Tefîq Cemîl: “Simkoyê Şikak alîkariya me nekir”

Tefîq Cemîl: “Simkoyê Şikak alîkariya me nekir”

Welat Agirî                                                       

Beriya serhildana Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî û sê kurdên hevalên wî, ku ew herçar jî di ordiya tirka de wezîfedar bûn, mecbûrî derbasî Îraqê dibin. Di wê demê îngiliz li Îraqê mandetar bûn, ew jî îltîcayê îngilizan dikin û demeke kin li wir dimînin. Pey re ji îngilizan re dibêjin, em dixwazin xwe bighînin Simkoyê Şikak, ku li bakur serhildanekê dest pê dike, qe nebe em deriyê eniyekê ji rojhilat ve bidin vekirin. Îngiliz alîkariya wan dikin û heta bi jîpên xwe wan di sînor re derbas dikin, xwe dighînin ba Simkoyê Şikakî. Lê dikin nakin Simko qanî nakin û şêrvanên bakur tu alikariyê ji rojhilat nabînin.

Serhildan dest pê dike, lê kurd ji tu dewletê destekekê nabînin. Roj bi roj jimara qolordûyên tirka li herêmê zêde dibe, rewşa serhildêrên kurd xirabtir dibe. Şêx Seîd qirar dide ku derbasî rojhilat be, ku bi alîkariya Simko ji terefî Wanê eniyeke şer bide vekirin.

Bi wê gumana alikariyê, Şêx Seîd û sed siyarî pê re, derdikevin rê. Di rê de rastî Qasimê Ehmedê Silêman tên û jê dipirsin, ka gelo hêzên kurd hêj di Varto de hene yan na. Qasimê xayîn dibêje: belê, ez niha ji Vartoyê têm û ew der di destê hêzên kurda de ye. Şêx Seîd jê bawer dike, dibêje madem pira Vartoyê di destê me de ye, em ê di ser pirê re derbas bin. Birayê Şêx Seîd û hersê kurên wî dibêjin, ezbenî divê tu baweriya xwe bi Qaso neynî. Pey re sed siyarî dibin du ref, şêst ji wan bi Şêx Seîd re ber bi Vartoyê diçin. Wextê xwe dighînin ser pirê, ji herdu aliyan ve esker li wan radibin û Şêx Seîd bi şêst şervanên xwe ve dikevin destê leşkerên qolordûya Erzeromê.

Ew çil siwarên din di dawiyê de xwe dighînin cem Simko. Sê kurên Şêx Seîd, birayê wî, Xalid Begê Cibrî û sed û pêncî siwariyên kurd dîsa daxwaza alikariyê dikin, lê dikin nakin Simkoyê Şikak razî nakin. Lê ya ji wê jî xirabtir ew e, ku Simko nahêle ew sed û pêncî siwarî di ciyê xwe de bilipitin. Tewîq Cemîl ku şahidê wan bûyeran bûye, dibêje:

“Simko nedihîştin ku ew siwarî dakevin Îraqê, ji ber wê çendê ji ba Simko bi şev reviyan, lê siwariyên wî bi pey wan ketin û bê îhtiram, bi awakî sert hin ji wan girêdayî anîn dîwana Simko, wek merivekî serxweş, li ser piyan di hundurê dîwanê de diçû dihat û digot: bi tirba Cewer Axa eger hinan ji min re nekirina xiyanet, divyabûn ez we tevan bi serhev de bikujim, ma ez ne weke îngilizan im ku hûn herin ba wan. Bi vê dirêjkirinê Xalid Beg bi hêrseke zêde rabû ser çokan û got: Simko li ciyê xwe veweste, te zêde ji edeb û exlaqê kurd gav da, wek merivek serxweş an hirçek di şikefta xwe de bike, îro te em di qada şer de dîl girtine an em xulamê te ne. Ma tu ji xwe û van camêran fêdî nakî jî, di vê meznatiya teqlîdî de û bi hêzdariyên eşîrî jî, tu xwe jî me jî xweş nas dikî, ku ev çavsorî ji te û bavê te re jî zêde ye ha. Lê ya qenc ew bû, ku bi wê lêvegerandina Xalid Beg hêç nesekinî, bê ku tiştek lêvegerîne ji dîwanê derket û çû. Piştî hinek me dît amirhêzek wî hat got: Îsmaîl Axa fermayîş kir û dibêje: dema ku dixwazin li ba min herin, rê li ber wan vekiriye.

Hinge Xalid Beg ji qehran bi peyayên xwe ve dîsa vegeriya welat, dîl kete destê tirk, li Diyarbekirê îdam kirin. Lê hersê kurên Şêx Seîd (Elîriza, Xiyasedî, Silhedî) û apê wan Mehdî bi peyayên xwe ve ji Kurdistana Îranê daketin Kurdistana Îraqê, bi navê siyasî xwe spartin îngilizan”.

Çavkanî: “Dîtin û bîrhatinên min”, Hesen Hişyar

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev