Nameyên evînî -29

Nameyên evînî -29

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a bîstûnehan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

***
Cana min, wek evîn û evîndar, helbet ji te ji her kesî pirtir hez dikim û di vê yekê da şik tune. Lê ka ji te ra tiştek rast bêjim. Carina ji xwe ra dibêjim: -Ez Nurayê ji her hezkirîyê xwe pirtir hez dikim. Dû ra ji wê helwesta xwe hinek aciz dibim, hinek şerm dikim, hinek caran xwe şermezar dikim. Ji ber ku ne normal e. Paşê difikirim, ku hemû hezkirina min a bo te hezkirinên evînî ne. Yên din xwînî ne.

 

***
Tiştek rind bizanibe dilê min, weke ku ez bi xwînî jî ji te hez dikim. Ez texmîn dikim dema carina bo xûşkên xwe, bo diya xwe diêşîyam, eynî hîs bi te ra jî çê dibin. Bi tu kesekî din ra çê nabin.

***
Ji xwe hezkirina me bûye a xwînî jî dilê min. Ma ez bo çi bi rojan diêşim, dema solên te lingên te êşandine. Xênji ku dixwezim solekê bikirim, çend caran fikirîm her êvar lingên te bi ava germ bişom û masaj bikim, dema şûştinê tilîyê lingên te ji zewqê maç bikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev