Ji nimûneyên zargotina me –138

Ji nimûneyên zargotina me –138

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedsîûheyştan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a bi sernavê ”Rostem Zuhrabê Kurê xwe dikuje” raberî we bikin. Beşa duduyan piştî heftêyekê bixwînin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ROSTEM ZUHRABÊ KURÊ XWE DIKUJE -1

Rostem Îranêda bû, Tûran başqe bû: hema orta sînorê Îranê û Tûranêda çemekî giran dikişîya.

Rostem rokê Rexşîbelek siyar bû, hespê wî bû, çû ser sînorê Îran û Tûranê, nêçîra xezala. Xezalek kuşt, hat ser wî çemê Îran û Tûranêda hespê xwe tewiland, xezala xwe post kir, qirş xwera berevkirin, çil-çop berevkirin, ji xwera kibab çêkir, xwar. Rostem ji kesî neditirsîya, paltonê xwe kişande serê xwe, ji xwera raza: hespê wî jî diçêre xwera. Ew bera xwera cîbicî xewra here.

Alîyê Tûranêda şeherek hebû. Padşayê wî şeherî revo hespê wî hebû. Çil hespê wî hebûn. Ji alîyê Tûranêda revoçî hesp anîn avde.

Rewşîbelek çev li mihîna ket, ji berê alîyê Îranê sika xwe rakir, avê ket, derbaz bû, ket nava mihînê alîyê Tûranê. Revoçî hesp lê topkirin, berê xwe da şeher, heta gîhande nava şeher, Rewşîbelek pişta bîst mihîna şikênand. Cab dan padşê şeher: “Ki hespek alîyê Îranê tewlandî bû, tewla xwe rakir, li avê ket, derbazî vî alî bû, pişta bîst mihînê te şikênand, min ancax bîst mihînê te anîn, min hesp jî pêra anî”.

Padşa emir kir; -Bira hespê wî bînin ber dîwana min, ez bibînim çawa hespe?

Hesp birin ber derê dîwana padşa. Padşa derket, hespê nihêrî, go:

-Eva hespê hanê bi çil mihînî hêjaye, bivin, kuro, girêdin, xweyê wî heSipî wê bê.

Hesp birin girêdan.

Em ji Rostem xeberdin. Rostem ji xewê hişyar bû, zînê hespê li kêlekêye, hesp xwe jî tune. Çû nihêrî hespê sika xwe rakirîye. Rêça sikê ket, çû nihêrî, ki hesp avê ketîye, derbazbûye. Zînê xwe li pişta xwe girêda, go: “Gav heye qûl li zîn, gav jî heye zîn li piştê”. Derbaz bû, li avê ket, derbazî wî berî avê bû, lênihêrî hespê wî pişta bîst mihînî şikênandîye: cendek li vir ketîye, yek li dera han. Îz çû nava şeherekî giran. Çû nava şeher. Ehelîyê şeher lê top bûn, qerf pêkirin: yekî pêşa wî kişand, yekî kolozê wî hilda – qerf pêkirin. Rostem hêrslemîş bû, ji şewata hespê xwe merivek, dudu kuştin. Wêderê Rostem go:

-Canim, we dinê nedîtîye, ez jî merivekî nola weme.

Cab dane padşa: -Xweyê hespê hate nava şeher, merivek, dudu kuştin.

Padşa emir kir, ji civata dora xwe merivek, dudu aqil şandin, go:

-Kuro, ew pelewanekî xurte, herin ber bigerin, bi zimanê xweş bînin, werin.

Sê-çar merivê bi aqil rabûn çûn, go:

-Qurba, pelewanê delal, go, eva şehera, go, em jî merivin, te çira aqa zirar da me, du-sê merîyê me kuştin?

Rostem gotê: -Merîyê lola we aqil bihatana, min tilifatî nedida ehelîyê şeher.

Wan merîya go: -Navê te çiye?

Go: -Navê mim Rosteme.

Rostem, heyrano, rave em herin, padşayê me heye, mezinê me heye.

Rostem birin, cem padşa. Rostem derket hinzûra padşa. Padşa lênihêrî pelewanekî delalî rind, layîqe ew hesp hespê wîye. Cî nîşanî dayê, rûnişt, jê pirsî:

-Tu çi merivekî?

Go: -Ez ji Îranême.

-Pirsê etb tê tunebe, navê te çiye?

-Navê min Rosteme.

Padşê go: -Rostemê Zal tuyî?

Go: -Ezim Rostem.

-Navê te heye, hespê te pişta bîst mihînê min şikênandîye, min baxşande te, hespê te dîsa tera, rehet rûnê, -ezet-îkram jêra kir.

Rostem sê-çar roja wê sekinî. Rostem nihêrî rokê du eytê qiralê dêwa hatin, kaxaz anîn cem wî padşayî. Kaxazêda nivîsîye: “Gerek tu qîza xwe bidî kurê min”. Kêfa wî zef şikestibû, ya padşê, Rostem kaxaz ji dest hilda, ji padşara got:

-Ev çi kaxaze?

Go: -Em qurêşîyanin, dora me şeherê başqe henin. Niha padşê erseva şandîye, qîza min dixweze ji kurê xwera. Ez jî dil nakim bidimê. Hema were binhêre cûca wî zefe, tu were şeherê min ji min bistîne.

Rostem kaxazê wî qelaşt, da eyta, go:

-Here, qîza em bidin, tune, çi ji destê we tê – bikin.

Eyta kaxaz hilda, bir da destê qiral. Qiral eynata wî hat, go:

-Çawa, ez kaxaz bişînim, ew bin destê minda, ew kaxazê min biqelêşîne, bişîne? -Kaxaz car din ku şand, wekî qîza jî nade min – şerê min pêra şere. Qiralekî xurt bû.

Şeherê Rostem têda, zef ji wî qiralî ditirsîya. Eytê wî kaxaz anîn, dane destê padşa, padşa xzwend, lerzet kete canê wî, îşiqa çevê wî kêmbû, qudûmê wî sist bû, purçû kir, hevalê xwera got, cimeta xwera:

-Emê îja çawa bikin, me gere qîz bidayê, em pê nikarin.

Rostem hilda got: -Ser kîjan milî wê bê şer, şerê wî heye.

Padşa got: -Ser kîjan milîbe, bê em pê nikarin.

Rostem hêrs bû, go: -Canim, hûn çira zef jê ditirsin, ez tenê merîkim, ezî xerîbim, vêrsekê şeher dûr minra çadirê bivin lêxin, ezê têda bisekinim: ezê pêşîya ordîya wî şerkim. Ez kengê kuştim, bira bê we jî qirke.

Çadir birin lêxistin. Rostem çû çadirê, nanê wî ji nava şeher diçe.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev