Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 37

Konfederasyona Kurdên Ewropa – hêzeka girîng û pozîtîv e di karê nêzikkirina kurdên cihanê di vê qonaxê de

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe ya “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 32 yan ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren hêja, berî 3 mehan, 10ê sivata 2018 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd li Stockholmê ji bo avakirina rêxistineke navendî ji bo kurdên hemû dinyayê civîneke girîng pêk anî.

Armanca civînê ji bo kurdên dervayî welat avakirina organîzasyoneke navendî bi navê Konfederasyona Kurdên Ewropayê bû. Civîn bi beşdariya 14 rêxistinên demokratîk yên Kurd li 8 welatên curbecur hat li darxistin. Civîn li ser banga Fedesyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hatibû organîzekirin.

Beşdarên civînê ev rêxistin bûn: Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, Federasyona Komeleyên Kurd li Danmark, Kurdish EU Society, Rewenda kurdên Norwej, Federasyona Komeleyên Kurd li Finland, Hevkar, Civata Kurd li Almanya, Komkar EU, Federasyona Kurd li Rûsya, Hevaltî, Yekîtîya Ciwanên Demokrat – Rojava, Federasyona Kurdên li Qazaxistanê, Federasyona Kurdên li Qirgizistanê.
Konfederasyona Kurdên Ewropa rêxistinek sivîl û civakî ye, bi tu awayî girêdayî tu partiyên siyasî û dezgehên olî û îdeolojî nîne. Konfederasyona Kurdên Ewropayê li ser prensîbên demokratîk karê xwe dimeşîne û dixwaze di pirsa kurd de rola xwe bilîze û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li çar parçeyan, projeyekê dayne pêşiya xwe, ku ev jî bandorê li dewletan û herwiha Yekîtiya Ewropayê bike.

Li Ewropayê li dora 2 mîlyonan kurd hene, lê eger jimara kurdên li dervayî Ewropayê dijîn em bihesibînin ji 7-8 miliona zedetir e. Rêxistinên demokratîk yên kurdan li hemî welatên Ewropayê bi vê zanebûnê biryara xwe didin ku li hember hemû gef û destlêwerdanên herêmî û navneteweyî hêzên xwe yek bikin û di nav xwe de hemahengiyeke rêxistinî pêk bînin. Bê guman ev hêzeke girîng e û potensîaleke mezin e di vê qonaxê de. Lema jî di serdema me ya niha de hîn zêdetir pewîstîya organîzasoyneke wek ”Konfederasyona Kurdên Ewropayê” hebû. Ji bo ku li bin banekî navendî de sazî û rêxistinên kurdan bigihîne hev ji bo xebeteke koordînasiyon di nava kurdan de, qewî kirina têkilîyên kurdan, ji bo piştgiriya bi tevgera kurd ya netewî ra, ji bo xebatên dîplomatîk, ji bo li ser kurd û Kurdistanê belavkirina agahîyan li hemû welatên cîhanê û hwd. Hilbet jî ev gaveke dîrokî ye û dibê ev organîzasyon bibe lobîya civaka kurdan li seranserê cihanê. Lê ya esas ew e ku maf, hêvî, xeyal û armancên civaka Kurdan ku ji aliyê serdestan ve hatibûn binpêkirin û niha jî berdewam e, bêne parastin.

Di civînê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, xebatên saziyên sivîl û demokratîk li Ewropayê hat nirxandin, federasyon û komeleyên ku beşdar bibûn agahdarî li ser kar û xebata xwe dan beşdaran, herwiha rê-dirb û prensîbên xebata koordînasyonê hat nîqaş kirin û bi yek dengî hate pejirandin.

 

Civîna Stockholmê daxûyanîyek ji bo raya giştî ya Kurdan û Ewropîyan belav kir. Di daxuyaniyê tê gotin: “Miletê Kurd yek ji miletên herî kevinare yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû miletan mafê miletê Kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi awayekî azad diyar bike. Dagîrkerên Kurdistanê, Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrîye li hember mafên rewa yên kurdan siyaseteke nijadperestî û qirkirinê dimeşînin. Ev siyaseta hovîtî û zordestiyê bi her awayî belav kiriye û tu carî bi sernakeve. Divê ew rê li ber çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê vekin. Çareserî di qebûlkirina mafên miletê Kurd yên neteweyî û demokratîk de ye”.

Civînê biryar da ku haziriya civîneka berfirehtir di salvegera referandûma dîrokî ya Kurdistana Başûr, 25 îlonê de li Brukselê pêk bîne.

 

Guhdarên hêja, mijara bernameya me ya îro derbarê avakirina rêxistineke navendî bi navê Konfederasyona Kurdên Ewropa ji bo kurdên hemû dinyayê, herwiha rol û pêgeha Konfederasyonê di hewlên bo tifaq û lihevkirinê, nêzîkkirina hemû kurdên cîhanê da ye. Piştî civîna li Stockholmê 3 meh derbaz bû. Di nava sê mehên borî de kar û xebata Konfederasyona Kurdên Ewropa di çi astê da ye? Herwiha derbarê plan û meremê vê ji bo pêşerojê?
Civak û Sîyaset van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî vê mijarê ve, dê ligel mêvanê bernameyê serokê Federasyona Komeleyên Kurdî li Fînlandê Welat Nehrî zelal dike.

Birêz Welat Nehrî re ji stûdyoya radyoya Ria taza li bajarê Hêlsînkîyê a welatê Fînlandê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

 

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên serokê Federasyona Komeleyên Kurdî li Fînlandîyayê Welat Nehri bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

 

Riataza

Конец формы

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev