Siltan Silhedîn -4

Siltan Silhedîn -4

Dr. Yekta Uzunoglu

Gewhera ku Siltanê Kurdan Silhedînê Eyûbî dike nemir û heta ku mirovahî hebe dê bike nemir jî, nagîhana di hûndir ve pirsa bi sihr de ye.

 

Ji bo Natan ew pirsa dawîn bû ku ji Silhedîn ê elema îslamê dipa. Silhedînê ku tevahiya jiyana xwe ji bo Îslamê dabû û ji bo vê armancê heta deriyên Qudsê çûbû û canê xwe dabû ber çavên xwe, xem û tevahiya mal û malbata xwe ji bo vê yekê tarxan kiribû. Siltan Silhedîn digot Xwedê li pişta min e an na? Yanî Silhedîn bi vê yekê ne piştrast bû, bi gûman bû.

Îlona sala 1187’an…

Artêşa Sihledîn tevahiya amadehiyên xwe kiribûn û da ku Qudsê dorpêç bike li benda fermana Silhedîn bû. Silhedîn li hemberî hin eşîrên Ereb, Cihû û Xirîstiyanên ku dibe ku ji pişt re erîşî wî bikirana tevahiya bergiriyên xwe wergirtibûn û tevahiya amadehiyên xwe bi hisabê ihtimala dorpêçeke bi mehan dabû kirinê.

Fermandarên wî her roj derdiketin pêşberî wî û jê dixwestin ku ew îdî fermana dorpêçê bide. Di nav leşkeran de alozî derdiket û digotin “Eger ku dê dorpêç pêk neyê em ji ber çi hatin vir?”. Fermandaran jî ev gilî û gazinc dibihîstin. Lê ji ber ku ji siltan nedikarîn ti bersivan werbigirin, dengê xwe nedikirin.

Siltan li benda çi bû? Ev pirsa hemûyan a ku nedikarîn bibersivînîn, bû.

Erê! Siltan li benda çi bû?

Digel ku Silhedîn dizanî ji ber destpênebûna dorpêçê di nav artêşa wî de qirecirek heye jî wî dîsa jî nedikarî fermanê bide. Wî tevahiya rojên xwe bêyî agahdarbûna ji dinyayê di hundir konekî de dibihûrand. Ji ber bêbiryarbûna Siltên, ji ber rewşa wî ya kon û bêxewiya wî ji aliyên leşkerên wî ve jî dihat zanîn û vê rewşê bandoreke neyînîtir li ser artêşa wî dikir.

Şeva 19’ê îlonê bû. Silhedîn dîsa bê xew bû û di konê xwe de diçû û dihat. Ji nişka ve ji derûniya ku tê de ye derket û li konê xwe mikûr hat û bi dengekî bilind bang li leşkerê nobedar ê li ber deriyê konê xwe kir û got ” Ka ji min re Natan bibînin û demildest bînin vir!” Nobedar şaş man. Lewra ew li benda fermana dorpêçê bûn. Lê Silhedîn jê anîna Natan xwestibû. Lê dê wî çawa di tariya vê şevê de Natan bidîtana, bianîyana. Tevahiya artêş ji bo peydakirina Natan seferber bû. Di dawiya çend saetan de Natan hatibû dîtin û bi hespê anîbûn ber deriyê kona Silhedîn.

Natan bi xembarî û xofê kete hûndir. Wî nedizanî ku ji ber çi bang li wî hatiye kirin. Ew û Silhedîn dost bûn. Lê dawiya dawiyê Silhedîn siltan bû. Ew kesê ku ji bo armaneceke dîrokî bi mehan hewleke bê hempa nîşandayî bû û ji bo vê yekê tevahiya artêşa xwe anîbû ber deriyên Qudsê. Gelo di rewşeke wisa aloz de siltên çima bang li wî kiribû? Pêwistî çi bû gelo?

Ev pirsên bê bersiv ên Natan bûn.

Ji ber ku Natan Silhedîn pir baş nas dikir û mirovekî jîrek bû jî ferq kir ku Silhedîn di rewşeke ecêb de ye û ew ji ber vê yekê tirsiya bû, bi xem bû. Wî heta niha ti caran Silhedîn di rewşeke wiha de nedîtibû.

Silhedînê Eyûbî awirên xwe yên ku ti caran Natan ew nedîtibûn dan Natan û got, “Natan tu dizanî ez tevî artêşa xwe ji bo çi hatim vir, ne wisa?”.

Natan got, “Helbet ezbenî, her kes dizane.”

Silhedîn:”Ez dê sibê Qudsê dorpêç bikim û feth bikim.”

Natan: “Ji vê yekê şika ti kesan nîn e ezbenî.”

Silhedîn: “Lê ez ji bo fethê nikarim biryarê bidim Natan”

Natan: “Çima siltanê min, ti kêmanî an agahiyên nebaş hene?”

Silhedîn:” Na Natan, ne ti kêmanî, ne jî agahiyeke nebaş nîn e. Kêşe ji ber min e. Ez nikarim biryarê bidim.”

Natan:”Çima ezbenî, çi bû?”

Silhedîn: “Natan ez ê pirsekê ji te bikim? Ez dixwazim ku tu bersiveke rast bidî min.”

Natan: “Bê gûman ezbenî. Lê ku ez nekarim bibersivînim?”

Silhedîn: “Na tu dizanî Natan, tu mezintirîn zanayê dinyayê yî. Lê divê tu ji min re aşkere bibêjî. Eger na bila dostaniya me îşev li vir biqede!”

Natan bêhtir tirsiya. Ev ne Silhedînê berê, yê wî heta niha li gelek havirdorên cûda dîtîbû. Ragêşiya Silhedîn a wê şevê, gotina wî ya “bila dostaniya me îşev li vir biqede” Natan tirsandibû. Ew canê xwe deyndarê Silhedîn bû . Hê jî jiyana wî bi peyveke ku dê ji devê Silhedîn derketa ve girêdayî bû.

Silhedîn got, “Natan, ez dixwazim sibê dorpêçê bidim dest pê kirin. Em misilman in. Ew ên ku dê di nav bajêr de bi me re şer bikin hinek îsewî ne, hinekên din jî ji qewmê te ne, Cihû ne û dê sibê em tev di riya Rab ango Xweda de mirinê bidin ber çavên xwe û şer bikin û dê em tev bêjin Xweda bi me re ye. De ka ji min re bêje Natan Rab, Xweda, Yezdan bi rastî bi kê re ye? Di vî şerî de xweda sê çeper ji bo kê bexşandin? Ez dixwazim bizanibim ka Xweda bi kê re ye di vî şerî de?”

Natan ji Silhedînê Siltanê elema îslamê ji Siltanê ku tevahiya meriv û artêşa xwe bêyî ku ji mirinê bitirse anî ber deriyê Qudsê ev pirsa nedipa. Siltan Silhedîn jê dipirsî ku ka Xweda bi wî re ye an na? Yanî ew ne bawer e, bi gûman e. Şikê wî hebû ku xwedê bi wî re ye ….

Yanî wî di hûndirê xwe de gotîye ku dibe ku Xweda bi Cihû û Îsewiyan re jî be, yanî li hebûna xwe de îhtîmal daye ku Xweda alîyê wan be .

Ji çêbûna her sê dînên yekyezdanî û vir ve her tim bi riya wan sê pirtûkên pîroz ên ku Xweda ji wan re şandî bawerî ew bûye ku Xwedê “heq” daye wan û ji bo wê “heqaniyetê bê tibûx“ bi hezaran salan şer çêbûne, xwîn rijîyaye. Yanî Silhedîn ev yeka wisa di dilê xwe de dihebandiye. Lê niha Siltanekî Kurd beriya şerekî pîroz ê man û nemanê , vî Heqê Pîroz di hundir xwe de niqaş dike.

Gewhera ku Siltanê Kurdan Silhedînê Eyûbî dike nemir û heta ku mirovahî hebe dê bike nemir jî nagîhana di hûndir ve pirsa bi sihr de ye.

———————————————————

Wêne ji pênûsa Nûh Ateş

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev