Neyarên Êzdîxanê têra xwe hene û me zêdetir perçe nekin!

Neyarên Êzdîxanê têra xwe hene û me zêdetir perçe nekin!

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê

Hêjayan,

weke ku gelek ji we min nasdikin û dizanin, ez ne ilimdar, akademîkar, siyasetmendar, birêvebirê tu rêxistin, saziyên olî, mal, komel û medyayeke civaka Êzdî me. Karê min li goriya derfetan, berhevkirina zargotinê (dîrok û kevneşopiyên ku di hiş û mejuyên endamên civaka Êzdî de mane), lêkolînkirin û nasandina ola Êzdîtiyê ye. Ez nêrînên xwe hercar li goriya tecrûbe, hişmendî, derfet û Êzdînasîna xwe dinivisînim û dêjim.

Vêca ez îro jî dixwazim ev xembarî, berhevkirin û peyama min bigihîje wan „pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan û hwd.“ Êzdîtiyê yên birêz, kû îro di çapemenî û dezgehên mediya yê de dêjin: „Em Êzdîkî ne, Miletê Șerfedîn in, Êzîdî ne, ne Kurdin û hwd.“

Birêzan, tiştê ku min ji nav zargotina Êzdîtiyê bihîstiye û „gelek ilimdarên Êzdî” îro hêjî dibêjin, Tawisî-Melek bi Adem re, bi zimanê Kurdî xeber daye”. Lewma jî çi gava ku oldarên Êzdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ye Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin û dibêjin “zimanê ola Êzdiyatiyê zimanê Kurdî ye”. Ev nêrîna di dîroka ferman û qetliyamên Êzdîtiyê de jî baş tê xwanêkirin ku bav û bapîrên me Êzdiyan, dîrok û çanda Kurdî bi lehengî, sembol, ilm, qewl, sema, libas (cil), parêzgeh û xwîna xwe ya paqij parastine. Lewma jî dagirkirên Kurdistanê (siltan, padîşah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa û jendirmên Farzî, Ereb, Tatar, Tirkên Osmanî tevî olperestên Kurdên nezan û berpirsiyarên hemû baylozxanên koloniyalîst) zahmetekî ku meriv nikare salix bide, zilm û zordarî li bawermendên Êzdîtiyê dikirin û ew vê barbariya xwe hêjî berdewam dikin(*1)“.

Vêca heyran, hûn jî îro weke wan „pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan û hwd.“ yên ku di destpêka salên 1980-2006 de dixwastin Ezdaîtiyê(*2) mîna Zerdeștiyê(*3) bidine xwanêkirin ne kin.

Hûn jî baș dizanin ku XWEDA, Tawisî Melek û her șeș milyaketên (firîșta), ji nûra xwe afirandiye*4 û em Ezdaî/Êzdî îmana xwe ji meznaya Tawisî Melek, hemû firîștan, beyt, cîvanok, dua, lawij û qewlên XWEDÊ nasînê, yên ku bi hezarên salan berî û piștî zayîna Hz.Îsa, Xwedê jê raziyê Șêx Adî(*5) û hwd. ne nasdikin.

Jixwe gava ku me bikarîbûna li ser pîroziya wan cewahirên ku bûne bingeha dinya-jiyanê(*6) û baweriya Ezdahiyan (ya bi XWEDA, Tawisî Melek, hemû firîștan, beyt, çîvanok, dua, lawij, qewl û hwd.), yên gelekî berî dema hatina Xwedê jê raziyê Șêx Adî hebûn bi nihêrtina di nav wan de baş lêkolîn bikira, merivê hingê bidîta ku, gelek ilimdar û qewlbêjan jî naveroka hinek cewahirên bingehên baweriya Ezdatiyê li gorî demê û berjiwendiya xwe guhastine.

Êdî, ji ber çi hûn jî îro Xwedê jê raziyê Șêx Adî anjî neviyê wî Șerfedîn(*7), yên ku bixwe xas-babçak û lehengên Êzdîtiyê ne, ewan jî di wextê xwe de temamiya kesayetiya xwe ji bona parastin û pêșxistina Ezdaî/Êzdîtiyê kirine qurban, mîna Xwedê-Tawisî Melek ji me Êzdiyan re dikine îman û „ÊZÎDIYATIYA KU HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JI XIZNA NASNAMA GELÊ KURD E“.*8 zelal nadine nasandin û me Êzdiyan hîn zêdetir perçe dikin!

 

 

*Çavkanî

1-Hevpeyvîn Bi Kemal Tolan Re! Newaf Mîro

http://www.kurdishinstitute.be/hevpeyvin-bi-kemal-tolan-reparvebike-newaf-miro/

2- EZDAHÎTÎ maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e!

https://www.facebook.com/notes/xemxare-ezdi/sedem-  

3-Êzdîyatî û Zerdeştî http://krd.riataza.com/2016/11/23/ezdiyati-u-zerdesti/

http://www.pen-kurd.org/kurdi/receb-dildar/ezdiyat-zerdeshti-med-kawa-u-newroz.html

4- NKÊ-Rûp.:38-50 û http://archive.is/mTgD9

5- ŞÊX ADÎ NE AFİRANDERÊ ÊZDÎTİYÊ Û TEOLOGİYA EZDAHÎTİYÊ YE !

https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1824925597723113

6- Pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê

http://www.rojawelat.net/p%C3%AEroziya-%C3%AAl%C3%AAm%C3%AAnt%C3%AAn-ku-b%C3%BBne-bingeha-afirandina-dinya-%C3%BB-jiyan%C3%AA-makale,43.html

7- Osman Güdenhttps://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1837344666481206

https://www.facebook.com/osman.guden.5/videos/1865136293572446/

8- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.htmlhttps://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/2008354449380226

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev