giring e bo wan yan jî ne dema wê ye? Partiyên din ne giraniya wan heye û ne jî dikarin wê komisyonê ava bikin. Jixwe kesên serbixwe û welatparêz ne dikarin û ne jî rê bo wan tê dan û vekirin da bikin. *

Raste milletê kurd di rewşeke yekcar nazik de derbas dibe, lê cardin gereke mirov navan li tiştan bike û konkret û zelal bûyeran bîne ziman bêyî badana hirve û wêve. Gotinên giştî û diplomasiya durû û tirsonek tenê cesaretê dide niştiman firoşan. Di van helbijartinan de êdî bere bere hin kandîd vekirî rexne li xiyaneta 16 oktober dikin û behsa xiyanetkaran bi dokument û belgeyan dikin.

Kurd gazinan ji hêzên derve dikin, ji Amerika, Îsrael, Rusya, Ewropa ku harîkarya kurdan nekirin weke pêwist û dewleta kurdî ava nekirin. Kes nayê dewletê bo kurdan ava bike ger kurd bi xwe wê nexwazin û kar û xebatê bo wê nekin. Kes nayê kurdan ji xayinan paqij bike û wan bertek û bêhêz bike; ew tenê karê kurdan bi xwe ye. Kurd dikarin tenê gazin û rexneyan li xwe bike. Xiyaneta li Kerkukê ne hatiba pêş, nuha kurd di qonaxeke dî de bû ber bi dewletbûnê ve.

Berî derketina partiyên taze li başûr bi agendayên tarî, her kesî behsa YEKITIYA kurdan û Kurdistan dikir, her çend tenê bi gotin be jî, lê kesî ne diwêra propaganda antî kurd bike. Nuha êdî ew jî nema. Hin kes, rêxistin û partî bi aşkere û bêşerm û tirs dijî kurdayetiyê dixebitin, dijî dewleta kurdî derdikevin û îraqçîtiyê dikin.

Berê partiyên kurdî ava dibûn bi hestekê netewî, bi programeke netewî û ji bo armanceke kurdî û bi navekê kurdistanî. Partiya Demokrata Kurdistan PDK, Yekitiya Niştimaniya Kurdistan YNK, Partiya Sosyalistên Kurdistan û heya komunist û îslamiyên Kurdistan jî navê Kurdistan li xwe dikirin. Lê nuha modernistên me, sekularistên me ku bi nav dij sistema feodal û klasîk derdikevin; qet bêhna kurdayetiyê ji wan nayê, ne bi nav û ne bi kirdar. Hema ji tevgera GORAN (Noşirwan Mustefa) bigre heya Lîsta Hevpeyman bo Demokrasî û Dadperwerî (Berhem Salih) û Nifşê Nû (Şaswar Abdulwahid) hemûyan xwe ji navê Kurdistan dûr xistiye. Ji van navan, ne tenê bêhna kurdayetiyê û Kurdistanbûnê jê nayê, ne tenê ew ne neutral in belku ew gelek caran politîkeke antî kurd/Kurdistanî jî birêve dibin. Ev partiyên taze tenê Hewlêr, PDK, mala Barzanî bo xwe kirine armanc ji bo rexnekirinê, gunehbarkirinê û gelek caran bi zimanekê tije kîn, kerb, xeber, demagojî û qîjeqîj. Û ne tenê PDKê belku beşek ji YNK jî weke Dr. Necmedîn Kerîm, Kosret Resul û mele Bextiyar jî bûne heman armanc bo reşkirinê. Mirov matmayî dimîne dema li medya sosyal, TVêyên kurdan û dagirkeran mêze dike. Hinek berdevk û alîgirên wan partiyan ewqas bêşerm kurdan û pêşmergeyan tawanbar dikin, tam tu dibêjî ew ne kurdin belku dijminên kurdin.

Helbet ez behsa rexneyan nakim, çi kes û çi partî îmmun nîne ji rexneyan û nerxandinên objektiv. Û mafê her kesê heye rexneyan dij her kesekê û partiyekê bike. Lê dema şikandin, gotinên kirêt û biçûk kirin şûna danûstendineke konstruktiv û avaker; bigre,wî demî ew nabe rexne, dibe her tiştê xirab, kirêt, ast nizim û negetiv, lê nabe rexne. Çi mebesteke min nîne ez hinekan bikim firîşte û welatparêz û hinekên din jî bikim ajdeha û niştiman firoş. Helbet di herdu aliyan de kesên baş û xirab hene. Erê, dibe hine caran rexneyên mirov ne rast bin û ew rexne bêne rexne kirin jî; tiştekê normal e. Lê bersivdan bi argument û zimanekê sivîl dibe û rexneya mirov bi hincetan tê vala kirin û pûç kirin. Kirêt kirin û birindar kirina kesayetiya mirov, ne tiştekê rast û şaristanî ye.

Sê tiştên baş û pozetiv ji van partiyên nû çêkirî û ”rexneyên” wan yên bi piranî subjektiv; derket. Yek, ew tirsa xelkê şikand, mejî û devê wan vekir. Xelk bi azadî dikare rexne li her kesekê bike û bîr û baweriyên xwe bîne ziman. Ew azadî û demokrasiya li Kurdistan heye li welatên cîran nîne. Heya gelek caran ew azadîya zêde ji ber bê qanuniyê û du desthelatiyê( Hewlêr/Silêmanî) ew azadî dibe beralayî û ji sinurê xwe derdikeve, dibe antî demokrasî, kaos û şantajî. Du, carnan rexneyên rast û di cih de tên kirin ser partiyên desthelat lê ji ber ku mebesta rexnê ne ji bo berjewendiyên netewî ne, ne jibo başîya xelkê û pêşketinê ye belku ji bo şikandina kes û partiyeke taybet e, ew rexne cihê nagire û tê piştguh xistin. , xelkê bi çavên xwe dît kî xebat bo Kurdistanê dike, kî dilsozê netewa xwe ye, kî kurmê darê û kî antî kurd e. Medya sosyal û TVêyên satelît tije mînak in. Û di helbijatineke şefaf, zelal û transparent de, ger millet hişyar be, ewê bersiva yên baş û xirab bide, hinekan bike nûnerê xwe û hinekên dî jî bavêje selka gilêşî û bi taybetî jî ewên dixwazin Kurdistanê bavêjin çopê.

Digel hemû şaşî û xeletiyên PDKê lê mirov rastgo be digel wijdanê xwe gereke bibîne ku PDK (û beşek biçûk ji YNK) bi giranî piştgirî û daxwaza dewleta kurdî dike. Û li Referandoma Serxwebûna Kurdistanê (25/9-2017) xwedî derdikeve. Karê herî baş û pîroz PDKê digel çend partiyên din bo kurdan kirî, ew Referandoma dîrokî ye. Binaxê dewleta kurdî hatiye danîn bi wê Referandomê. Kes nikare wî mafî ji kurdan bistîne û wan paşve bikşîne. Kurdan di pîrozkirin û şahiya Referandomê de, diyar kir bo cihan ew çend milletekê azadîxwaz e, pêşverû ye û hêjayî dewleta xwe ya netewî ye.

Lê çend mixabin, dagirkerên Kurdistan xwe gehand çend kurdên berjewendîperest û ew xewna 50-60 milyonan bi dewleteke kurdî, hinekî derengxist. Ew kesên Kerkuk firotin pir ji wê kêmtir û biçûktir in bişên an bikaribin xewna dewleta kurdî ji holê rakin yan jî asteng bikin.

Hêşte hevalên kurd li Amerika û Îsrael û Ewropa hene û ew pişta kurdan digrin. Mezintirîn konsulxana Amerika li Rojhelata navîn, li Hewlêr tê avakirin. Ev ne bê wateye! Rola kurdan di siyaseta zilhêzan de li herêma Rojhilata navîn mezintir dibe, ew êdî bûne faktor, rêz li wan tê girtin û hisab bo wan tê kirin. Bêgoman her tişt dimîne ser kurdan ka ew çi dixwazin, çend yekgirtîne di nav xwe de û çawa tevger dikin digel rûdanên herêm û hêzên mezin. Îro ji her rojê pitir pêdivîya kurdan bi YEKGIRTINê heye. Gava herî pêşî jî avakirina eniyeke netewî ya bihêz û yekgirti ye.YEKITIYA kurdan kilîta her tiştî ye, bi wê her tişt dibe û bêyî wê tiştek nabe. Û politikayeke netewî û modern birêve bibin û ji kompleksa xwe kêm dîtinê ”Inferiority complex”, xwe rizgar bikin. Kurd dikarin tenê pişta xwe bi kurdan ve girêde û xwe pê bihêz bike bêyî cudahiya bawerî û olî. Rêz û azadîya bîr û baweriyê bo hemû ol û baweriyan hebe lê siyaset, hukum û zagon(qanûn) gereke sekuler (ilmanî) be. Ti hêzeka cihanî nîne me kurdan biparêze û aramiya Kurdistan garantî bike ger kurd bi xwe neke. Di vî warî de berpisiyarîya me hemû kurdan heye lê berpirsiyarîya herî mezin dikeve ser milê partiyên mezin li başûr û bi taybetî jî PDKê. Divê ew reform û kompromisan bike li mala xwe û digel hêzên din yên kurdistanî di çarçoveya berjewendiyên netewî de. Berxwedan li Pirdê û Sihêla piştî xiyaneta 16 oktoberê li Kerkukê û şikandina artêşa îraqê û Heşda Şeibî, cihê rêzê ye li ba her kurdekê welatparêz. Bi xebata jibo dewleta kurdî jî kredebilitya wan zêde dibe û baweriya xelkê pitir bi wan tê. Her çend kurd di van helbijartinan de li Bexda wê lawztir bibel lê ez bawer im li Kurdistan PDKê wê bihêztir bibe û dengan zêdetir bîne. Hêvî ewe, ew bi piştgirîya millet serxweş nebe û ji qalibê xwe dernekevin û destkeftinên bi saya welatparêzan tê, neke minnet ser xelkê kurd. Serfirazî û berpirsiyarîya herî mezin ya PDKê ye, hem di serkeftinan de û hem di têkçûnan de û carnan mûyekê yekcar tenik heye di navbera binketin û serkeftinan de.

Erê, rewşa li başûrê Kuristan dijwar e û rîska her tiştî heye lê partiyên mezin bixwazin, ew dikarin bi lez komîteyekê ji partîyên kurdistanî û pisporên welatparêz ava bikin. Ew komîte jibo Strajiyên Netewî be! Kurdan her tim ji bo neteweyên serdest û kêmneteweyên li Kurdistan kar û xebat kirîye, bila vê carê kurd bo xwe bike! Gelo dibe?!

 

*Di destpêkê de min ne dixwest navê ”Xiyanet” bikar bînim lê min ti navekê nermtir nedît jibo rûdanên 16 oktober. Mebest ne dijayetî û pesindana aliyekê ye belku pêşkêş kirina hin dîtinên cuda ye. Mirov çend objektiv û serketî ye di wan dîtinan de, ew pirseke din e.

**Pirtûkeke nû ber derketinê ye derbarê xiyaneta 16 oktober bi navê ”56 sal xiyanet ji Ibrahim Ehmed heya Hêro Ibrahim Ehmed”. Nivêskarê pirtûkê Hemîd Gewherî ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *