Helbestên bi hênikaya çiyayê Araratê sêwirî

Helbestên bi hênikaya çiyayê Araratê sêwirî

Têngîz Siyabendî

Xwezila ez jî birûskek bûma

Xwezila ez jî birûskek bûma
Ezman qelaşta û derketima
Şevereşa tariyê de ronî kira
Ka Xwedê kî ye eyan bikira.

Xwezila ez jî birûskek bûma
Bi dengê ewran bi axifyama
Rastiya Xwedê danasîn kira
Û karên destê Wî gilî bikira.

Xwezila ez jî birûskek bûma
Erd û ezman tev bihuranda
Xebera xêrê we re bi aniya
Sira bextewariyê azorû kira.

 

Zimanê dê

Zimanê dê naçilmise
Dibişkive hê şîn dibe
Zimanê dê gul-sosin e
Bîhna xweş timê dide.

Zimanê dê hişk nabe
Rayên xwe hê kûr dike
Zimanê dê mezin dibe
Û berê qenc timê dide.

Zimanê dê ava kanî ye
Zimanê ziha hêsa dike
Zimanê dê pêta agir e
Ku dilê qerimî dihelîne.

Zimanê dê her tişt e
Bêy wî têkilî qe çênabe
Zimanê dê wek pirek e
Ku min û te Yek dike.

Zimanê dê şabûnek e
Ku çavên şil ziha dike
Zimanê dê ji Xwedê ye
Wek mîras me re daye.

 

Xwezila

Xwezila em tivaq bûna
Fikirên me wek hev bûya
Xwezila cihêtî tunebûya
Hingê serkeftî wê bibûya.

Xwezila em baş hîn bûna
Ji dîrokê xwe ders hildana
Şaşiyên xwe dirûst kirina
Hingê serkeftî wê bibûya.

Xwezila partîk tunebûya
Tim bi hev re kar kirina
Armanca me yek bûya
Hingê serkeftî wê bibûya.

Xwezila Xwedênas bûna
Xudan Xwedê bîr bianiya
Wek miletek yek dil bûna
Hingê serkeftî wê bibûya.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev