Zanist bi kurdî xweş e -37

Zanist bi kurdî xweş e -37

Amadekar Edo Makuyî 

13-Eger hereketa gerstêrga Erdê li dora xwe bisekine hingî dê tofanên ku leza wan 1670 km/seetekê ne, li ser Xetta Istiwayê( Equator) pêkwerin ku dikarin jîyana ser goga Erdê, jiholê rakin.

 

Xetta Istiwa, navê xetteke ferzî ye ku goga Erdê dike du bešên nîvgoga Bakûr û nîvgoga Bašûr. Ev xêz di nîveka her du cemserên Bakûr û Bašûr da ye û fasileya hemû nuqteyên ser vê xettê ji her du cemseran, wekhev in.

Xetta Istiwayê, xwedîyê mezintirîn muhîta ser erdê ye û dirêjahîya wê 40070 km e.

Rûbara goga Erdê, li Xetta Istiwayê di šev û rojekê da bi qasî 40000 km, hereket dike. Ew tê wateya ku leza goga Erdê li dora xwe 1670 km/seetekê ye.

Navçeyên nêzîkê Xetta Istiwayê, baštirîn cih jibo çandina Qahwe û Kaoçoyê ne.

Edoyê bi bayê bezê zivirok….

 

14-Reklameke watedar li kolanên Parîsê:

Eger ji pirtûka dawî ku we xwendîye,

Yan ji cara dawî ku we diranê xwe firçe kirîye,

24 seet derbas bûye,

Ji kerema xwe, devê xwe bigirin.

Edoyê Devgenî û Devvekirî

 

15-Tu car bi ehmeqan ra minaqiše nekin.

Ew di serî da, asta we dadixine asta xweyî jêr,

Pašê jî bi tecrubeya ku di hemû jîyana xwe di heman astî da bidestxistine,

Dê we biškînin û šikest bidin!

Mark Twain

Edoyê MinaqišeKERê Šikestî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *