BARZANÎ LI KURDISTANA ROHILATÊ

BARZANÎ LI KURDISTANA ROHILATÊ

Me di 137 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê du nivîsên ji berhema profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan yên bi sernivîsa Barzanî li Kurdistana Rohilatê” û ”Rasthatina dawî a Barzanî bi Qazî Mihemmed ra” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Merivê efsaneyî” ji rûsî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal bona çapê amade ye, wê zûtirekê bê weşandinê.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 138

Dema Barzanî hate Mehabadê, çend roj mabûn bona îlankirina Komara Mehabadê / Kurdistanê. Serokkomarê Mehabadê Qazî Mihemmed û kurdên Kurdistana Rohilatê (Îranê) ew bi dilgermî qebûl kirin. Li Kurdistana Rohilatê hemû barzanîyên hatî ji alîyê kurdên birayê xwe bi kêfxweşî hatine qebûlkirin û ew di 49 gundan da bi cî kirin, ew bi mal û xurek va razî kirin. Piştî malbet hatine bicîkirin, şervan di buhara sala 1946an da xwe amadeyî şêr kirin.

Mustefa Barzanî di bûyerên Kurdistana Rohilatê da roleke pir mezin lîst. Leşkerên Barzanî bûn hêzeke here xurt ya komara ku dihate damezirandin, lê ew bi xwe hate kivşkirin wek serekqumandarê artêşa wê û navê gênêralîyê sitend. Di paşdemê da azerî, ku desteyên wan yên şervan tunebûn, xwestin bi kurdan ra tevayî artêşa xwe saz bikin, ango Barzanî demekê serekqumandarê giştî yê Kurdistanê û Azirbêcanê bû.

Barzanîyan bûn hêa sereke û parastvanên bêhempa yên Komara Kurdistanê û di şerê bo wê da ji hemûyan pirtir şehîd dan. 2 hezar barzanî bingehê hêzên çekdar yên komarê bûn. Lihevkirina di navbera Barzanî û Qazî Mihemmed da 21-22ê adarê, roja şahîya Newrozê da hatibû pêkanîn. Hatibû biryarkirin kesên 15 heta 60 salî wergirine nava karê berxwedanê; Barzanî ji mirovên xwe 3 taxbûr, di her yekê da 500 kes, saz kirin, qumandarên wan zabitên artêşa Îraqê bûn, ku bi esilê xwe va kurd bûn.

Di wê demsalê da li kongreya surî ya li Bexdayê sê rêxistinên kurdan bûne yek: ”Rizgarî”, ”Şoreş” û komîtêya Suleymanîyê ya Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê û 16ê tebaxê sala 1946an sazkirina Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îraqê hate îlankirin[1]. Serokê wê Mustefa Barzanî hate hilbijartin, ku wê demê li Mehabadê bû. ”Em wê jî bêjin, ku ji bext ra, hema wê rojê ji Barzanî ra kurek bû, navê wî kirin Mesûd, ku niha serekê wê partîyê ye”.

Lê rojên giran li benda Kurdistana Rohilatê bûn. ”Heta kurd bi damezirandina dewleta xwe va şa dibûn, li asoya ”sîyaseta mezin” ewrên reş berev dibûn. Îngilîs û DAY ji YKSS dixwestin ku ew erkên xwe pêk bîne û leşkerên xwe ji Îranê derxe. Stalîn ber xwe dida; Trumen gef dixwer ku wê bombeya atomê bavêje ser YKSS…”.

YKSS êdî piştgirîya dewleta Kurdistanê û serokê wê Qazî Mihemmed ne dikir û Mustefa Barzanî û hevalbendên wî himberî artêşa Îranê ya edvbixwîn bi tenê hîşt…

Pêşnîyara Barzanî ber bi hukumeta Kurdistanê, ku berê xwe bidine çiyan, ji alîyê Qazî Mihemmed da bi erênî hate qebûlkirin, yê ku bi hêvî bû ku mesele bi aşîtî bê helkirinê, bona dijî binecîyan zordestî neyê bikaranînê.

 

RASTHATINA DAWÎ YA BARZANÎ BI QAZÎ MIHEMMED RA

Barzanî rasthatina xwe a dawî bi Qazî Mihemmed ra di 16ê çileya pêşin sala 1946an bi bîr anî û got:

”Ez hatim cem Qazî Mihemmed û min pirsî ka wê ji vir şûnda çi bike. Ewî bersîv da ku dixweze xwe wek qurbanî bide bona binecîyên Mehabadê ji mirinê xilaz bike û got ku wê xwe teslîmî leşkerên Îranê bike (…). Ewî hêsir di çavan da got: ”Hêvîya xwe dayne tenê ser şervanên xwe (…). Ez hêvî ji te dikim, bi lez terka Mehabadê bide, bona bi artêşa Îranê ra pevçûn çênebin”. Paşê wî derheqa nêt-meremên min da pirsî. Min got ku ezê hemû malbetan û hemû şervanan berevî navçeya Oşnewîyê û Mêrgewarê bikim û çiqas ji destê min hat ezê hewil bidim heta derbuharê nekevim nava pevçûnên bi artêşa Îranê ra. Paşê ezê hewil bidim desthilata Îraqê qane bikim efûya giştî derxe, ya ku eger ser me derbaz nebe, qe na bira ser malbetên me derbaz bibe. Eger ji me ra li hev nehat, em gişkê herine YKSS, lê xwe ne teslîmî Îranê dikin, ne jî Îraqê. Min hewil da wî bidime bawerkirinê, ku ji Mehabadê derkeve, min pêşnîyar kir parastina wî organîze bikim, ango piştmêrên wî hebin û min heta sonda şerefê jî xwar, ku ji bo xatirê aramîya wî hazir im emirê xwe jî bidim, ji ber ku ew sîmvola milet e. Min ji wî ra got, ku ew bawerî bi sozdayînên desthilata Îranê neyne, li bejina serokkomarê pêşin yê Komara Kurdistanê nayê, ku bibe dîlê dijmin. Qazî rabû, ez maç kirim û got: ”Ez dua li Xwedê dikim, ku ew te biparêze! Bira emirê min qurbana hemwelatîyên min be û bira şehîdên me kêmtir bin”. Piştî van gotinan wî Alaya Kurdistanê derxist, da min û got: ”Ev sembola Kurdistanê ye, ez didime te, çimkî ez zanim tuyê wê wek ronahîya çavên xwe biparêzî, ewê serketinê ji te ra bîne”. Min bi awayekî xemgîn xatirê xwe jê xwest û ez derketim”.

Barzanî bi şervanên xwe ra, alaya Kurdistanê, ku serokê komara têkçûyî dîyarî wî kiribû, hilda û berê xwe da çiyê.

Qazî Mihemmedê ku ji alîyê desthilata Îranê va hatibû girtin, li mehkemeyê got, ku Barzanî pêşnîyar kirîye êrîşî hebisê bike û wî ji wir rizgar bike, lê ew dij derketîye. ”Min ne xwest, ji ber ku min soz dabû gelê xwe, ku ezê bi wî ra bijîm û ji bo xatirê wî jî bimirim. Û xênji wê, heyfa min şervanên Barzanîyan yên genc dihat, çimkî Mustefa Barzanî û şervanên wî hêvîya here xurt ya gelê kurd in. Û min alaya Kurdistanê da wan. Ez bawer im, ku bi alîkarîya Xwedê ew roj wê bê û bi alîkarîya barzanîyan ew alayî wê li ser wî xanîyî jî bê bilindkirin, ku mehkemeya min li wir dikin, herwiha wê li ser hemû çiyayên Kurdistanê jî bimilmile”.

Riataza

[1] Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Îraq) – PDK – yek ji partîyên kurdan yên kevinare ye. Heta kongreya 3an (1952) navê partîyê «Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê» bû. Di bernameya wê da armanca sereke ew bû, ku otonomya Kurdistana Îraqê hebe û di wê da rêformên sosîalî bidine derbazkirin. Li Kongreya 3an a partîyê sêkrêtarê pêşin nivîskarê naskirî Îbrahîm Ahmed hate hilbijartin.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *