Yekemîn romana kurmancî ya Rojhilat çap bû

Yekemîn romana kurmancî ya Rojhilat çap bû

Mehmed Salih Bedirxan

 

Riataza – Yekemîn romana kurmancî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye nivîsîn çap bû.

Romana nivîskar Ûsivê Hemîd a bi navê Hawara Bilûrê ji aliyê Weşanxaneya Pênivîs ve li Tehrana paytextê Îranê çap bû. Hêjayî gotinê ye Hawara Bilûrê yekemîn romana kurmanciye ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye nivîsîn û çapkirin.

Romana nivîskar Perwîz Cîhanî a bi navê Bilîcan di sala 2002an de li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve hatibû çapkirin. Romana Bilîcan xwe dispêre destaneke kurdan.

 

Usivê Hemîd kî ye?

Nivîskarê romana Hawara Bilûrê Ûsivê Hemîd, di sala 1970yî de li bajarokê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endezyar e û li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê bi salan di projeyên avbendiyê de kar kiriye. Herwiha li encûmena wêjeyî ya Ronak û Çirayê de cî girtiye û li ser helbest û pexşanê gelekî kar kiriye. Du romanên din ê nivîskar jî bi dawî bûne û li ber çapê ne.

 

Nirxandina Elî Paksirêşt

Nivîskar û edîtorê Weşanxaneya Pênûsê Elî Paksirêşt bo romana Hawara Bilûrê wiha gotiye: Niha romannivîsekî bi rêbaza nû hatiye û bi hespê xwe orxe diçe û ser terkiya hespî wî sê roman hene. Yek amade ye, dudu jî ber amadebûnê ne. Pênivîseke cuda, çêşteke nû, hesteke diltepkîn, nivîseke herikbar, pîvanên libar, peyvên cîwar, rêyeke dûr a wêjeyeke bêxwedî lê bi hêzeke xurt a nihênî daye pêşiya xwe. Ka em ji terkiya hespê wî romana yekem derxînin û bixwînin ka rêwiyê me ji me ra çi aniye!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev