KANIYA PÊNCÇAVÎ -6

KANIYA PÊNCÇAVÎ -6

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

G u l d e s t e

Ji “Kaniya Pêncçaviyê” diyarî ye ji bo Mamoste Hasan Canali

 

MAMZÎREK 

Gencîneke têr li bal e
Qelbekî wek zêr li bal e
Hûr hûr hûnerê dihêrê
Destikê destêr li bal e
(Qaso)

 

Vedikole û dixwîne
Me bi huner dixemlîne
Bo pêşerojê mizgîn e
Dikole her bêr li bal e
(Soran)

 

Qelbekê zêr peyda li sîn
Naz û pak e dûr e ji kîn
Pir bi hilm e w zarhinguvîn
Hermidamî xêr li bal e
(Mem)

 

Dilgerm e hem bi mervatî
Di wêjeyê de jêhatî
Ronî dide Axmeşatî *
Ew roj e sitêr li bal e
(Soran)

 

Ew tav e bi şewq û berq e
Tîrêj e li xerb û şerq e
Dişkîne zencîr û xelqe
Dilekî wek şêr li bal e
(Arif selçuk)

 

Mizraba tembura Hesen
Nadim ez bi basîq û ben
Serxweş nizanin pê reben
Xweş şeraba cêr li bal e
(Dînarî)

 

Dîlok, Stenbol, Amed, Qonya

* Axmeşat gundê Soran Amed e. Axmeşatî jî Soran e. 

 

 

HER BIJÎ EŞQ 

Ger tu bixwazî bijî
Jiyanek têr û tijî
Divê j’evê evînê
Firşikek jê bimijî
(Qaso)

 

Yê ji vînê te’mijî
Hem dîn e w xwînkelijî
Lê kesê dilhez be ew
Bamberê sed dilrijî
(Soran)

 

Dehbe bî hest bikujî
Namîne dilpaqijî
Wek din ya tê genî bî
Yan şîrê xwe birijî
(Soran)

 

Dinya her qehr û mijî
Tijî xwehrî û gijî
Vîn rast e yên din derew
Her bijî eşq her bijî
(Qaso)
 

Amed, Dîlok  

 

DÎWANA DOSTAN 

Eva dîwana dostan e

Fermo; eger ehlê dil bî

Miştaxa raz û hestan e

Werê, kengî tu dilkul bî

(Arif Selçuk)

 

Were kulên dil verêje

Kerb û kederan vebêje

Meya eşqê lvir vemêje

Ger şalûl û ger bilbil bî

(Arif Selçuk)

 

Mijar her eşq û evîn e

Xwe bi mestê bixemlîne

Çi pêwiste wê bibîne

Da wek baxek tijî gul bî

(Soran)

 

Dema sor e û sermestê

Dem e mi ka bikin qestê

Bidin min badeya hestê

Bibêjin tu  şil û  pil bî

(Qaso)

 

Sekraniya  meya   hest e

Eşq  û  evîn her mebest e

Zêrînrist û  her  helbest e

Li  karê  wan   miqabil  bî

(Mem)

 

Miqabilî   çerxa    felek

Pêsîrê    jêr  nekî   xelek

Wê renc û elem bin gelek

Ku tu guhderz û betil bî

(Dînarî)

 

Amed, Dîlok, Stenbol, Qonya

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev