Ji nimûneyên zargotina me – 139

Ji nimûneyên zargotina me – 139

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedsîûnehan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a bi sernavê ”Rostem Zuhrabê Kurê xwe dikuje” raberî we bikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê raberî we kiribû.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

ROSTEM ZUHRABÊ KURÊ XWE DIKUJE -2 

Em ji qiral xeberdin. Esker usa topkir, hesavê siteyrê ezmana hebû, hesavê eskerê wî tunebû. Hat, bê ser şeher şerke.

Rostem nihêrî esker derket. Qiral pêş xweva nihêrî, vêrsekê dûr şeher çadirek lêxistîye. Eskerê xwe da eglekirinê: “Dêmek eva qerewilê wane”. Pelewanekî xwe şand:

-Here, qerewil têdabe, wî qerewilî bigir, bike nav dest û piyê xwe, ez pirs û hewala jê bikim.

Pelewanekî wî qeher hat nehre li Rostem rahişt. Rostem derket. Rostem bi milê wî merivî girt, qetand, pişta wî şikênand. Qiral lê nihêrî ew pelewanê wî nehat. Du pelewanê din şandin. Rostem pelewanek dîsa kuşt, yê din berda, go:

-Here bêje qiral, çi ji destê wî tê, heta min nekuje, ew nikare bikeve nava şeher.

Meriv çû ji qiralra got. Qiral esker kişand ser Rostem. Rostemroyê deh-panzddeh ji wan dikuştin. Rokê qiral emir kir: “Tek meriveke, hûn nikarin bikujin: royê deh-panzdeh ji we dikuje. Bîst hev bi hevra herinê şerkin”. Ser Rostem civyan, ser Rostem bû xire-xira gurz û kevanda. Heta êvarê şer dikirin. Êvarê Rostem dizivirî çadira xwe, esker jî cîyê xweda disekinî. Royê şer dikirin. Rostem usa bû, rokê, hinkê bi gurza Rostem dixistin, ku halê Rostem xiravkirin. Ew merivê jêra nan danî, cab birin şeher, cab dan padşa: “Mala we xirab be. Rostem gelek aciz dibe ji canê xwe; wê Rostem bikujin, bên şeher xirab bikin”.

Şîn û girî ket nav şeher. Qîza padşa hebû, ew qîza ewî qiralî dixwest. Deng kete guhê wê: “Hal û hewalê şeher eve”. Cab şand ji bavê xwera:

-Bavo, îzina te hebe, çil pelewanî bide min, ez kincê mêra li xwekim, hewarîya Rostem herim, we xilazkim, hêsîrê we xilazkim.

Padşa ew zor dîtibû, diha qîz li ber çev dihat? Go:

-Ez hiznakim? -emir kir, qîza wî deste kincê pelewana xwekir, çil cot pelewan hilda, çadir-xeybet hildan, siyarbûn, ajotin cem Rostem. Çadir-xeybetê xwe lêxistin. Keçik çû hundurê çadira Rostem.

-Rostem, halê te çiye?

Rostem go: -Pelewanê qeher (nizanibû qîze), halê min xweşe, şerê min bi wanra şere.

Keçikê hilda got: -Rostem, rihetîya te sê roja heye, ezê sê roja şerkim.

Bera Rostem rehet bibe. Qîza padşa gêma pelewan lêbû, xaya gurzê giran bû: şerekî usa kir, qe Rostem nikaribû nîvçarîka wê şerbikira: herkê Rostem deh û panzdeh dikuştin, ewê royê çil û pêncî dikuştin.

Cab dane qiralê kafir: “Ser wê çadira qirewil, niha şeş-heft çadirê dinê lêxistine. Eskerê wan zef bûye, hema pelewanekî ji qirawilê wan xurttir hatîye, royê çil-pêncî mêrî dikuje”.

Qiral emirkir: -Herçî gurz û kebend bin, herçê mertal bi dar bin, hemû lê kar bin.

Eskerê diqal dahiçiya ser milê wan. Rostem û keçikêva şerekî usa danîn, kirine axira zeman, erd hejîya, jinêd şeherda hemle zarê xwe tilif kirin, sûr û beden hilşiyan, kala ji hevra gilî kirin, yekî got: “Ev çi tevaye, eva axira zemîne”. Yekî hilda go: “Na, şerê Rosteme, dengê gurzê Rostem, eskerê qiralra şer dike”.

Rostem usa kir, yekî xeber şûnda nebir şeher. Rostem şeherê wan jî teslîm kir, qiralî kafir kuşt, zivirî hat, ji padşara got:

-Eger îzina te hebe, hespê bide, ezê herim.

Padşa civata xwe topî ser hev kir, wekîlê xwe, kire civat, go:

-Ji vî pelewan Rostemra çi layîqe em bidinê?

Wezîr hilda got, go: -Çi layîqe em bidinê, layîqe tu qîza xwe bidêyî.

Keçik dane Rostem. Rostem li wê egle bû, sekinî muxdarekî. Rokê îzina xwe ji padşa xwest, go:

-Gerek ez herim, ez sax bimînim, ezê bêm qîza te bivim nav şeherê Îranê. Ez unda bûme, ji boyna min Kewkehişa difikire, çikanê çi bi Rostem hat.

Padşa îzina wî da. Rostem çû cem jina xwe, îzina xwe jê xwest, go:û-Ezê herim, dibe zuret ji te çê bibe, ha ji tera bazbenda min, erkê kurbe, li milê wî girêde. Tim-tim ser sînorê Îranê û Tûranê dibe şer: dibe wextekê kur hebe, milê wî girêde, şerda ez nas bikim,- bazbend derxist, da jina xwe, îzina xwe ji jinê xwest, ji padşa xwest, Rewşîbelek siyar bû, derket şeherê Îranê.

Bavê wî, mala wî gelekî şa bûn. Cab dane Kewkehişa, Kewkehişa go:

-Bera cehnimê bê,- lê hêrs bû,- belkî dû wîra şer li vir hebûya.

Rostem bihîst Kewkehişa eva pirsa gotîye. Rostem ji bavê xwera go:

-Bavo, Kewkehişa piştî min şahtîyê dike. Kewkehişa ev pirs gotîye: ya min dikî, emê mala xwe hildin ji Îranê herin.

Rostem mala xwe bar kir, çû derket şeherê Tehranê.

Em jina Rostem xeberdin: qîza padşê pê ma, xwedê kurek dayê, navê kur kirin Zuhrab. Zuhrab mezin bû, çardeh-panzdeh salî bûbû pelewanekî usa, qe Rostem nedibû nîvê çarîka wî. Dersa pelewanê şeherda ewî didayê.

Rokê ser sînorê Îranê û Tûranê bû şer. Eskerê Kewkehişa û yê xezûrê Rostemva seba sînor şer kirin. Hey eskerê Kewkehişa berî eskerê Tûranê dida, hey sînor jê distend, merîyê wan didizîn, dibirin dikuştin.

Wextekê cab dane padşa: “Eskerê Kewkehişa hey pêşda tê, merîyê te gişk qirkirin”. Mezinê eskerê Kewkehişa Gurgên pelewan bû. Padşê Tûranê gelek kêfa wî ser bû. Zuhrab lênihêrî kalikê wî ro bi ro pîs dibe, ji diya xwe pirsî, go:

-Van roja çira kêfa kalikê min tune?

Dê go: -Lawo, şerê Îranêye: gelek erd ji mala kalikê te sitendine, gele mêr qir kirine, niha hey zorê dide.

Go: -Dayê, gerek tu ji kalikê minra bêjî esker bide min, ez herim nav eskerê kalikê xweda.

Dê çû ji bavê ra go, go: -Nevîyê te dixweze here şer.

Kalikê hilda go: -Zarîye, xave, şerê Rostem têda, tu were teyamîş nede, Rostem tu were kurê xwe bikuje.

Qîzê hilda go: -Nevîyê te bûye xeta, divê – ezê herim.

Padşa îzin da. Kurekî padşê hebû, gazîkirê, ji kurê xwera go:

-Lawo, Zuhrabra here, tu belkî Rostem pê bidî naskirinê, eva şera bitemire.

Kur tvdarekê xwe dît, Zuhrab syar bû, çadir ji xwera hilda, çend pelewan ji xwera hilda, çû nav eskerê kalikê xwe: lênihêrî rengê esker bûye rengê heywayê, gele erd jê stendîye. Zuhrab bû mezinê esker, nevîê padşaye, qolayî nîne. Bû şerê wan. Zuhrab erdê jê stendibû, ew erdê xwe jê stend careke dinê, qasî wî erdî jî erdê Îranê ji wana stend, heta xalê wî li şer û pelewana dinhêrî – Rostem ne navdaye, nîşanî Zuhrabde.

Kelake Îranê hebû, ne nav şeherda bû, sînorê şeher bû, dûrbû. Zuhrab bir kelê hasê kir eskerê Kewkehişa. Kewkehişa merûb bû. Cab dane Kewkehişa. Kewkehişa cab da ehelîê xwe, cab da cmaeta xwe, go:

-Îro roja Rostem bû, min çevê xwe korkir, ez Rostem hilatim.

Kewkehişa wezîrê xwe hilda, berê xwe da Têhranê, xwe avît mala Zal. Gava çevê Zal Kewkehişa ket, bû av rijya.

-Kewkehişa, ev çi yek ?

Go: -Min xwedê gotîye, paş xwedê tu, hal û hewalê min, eskerê alîê Turanê avaye, gere tu mala xwe bînî, Rostem ne navdabe, wê şeherê min bistînin, textê min xravkin.

Zal şand pey Rostem, ev glî Rostemra kir, go:

-Rostem, lawo, go, Kewkehişa şahê meye, wekî wezîrê xwe hildaye hatîye, go, gerekê em herin.

Mala xwe carke dinê anî hat Îranê. Li Rewşê xwe syar bû, çadirek birin nav eskerê Kewkehişa tek lêxistin. Rewşîbelek li ber derê çadirê tewilandin. Zuhrab ji alîê eskerê kalikê xweda dûrbînê lênihêrî: ji çadira çadirek tek lêxistîye, hespekî li ber dêrîye, pelewanek li ber derî digere, lê qirinteyî kale. Xalê xwera go, go.

– Xalo, go, ev çî çadira han teze lê zêdebûye, merivek ber derê çadirê dêgere, pelewanekî gumruhe, tu işev qerewiltya esker bikî, hetanî svê.

Bera xal qerewilya esker bisekine. Rostem şûrê xwe girêda, şev hat dizîya eskerê Zuhrab: xal di xewêda girt, da biçenga xwe, devê wî girt û haydê, heta gîhande nav çadira xwe, xalê Zuhrab biçenga wîda fetisî, mir.

Sve safî bû, cav danê: ” Zuhrab, xalê te girtine, birine “. Zuhrab bû perçe agir, canê xwe ket, çû meydanê sekinî, nerê ser nerê rahişt. Rostem syar bû – ew jî pêşber hat. Şerekî usa kirin, dha bi zmana naê gotin, gere meriv bi çevê xwe bidîta, zanibya, çika şerekî çawane. Rostem kir û nekir, çare bi Zuhrab neki. Du roja şerkirin, Rostem go:

-Ez vî gulaşê erdê nexim, nabe tiştekî, – meydanê sekinî, go: -Pelewanê çûk, go, banzde erdê, emê gulaş bigirin, yan tuê min erdêxî, min bikujî, yan ezê te bikujim.

Zuhrab banzda erdê, Rostem jî banzda erdê, hespê xwe aşkirin, dest avîtine hevdu û gulaş girtin. Zuhrab Rostem li erdê xist, xencera xwe kişand, ki jorda lêxe, li dilê bavêxe.

Rostem go: -Ez kalim, tu cahilî, qewlê mêra sê carin.

Careke dinê berda. Rostem rabû serxwe, careke dinê gulaş girin, Zuhrab dîsa Rostem li erdê xist. Cab din go:

-Qewlê mêra sê carin.

Dîsa Rostem berda. Rostem rabû serxwe, car din gulaş girin, Rostem Zuhrab şaşkir, li erdê xist, çong da ser sîngê wî, soranî li kevçika dilê wî xist: soranî du tilî piştêra avîte der. Zuhrab go:

-Nemêrd, mixenet, min du cara tu li erdê xist, min molet da te, te xeber dida: te qe molet neda min, min pirs û hewal ji te bikirana: wekî tu bivî mesî, bikevî binê berê, wekî tu bivî teyr, bifirî ezmên, tu ji destê bavê min xlaz nabû.

Rostem jê pirsî: -Bavê te kîye ? -Xencer hê têdane.

Go: -Bavê min Rosteme.

-Kuro, go, çi Rostemeke ?

Go: -Rosteme ZAl, kurê Zale.

Bû qîrîna Rostem, da ber dilê xwe, de serda girya, got dha. Du meriv şandin:

-Kuro, herin cem Kewkehişa, bra hine derman bişîne, ez têkime brîna wî, belkî vegere. -Rostem go: -Kuro, wekî tu kurê Rostemî, nîşana Rostemê tera hebe.

Go: -Nîşana Rostem bazbende, dya min girêda: te ez brîndar kirim, ez nikarim.

Rostem milê wî derxist, gendî ew bazbenda dabû jina xwe, ew bazbende. Hêja Rostem zanibû eseyî kurê wîye, got, girya. Ew merivê çûbûn cem Kewkehişa, ji Kewkehişara gotin:

Kewkehişa go: -Rostem yeke, em xwe jê xlaz nakin, hemîn, wekî bive duda, em destra tap nakin, – derman neşand. Wan merîya hat, Rostemra gotin. Hêrsa Rostem hat, go:

-Ewî kurê min da kuştin.

Cnyazê kurê xwe hilda, eskerê kurê xwe hilda, qerê xwe da şeherê xezûrê xwe, alîê Tûranê. Dha orta wî Kewkehişa bû dijminayîke wa qaneqane (xurt)

Kuta bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev