Umran Aran: Kundê me yê bi kurdî bixwîne

Umran Aran: Kundê me yê bi kurdî bixwîne

Mehmed Salih Bedirxan

Riataza – Kovareke nû li kovarên kurdî zêde bû. Kovara kitêb huner û çandê ya bi navê Kund, dest bi weşanê kir.

Dosyeya hejmara yekem a kovarê nivîskar Bextiyar Elî bû. Herwiha di kovarê de derbarê kitêban, huner û çandê de gelek nivîs hatine belavkirin.

Edîtorê kovarê akademisyen Umran Aran û yek ji avakerên kovarê nivîskar Burhan Tek bersivên pirsên riataza.comê yê derbarê kovarê de dan. Edîtorê kovarê Umran Aran dab û nerîtên kurdan bi bîr dixe û wiha dibêje: “Her tim têkiliyeke kund bi xwendinê re çêbûye. Kurdan jî tekîliya kund bi xwendinê re çêkiriye û dibêjin; ‘Kund li ser me dixwîne.’ Belkî di wateyeke nerênî de ev tê gotin lê balkêş e li nava kurdan kund ji kêm teyran e ku navê wî bi xwendinê re tê hildan.”

Herwiha yek ji avakerên kovarê niviskar Burhan Tek jî amaje bi wê yekê dike ku wan xwestiye kovara wan ji aliye hemû kesî ve bê famkirin û wiha diaxive: Dema me ji nivîskarên xwe nivîs xwest jî me digot; bila zimanekî nêzî zimanê rojnamegeriyê be, bila asan be û bê famkirin. Kovar bi xwe ne zêde stûr be, bila bê pêçan. Xwîner wê bixe bêrîka xwe, bin çengê xwe, bi xwe re bigerîne.

Di nivîsa edîtoriyê de we amaje kiriye ku hûn eşkere nakin bê we çima navê “kund” li kovarê kiriye. Gelo hûn dikarin ji xwînerên me re aşkere bikin?

Umran Aran – Me di wir de aşkere nekir, lê em ê li vir ji bo xatrê te û ji bo xatrê ku tu yekem kes î ku rûbirû heypeyvîn bi Kundê re kiriye, em ê piçekî vekin. Pêşniyaza navê kund pêşniyaza Burhan bû. Her hevalekî me navek pêşniyaz kir. Çend nav hebûn lê dema me navê kund bihîst me jê hez kir. Hem kund sempatik e kêfa me jê re hat û hem jî her milletek bi awayekî kund şîrove dike. Bi vî halî dişibe hilberîneke edebî, hunerî, her kes şîroveya xwe dike. Mesele li Şerqê dibêjin kund bêyom e. Lê li Xerbê jî dibêjin kund alim e. Yan jî em li nava kurdan li kundan binerin. Kurd dibêjin; “kund li ser me xwe dixwîne.” Xwendina kund weke bêyomiyê tê şîrovekirin. Li aliyê din jî çîrokên din ê mitolojîk li ser kundan hene. Mesele dema em zarok bûn tê bîra min digotin; “qismetê kund rojê sê caran jixweber dihere ber devê wî.” Ji aliyekî ve kund bêyom tê hesibandin ji aliyê din jî pîroz tê hesibandin. Tîştekî ambîvalens e yanî, hisiyateke tevhev, dunirxiyek heye. Xumamiyek li ser kundan heye, nepeniyeke wan heye. Herçend ev tişt hene jî kund ne weke teyrine din in, li nava mirovan dijîn. Ji mirovan ne dûr in. Bi xwe herşev dengê kundan tê guhê min. Li nêzîkî malê li ser banên xaniya hêlînên wan hene û dengê wan dibihîzim. Ji vî alî de kund weke teyrekî marjinal an jî em bêjin weke teyrekî serhildêr xwiya dibe. Însan jê hez nakin û jê direvin jê ditirsin. Lê ew jî her tim di nava çavên însanan de ye. Ji vî aliyê xwe ve kund li Rojhilata Navîn dişibe kurdan jî. Mesele ev der warê kurdan e. Li her çar parçeyan jî neteweyên serdest û serwer kurdan naxwazin. Hem ji wan ditirsin, wan bêyom dibînin, hem wan naxwazin; bi xumamiyekê li wan dinerin. Lê nikarin ji wan xilas bibin û wê kurd hertim din nava çavên wan de bin. Em jî li warê kundan in û wê kund jî hertim di nava çavên me de bin. Di hejmarên pêş de belkî em bêtir li ser meseleya “çima kund?” bisekinin û binesaziya felsefîk a vê pirse ava bikin. Anuha ez dikarim van tiştan bejim.

Te behsa dagirkerî û serweriya neteweyên din li welatê kurdan kir û rola serhildêr a kund û kurdan kir. Gelo Kund ê çi bike? Beramber wê serweriyê wê bi kurdî bixwîne?

Umran Aran – Helbet wisa ye. Heger tu bi kurdî binivîsî û bixwînî, ew helwesteke beramber vê dagirkerî ye. Ew helwesteke xwezayî ye. Di vê kovarê de me xwest em bêjin; “kund dixwînin hûn jî Kundê bixwînin.” Me xwest ew kundê em jê direvin û lê tim di nava çavên me de ne bikevin nava edebiyata me jî. Di tirkî jî de û di ziman û edebiyatên din jî de li ser kund kovar hene. Hertim têkiliyeke kund bi xwendinê re çêbûye. Kurdan jî tekîliya kund bi xwendinê re çêkiriye û dibêjin; “kund li ser me dixwîne.” Belkî wateyeke nerênî de ev tê gotin lê balkêş e li nava kurdan kund ji kêm teyran e ku navê wî bi xwendinê re tê hildan.

Em bên ser dosyeya Bextiyar Elî. Bextiyar Elî yek ji niviskarên herî serkeftî yê kurdan e. Gelo hûn çima li ser berhemên şairekî kurd nexebitîn?

Umran Aran – Ez li ser pexşan û helbestê tiştekî bejim. Kadroya vê kovarê derdixe bêhtir bi pexşanê re eleqedar e. Bi xisûsî jî bi romanê re eleqedar e. Lê ev nayê wê maneyê wê kovara me li ser helbestê û helbestvanan jî kar neke. Di hejmara duyem de mijara dosya me Berken Bereh e. Helbet mijarên me yên din jî wê hebin. Li Bakur helbestvanê bi kurmancî dinivîse û herî bi temen ew e. Çima Bextiyar Elî? Bextiyar Elî tekane nivîskarê kurd e ku navê wî li dinyayê belav bûye. Di nivîsa edîtor jî de me gotibû. Îro Ala Kurdistanê bi xêra Bextiyar Elî li Ewropa û li gelek deverên din ê cîhanê belav dibe. Romanên wî li erebî, farsî û pênc-şeş zimanên ewropî hatine wergerandin. Bi xêra romanên Bextiyar Elî Ala Kurdistanê li cihanê digere. Tu hizbeke siyasî tu rêxistin nikare vî karî bike. Edebiyat hêzeke soft e. Ew mirovan dike milet. Em jî bi vê yekê serbilind in ku Bextiyar Elî Ala Kurdistanê li dinyayê digerîne. Vê deme çîrûska Bextiyar Elî bêhtir pê ketiye. Gelek xelat standine vê dawiyê Xelata Nelly Sachs jî stand. Kovarên edebî yê Ewrûpa pê re hevpeyvînan çêdikin. Herî dawî kovareke Îtalyayê li ser wî nivîsek belav kiribû. Heger nivîskarekî kurd li dinyayê dibe rojev çima li Kurdistanê nebe rojev? Ji ber ku Bextiyar Elî nivîskarekî gelekî bi qalîte ye û weke min got di rojeva edebiyata cihanê de ye. Me jî ew anî rojeva xwe. Me ew anî rojeva Kundê.

Teqrîben zêdetir ji hefteyekê ye Kund derketiye û belav bûye. Heta aniha çi êrênî çi nerênî derbarê Kundê de çi tê gotin?

Umran Aran – Heta anuha bi giştî rexne erênî ne. Lê hinek rexneyên nerênî jî derbarê dîzaynê de hene. Herwiha di warê sivikkirina zimanê dosyayê de hinek rexne hebûn. Ev jî rexneyên di cî de ne. Bi pirranî rexneyên erênî ji me re tên. Heta niha bi sedan sipariş hatine pirtukakurdî.comê. Sponsoriya kovarê wan daye ser xwe. Em spasiya wan dikin.

Di hinek kovarên jî de em herdu jî di kadroyên avaker de bûn. Herwiha em bi proseya medya civakî jî re eleqedar dibûn. Ez dikarim bêjim eleqeya ji bo Kundê heye ji bo wan tunebû ji ber ku Kund bi wêne ye û sempatik e û navê kund jî rojane ye. Mesela dema me kovarek derxist bi rojan em li ser navê wê sekînin. Em diçûn li navên antîk, arkaîk digeriyan. Hinek caran em tiştan asê dikin. Qet ne hewce ye, hinek caran gerek mirov li derdora xwe binere. Kund jî ji nav jiyanê ye. Kund rengîn e, pratîk e, xwîner dikare wê li hev bipêçe bixe bêrika xwe, bixe binçenga xwe here li cihekî bixwîne. Piştî xwend dikare li ser maseya xwe ji kesekî din re bihêle. Kund wek teyrekî li her derê berbelav in, li her axê hene, curbicur in. Me xwest kundê me jî belav be. Bi naveroka xwe û rengê xwe curbicur be.

Nivîskar Burhan Tek: Derxistina kovaran helwêstek e

Burhan Tek – Beriya kovara Kundê weke lîjneya kovarê tecrûbeyên me yên kovargeriyê çêbûn. Weke Zarema, Wêje û Rexne ew jî kovarên nîv akademik bûn. Derxistina wan kovaran jî û nivîsandina li wan helwêstek bû. Me bi kovara Kundê xwest hemû kes bixwîne. Û zimanê wê zimanekî sade be. Dema me ji nivîskaran nivîs xwest jî me got; bila zimanekî nêzî zimanê rojnamegeriyê be, bila asan be û bê famkirin. Kovar bi xwe ne zêde stûr be, bila bêpêçan. Xwîner wê bixe bêrîka xwe bin çengê xwe bi xwe re bigerîne. Di hejmara me ya yekem jî de mijara dosya me li ser romanên Bextiyar Elî bû. Dema kovareke kurdî dest bi weşanê dike, berê wê li edebiyata her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên diyasporayê ye. Kovara Kund jî bi nivîskarekî Başûrî dest pê kir. Bextiyar Elî yek ji niviskarên herî baş ê kurdî ye û romanên wî li cihanê belav dibin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev