Barzanî li Bekûyê

Barzanî li Bekûyê

 Me di 138 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê du nivîsên ji berhema profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan yên bi sernivîsa Barzanî li Bekûyê” û ”Helwesta Bagîrov di hindava kurdan da” raberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Merivê efsaneyî” ji rûsî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal bona çapê amade ye, wê zûtirekê bê weşandinê.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 139

Pêşî Barzanî ji Naxçiwanê anîne Şûşê, li Qerebaxa Çiya [15, r. 14], paşê 29ê îlonê anîne Bekûyê. Li vira rasthatinên Barzanî bi şexsên fermî ra derbaz bûn, bi riya wan wî nameyek ji sêkrêtarê pêşin yê KM PK KSS Azirbêcanê M. Bagîrov ra şand, li wir wî derdê gelê xwe, dîroka tevgera Barzanî dabû rêzê û hîvî dikir çend daxwezan pêk bîne:

-wî bi şexsî qebûl bike;

-destûrê bidine wî bi barzanîyan ra bicive û guh bide daxwezên şervanên xwe, ku ketibûne rewşeke here giran;

-hemû şervanan berevî cîyekî bikin;

-firsendê bidine merivên wî perwerde bibin;

-kovareke hermehe derxin, ku tê da lêkolînên zanyarî, çandî û aborî hebin, bona bikaribin çanda kurdî vejînin;

-di radyoya Azirbêcanê da beşa ji bo weşanên radyoyê yên bi zimanê kurdî vekin;

-şikyatê me bigihînine Neteweyên Yekgirtî ser sîyaseta neheq, ku di hindava kurdan da bi kar tînin;

-mecalê bidine wî rastî Stalîn bê, bona bikaribe derd û kulên miletê kurd bigihîne wî (ji nameya bo Bagîrov. Binhêre: Serdazêdekirinê, belge hejmar 1).

Lê gelek têlêgram û name bê bersîvên erênî man.

Gorî malûmatîyên pirtûka Mesûd Barzanî ”Mustefa Barzanî û tevgera kurdî ji bo azadîyê, di salên 1931-1961 da”, barzanîyên ku li barêgeha Naxçiwanê da bûn, di meha cotmehê da pê hesiyan, ku Mustefa Barzanî li Bekûyê ye. ”9ê çileya pêşin sala 1947an Barzanî seredana barêgehê kir, lê 10ê çileya pêşin şervanên barzanîyan anîne barêgeheke nû, ku nêzîkî Bekûyê bû (nîvgirava Apşêronê – redaksyon). 22ê çileya pêşin Barzanî bi rêberîya gênêral Atakçîyêv seredana barêgeha nû kir û ji bo rewşa hevalbendên xwe razîbûna xwe dîyar kir. Piştî çend rojan wî emir kir taxbûreke nû çê bikin û Esed Xoşewî bikin qumandarê wê”. Bona xebata bi kurdan ra zabitên karmend hatine kivşkirin. Çekên here nûjen dane kurdan, wana fêrî perwerdeya leşkerî kirin.

19ê çileya paşin sala 1948an li Bekûyê kongreya kurdan bi tevgelîya nûnerên kurdên Kurdistana Başûr û Kurdistana Rohilatê hate derbazkirinê, li wir Komîtêya kurdan ya bo rizgarîyê bi serokatîya Mustefa Barzanî hate sazkirin. Biryar hatine qebûlkirin, ku li radyoya Bekûyê weşanên radyoyê yên bi zimanê kurdî vekin û rojnameya kurdî biweşînin. Lê ew biryar li ser kaxez man.

 

Helwesta Bagîrov di hindava kurdan da

 

“Em bi merivên xwe va serbilind in, ku di şertên here xirab û xeter da, di rewşa birçî, sur û sermayê, girtinê, desteserkirinê, kuştinê û îşkencekirinê da mafên gelê kurd parastin”.

Mustefa Barzanî

Hêja ye li vir behsa helwesta sêkrêtarê pêşin yê KM PK Azirbêcanê M. Bagîrov[1] di hindava tevgera kurdan ya ji bo azadîyê û di hindava şervanên barzanîyan da şirove bikin.

Di çend çavkanîyên kurdî da tê gotinê, ku M. Bagîrov bi şexsî ji kurdan û ji Barzanî hez nedikir. Ka gelo ew yek çiqas rast e, hewcê lêkolînan e, ji ber ku derheqa wê meselê da fikirên cuda-cuda hene. Em li jêr çend gotinên ji çavkanîyên cuda raberî we dikin.

Mesûd Barzanî dinivîse: ”Di dema damezirandina Komara Kurdistanê (Mehabadê) û Komara Azirbêcanê li Îranê ”azirîyan hewil dida Komara Mehabadê kontrol bikin, di wî karî da rola Bagîrov jî hebû, ku bi her awahî zordarî li kurdan dikir, dixwest wana bike bin hukumê Tewrêzê. Em wê jî bêjin, ku tevaya alîkarîya Sovyetê diçû Azirbêcana Îranê. Komara Mehabadê pir hindik distend, ew jî bi saya serê helwesta serokatîya wê (…). Komara Azirbêcanê di bin hukumê Bagîrov da xwe li xwe li riya miletçîtîyê girtibû, lê Komara Mehabadê sîyaseta bo halxweşîya gel derbaz dikir û derdikete dijî zorbetîyê”. Wê demê nerazîbûnên ku gihîştibûne ser dereceya pevçûnan, bi hereketê Moskvayê hatine sekinandin. Gorî hinek çavkanîyan helwesta Bagîrov a dijminatîyê di hindava kurdan da ji wir dihat, ku wî piştgirîya Azirbêcana Îranê dikir

Desthilata Sovyet hela ji dema şêr da dijî tevgera kurdî bûn. ”Bi bawerîya wê ewana li Îranê ji bo tevgera azirîyan asteng in, ku Moskva û Bekû piştgirîya wê tevgerê dikir”.

Memedê Suleyman Babayêv jî ev bawerî testîq kirin, yê ku sala 1946an wergervanê leşkerî bû li Îranê.

Derheqa îzbatîyên nelihevkirinên di navbera Kurdistanê û Azirbêcanê da li Îranê çavkanîyên din jî dibêjin.

Pêşî pêwendîyên kurdan bi azirîyan ra sert bûn, ji ber ku çend warên bi binecîyên kurd va ketine nava axa Azirbêcanê, ku ne dixwestin di bin hukumê Tewrêzê da bin. Lê ji ber ku Tehran him dijmina Mehabadê bû, him jî Tewrêzê, wana li hev kir bi tevayî hereket bikin; 23ê nîsanê sala 1946an peymana kurdan-azirîyan hate girêdan, hêzên çekdarî bûne yek û Barzanî hate naskirin wek serekqumandarê giştî. Ji bo Moskvayê Kurdistana Îranê zêde ne balkêş bû, piranî dema pirsa azirîyan dihate ortê, wê demê kurdan bîr dianîn. Di îlona sala 1946an dêlêgasyona kurdan bi serokatîya Qazî Mihemmed diezimînin Bekûyê. Qazî Mihemmed li hevraxeberdanên bi sêkrêtarê pêşin yê KM KSS Azirbêcanê Mîr Cefer Bagîrov ra bi tundî dij derkete himberî pêşnîyara wî ku Kurdistan wek otonomî bikeve nava teşkîla Azirbêcanê.

Bagîrov sala 1947an jî ser ya xwe mabû, ku hukumê kurdan di dest wî da be. ”Bagîrov, ku hestên wî yên miletçîtîyê hebûn, hewil dida serokatîya kurdan ya sîyasî bike bin bandûra serokatîya Azirbêcanê, di wî karî da mêtodên wisa bi kar dianî, ku di hindaba Qazî Muhemmed û Komara Kurdistanê da bi kar dianî, herwiha di hindava Komara Azirbêcanê li Îranê. Barzanî bi xurtî derkete dijî wan mêtodan û himberî Bagîrov sert ber xwe dida.

Bagîrov bi alîkarîya dostê xwe yê nêzîk Bêrîya, ev daxwez gîhande Stalîn. Dema rasthatinekê wî gef li Barzanî dixwar, digot pêşnîyara wî qebûl bike, eger na, wê ceza bixwe. Barzanî bersîva wî ha da: ”Em ne bo wê yekê hatine vira, ku hûn gefan li me bixun. Eger em ji tirsfirandinan bitirsîyana, weyê em li vira nedîtina. Em hatine Yekîtîya Sovyet bona gelê Yekîtîya Sovyet dengê gelê Kurdistanê bibihîse (…). Em naxwezin bikevine bin hukumê tu kesî, heta bin hukumê gelê bi me ra dost û bira, wek ku gelê azirî ye. Em miletekî serbixwe ne!”.

Gorî belgeyên arşîvê derheqa vê pirsê da, Bagîrov Stalîn da bawerkirinê, ku bi her awayî piştgirîya M. Barzanî û şervanên wî bike.

Di hêleke din va, hebûna barzanîyan li Yekîtîya Sovyet desthilata Îranê pir nerehet dikir. Îarnê çend caran de`w kiribû, ku wana teslîmî Îranê bikin, serekwezîrê Îranê 3ê çileya pêşin sala 1947an şikyatê xwe raberî baylozê Sovyet li Tehranê kir.

Ew şikyat li Krêmlê ciddî nehate girtin, ji ber ku hela serokatîya Moskvayê ser wê bawerîyê bû, ku wê bikaribe hukumê xwe li ser Îranê bide dasekinandinê, kurd perwerde dikirin, di hêla leşkerî da amade dikirin û wana ji sînor dûr ne dixistin.

Hilbet, Sêkrêtarê pêşin yê KM PK (p) Azirbêcanê M.D. Bagîrov, ku xwedî armancên dûrdîtî bû, salên pêşin yên hebûna Barzanî li YKSS bû înîsîator ku desteyên kurdan li Apşêronê bi cî bikin, karê xurekê wan, xizmetkirinê û perwerdeya di hêla leşkerî da organîze dikir.

Nameya wezîrê karên der yê YKSS S. Krûglov di sibata sala 1949an da bo Stalîn Î.V. ronahîyê dixe ser van bûyeran:

”Sêkrêtarê KM PK (p) Azirbêcanê Bagîrov pêşnîyarek da Hukumeta YKSS, ku desteyekê li yek ji barêgehên ber kenarê çemê Xezerê bi cî bikin, xurekê wan û perwerdeya serokatîya wê bo karê leşkerî teşkîl bikin. Bi biryara Hukumetê di desteyê da sê bêlûkên çekdar, taxbûreke topavêj, komeke xebatkarên pevgirêdanê û yeke tanka hate sazkirin. Wezîreta hêzên çekdarî ya YKSS 20 zabitên Artêşa Sovyetî da desteyê bona fêrkirina karê leşkerî (binhêre: Serdazêdekirin, belge hejmara 4).

Karmendê aramîyê yê Sovyetî P. Sûdaplatov di bîranînên xwe da dinivîse, ku Bagîrov dixwest kurdan bo berjewendîyên xwe yên panazirbêcanî bi kar bîne: ”Mesele ew e, ku Bagîrov hewil dida Barzanî û merivên wî bi kar bîne bona tevlihevkirina rewşê li Azirbêcana Îranê. Lê li Moskvayê ser wê bawerîyê bûn, ku Barzanî dikare di karê hilweşandina desthilata Îraqê ya di bin hukumê Îngilîs da roleke giringtir bilîze. Xênji wê, ku pir giring e, bi alîkarîya kurdan emê bikaribin kanên neftê yên Îraqê (li Mûsilê) têk bidin, ku di karê xizmetkirina leşkerên Îngilîs-Amêrîkayê yên li Rohilata Nêzîk û Behra Navwelatîyê bi mehsûletên neftê va xwedî kemaleke giring bûn…”.

Û Barzanî bi xwe jî ne dixwest bibe lêpokê planên Bagîrov yên proazirbêcanî. Rêberê kurdan di sohbeteke bi Bagîrov ra gaveke sîyasî ya xurt kir, pêşnîyar kir otonomîya kurdan ya li bakurê Azirbêcanê careke din ava bikin, ku ji sala 1923an heta sala 1929an bi navê Kurdistana Sor hebû, û destnîşan kir, ku ewê tevgera bo azadîyê li perçeyên Kurdistanê yên din bide xurtkirin, ewê bibûya kakilê sazkirina komara Kurdistanê di teşkîla Yekîtîya Sovyet da. Projeya ha mezin hilbet, wê serekê Azirbêcanê kêfxweş nekira.

Hilbet, aqilmendîya sîyasî û israra qewîn ya Barzanî ne gorî daxwezên desthilatdarê Bekûyê bû. Ewî karibû serekên Moskvayê qane bikira, ku Barzanî ”ne bi aqil e” û dest nade ku ew li Pişkavkazê be. Em xetên ji nameya Wezîrê karên hundur yê YKSS bo Stalîn raberî we bikin:

”…Hate bêlîkirin, ku Mustefa Barzanî merivekî bi sîyasî ne zêde bi aqil e, dixweze ji eşîretên kurdan Qiralîyetê saz bike û serokatî li wan bike. Mayîna Barzanî a li Yekîtîya Sovyet demkî ye û me mecbûrî tu tiştekî nake.

Bi vê yekê va girêdayî Bagîrov pirsek danî ber hukumetê, ku desteyên kurdan ji axa KSS Azirbêcanê cîguhastî bikin û ji sînorên Îranê dûr bixin”.

Bagîrov, ku di destpêkê da piştgirîya sîyaseta mayîna kurdan li Azirbêcanê dikir, dû ra fêm kir, ku wê nikaribe ji heq û hesabên  Barzanî derkeve, êdî di nîveka sala 1948an da destpê kir bû terefdarê aktîv yê şandina kurdan li Asîya Navîn.

Riataza

[1] Mîr Ceferê Ebbas Bagîrov (18961956) – serekê dayîreya aramîya dewletê, Komîsarê gelêrî yê karên hundur, Sedirê Şêwra Komîsarên Gelêrî, Sêkrêtarê pêşin yê komîtêya PK (b) bajarê Bekûyê, sêkrêtarê pêşin yê KM PK KSS Azirbêcanê (19331953), Sedirê Şêwra Wezîran ya KSS Azirbêcanê (1953), namzedê endamtîya Sedirtîya KM PKYS (1953).

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev