Di nav kurdan de du bask eşkere derketine holê

Di nav kurdan de du bask eşkere derketine holê

Şeyhmus Özzengin

Baskê yekem; ev bes berjewendîyên xwe di nav entegrasyona bi dewletên dagirker de dibîne. Ji bona “nûkirin-guhertin”a dewleta dagirker kar dike û helwesta wan a siyasî jî li gor “nûkirin-guhertin”a dewletên dagirker tevdigere.

Pirsgirêka vî baskî bi avakirina dewletek Kurdistan re nemaye. Pirsgirêk û nerazîbûna xwe li gor entegrasyona bi dewletê re, li henber îktîdarê dide nîşan. Ji vê grûbê re çanda kurdî, zimanê Kurdî û helwesta netewî ne girîng e. Parastina nirxên netewî, geşkirina kurdewarîya kurdan, wek helwestek “nijadperestî, dijminane li henber netewên serdest” dinirxîne(!)

Di nav sazîyên dewletê de xwedî hesab in. Pirsgirêkên parlamento, yasa û nûkirina dewlet a dagirkeran wek armanc liber wan e û enerjîya kurdan dikişînin nav karesatên meşrûkirina dewleta dagirker li Kurdistanê. Sermayedarên Kurd ku bi vê beşê re têkildar in, di nav îmkanên dewletê de cîhê xwe girtine û terefgirê entegrasyona kurdan bi dewleta Tirk re ne.

Ev bask, bi şîweyek eşkere dijî serxwebûna Kurdistanê ye û dewleta dagirker wek dewleta xwe dibîne. Dînamîkên Kurdistanê di destê vê grûbê de ne û van dînamîkan pêşkêşî dewleta dagirker dike. Çûna parlementoya dagirkeran ji wan re armanc e û vê helwestê jî wek bingehek entegrasyona bi dijmin re dibînin. Li Bakurê Kurdistanê ev bask, baskê herî xurt û xwedî îmkan e û van îmkanên xwe jî ji bona reorganîzasyona dewleta dagirker bikar tîne. Armanca wan a stratejîk “dewleta Tirk a yekgirtî-xurt û demokratîk” e.

Di bingeha vê beşê de asîmîlasyon bi bandorek mezin dimeşe û zimanê dan û stendinan, meşandina siyasetê bi tirkî ye. Vê jî angora stratejîya xwe bi zanistî dike. Piranîya berhemên wan bi tirkî ne. Hewldanên geşkirin û vejîna çand û zimanê Kurdî li cem wan ne programkirî ye û vê karekî girîng jî nabînin. Siyaset û tercîha vê beşê jî tercîheke siyasî ye û stratejîk e. Bi helwest xizmetkarên çand, muzîk û zimanê tirkî ne. Ev bask, wek sazîyekê dagirkerên Tirk, xizmetê ji asîmîlasyonê re dike.

Di vir de programa van Kurdan û muhalefeta Tirk, Ereb û Farisan dibe yek. Piranî li Tirkîyeyê û piştgirîya elewîyan, “çep”ên Tirkan ji bo HDPê û li Rojavayê Kurdistan bi ereban re avakirina HDS li gor vê stratejîyê dimeşe. Di nav PKK/HDP û PYDde de bi çalak cîhgirtina wan, li gor van esasên entegrebûnê têt meşandin. “Çep“ên tirkan – ereban û hêza elewîyan ya çalak, ev beşa Kurd ji bo berjewendîyên xwe, yên li hember desthilatê û guhertinan bi kar tînin(!) Ji bo entegrasyona Kurdan û asimîlekirina Kurdan; di vir de pergala herî mezin, helwesta “çep“ên tirkan, ereban û elewîyên çalak û PKKê, HDPê ye. Li gor bernameyekê dimeşin û armanca wan jî ev e: Ne li dijê dewleta dagirker, li dijî desthilatên vê dewletê di hewldanan de ne.

Dixwazin bibin beşek ji civata cumhurîyeta tirkan, ereban û di nava vê sîstemê de wek girêkek berf bihelin û bi vê helandina xwe jî razî ne. Wek civat, ji bernameya netewa Kurd û Kurdistanê xwe dûr dixin û berê wan her ber bi parastina yekitîya dewletên dagirker ve ye. Pîlan û pirojeyên wan, daxwazên wan ew in, ku bibin şirîkê parvekirina erkên dewletên dagirker û girtina dîlimek ji dahatên dewletê ne.

Kurd û kurdayetî ji wan re tenê wek nasnameyekê derdikeve pêş. Ji doza Kurd û Kurdistanê dûr in û vê jî eşkere dibêjin. Dijminatîya kurdperwerîya Kurdan û niştimanperwerîya Kurdan dikin. Dizanin ku ev hestên kurdperweran dibe asteng ji pilan û projeya yekbûna wan yên bi dewletên kolonyalîst re. Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistan ev bask astenga herî mezin e li pêşîya Têkoşîna rizgarîya Kurdistanê.

Baskê duyem: Di Rojhilata Naverast de xurt, her gurê qelsan e, parî bi parî qelsan perçe dikin û dadiqurtînin. Mafê jiyanek birûmet û serkevtî ji qelsan re, ji netewên bê dewlet re, bêparastin re ne zahmet dikin.

Di Rojhilata Naverast de bêdewletbûn, netew û kêmhateyan dixe bin tehlûka jenosîd û wendabûnê. Netewên bê dewlet, bê parastin raserî komkujî û jenosîdên mezin tên. Ev misogerîya xwedîhêzan tenê ji bona ku bandora xwe zêde bikin û qelsan jiholê rakin têt bikaranîn. Di meşandina vê siyaseta serdest û netewkuj de pir netew wendabûne û li ber wendabûnê ne.

Di xewn û xeyalên vî baskê duyem de, Kurdistaneke serbixwe heye. Li henber asîmîlasyonê, li henber entegrasyona bi dewletên dagirker re red dike. Hebûn û azadîya xwe di şikênandina nîrê kolonyalîstan de dibîne. Li henber dewletên dagirker xwedî helwest e û têkoşîna rizgarîya xwe di geşkirina warê doza netewî û doza niştimanî de dibîne. Kurdistan welatekî dagirkirî û dozê jî bi çareserîya şikênandina nîrê dagirkerî dinirxîne. Parastina netew, çand û ziman bi serkevtinên vê stratejîyê ve girê dide. Garantîya van hêjayan bi dewletbûnê ve girê dide û eşkere dike ku; Kurd nebin xwedî dewlet wê asîmîle bibin û wenda bibin.

Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê pêşî li vê baskê hatîye girtin û rêxistineke ku wê program bike tineye, hêvîya xwe bi Başûrê Kurdistanê û bi dînamîzma wê ve girê daye. Enerjîya xwe ya netewî ji wir digire û dixwaze ku ev enerjî bêt honandin di seranserê Kurdistanê de. Îhtîmala avakirina dewleteke Kurdistanî li Başûrê Kurdistan, enerjîyeke mezin dide zîndekirina hestên netewî. Ev beş dikare bibe bingeh ji honandina rêxistineke Kurd û Kurdistanî re.

Li Bakurê Kurdistanê, roj bi roj ji Kurdan re jiyan zahmettir û astengtir dibe. Li ser xetek netewî û Kurdistanî di têkoşînê de tinebûna hêzek serkêşîyê; hêviya tekoşîna netewî dişikîne. Hêvîya avakirina dewletek serbixwe dişikîne. Dînamîkên netewî ji hev perçe perçe dike û dixe bin metirsîyê. Ji bo ku girseyeke pir mezin ji bingeha welat biqete û koçberî metropolên kolonyalîstan bibe; ev enerjiya ku bi dînamîkên netewîbûna Kurdan derdikeve holê, wek “çeka hilweşandina nirxên netewî” têt bikaranîn bi destê wê hêza ku enerjiya van dînamîkan di destên xwe de digire.

Ev agahî bi carekê de ji me re eşkere dikin ku; li Bakurê Kurdistanê divêtîya hêzek Kurdperwer û niştimanperwerî heye. Eger ev valahî neyê dagirtin, hestên netewî dê derbeyeke mezin bixwe û asîmîlasyon wê pişta netewebûna Kurdan li Bakurê Kurdistan bişikîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev