Zimanê me wek faktora sereke ya parastina miletê kurd

Zimanê me wek faktora sereke ya parastina miletê kurd

Desthilatdarê lapî mezin yê bi bandor û bi wefa milet bi xwe ye

Aslîka Qadir, rojhilatzan/hunermend

Gelek miletên mezin, yên wek romî û asorî û welatên wan Rom û Asoristan qelyan û rabûn ji rûberê dunyayê… Gelo çira? Heta, ku ruhê netewatîyê berz bû cem romîyan, Rom jî hebu, bi undakirina ruhê netewatîyê ve Rom jî unda bû.

İnglîza sozê ”Asoristana azad ” dane miletê asorî û ew sêrî da dijî ordîya turkan bi kar anîn, paşê ew dijî erebên Asîya Navîn bi kar anîn. Di bin serokatîya Pitiros axa û bi fermana wî ev miletê qehreman heta dilopa dawîyê ya xwîna xwe şer kir û ev miletê kevner bû qurbana wî sozê heytehol, ku înglîzan dabû wana… Dawîyê da înglîzan 30 000 zêrê înglîzî dane Pitiros axa û hesavê xwe dadan… Ev jî bû bihayê xûna temamîya miletê asorî (çevkanî l. Mesrop, Kurdistan û kurder, 1957, Paris)

Bêguman, Pitirosên kurdan jî hebune, yek Seleheddîn Eyubî, ku saya şerê dijî xaçparêza gihîştibû serketineke nebînayî û dikaribû gelek bi hêsanî serperestîya şerê azadîya miletê xwe, ango, kurda bikira, lê dewsa Kurdistanê İmpêratorya Eyubîyan ava kir.

Kurdekî din, Kerîm xan Zênd, ev jî wextê xweda bibû xweyê temamîya Îranê, Kerîm xan jî mesela miletê kurd wek tiştekî biçûk digirt ber çev, loma jî xanên Erdelanê sekinîn pişta dijminên wî û bi eşîra Qecer, ya turka va bûn yek û Kerîm xan Zênd ji text avîtin…

Malbata bi navê Mam Celal Telabanî, wan jî bo berjewendîyên xwe û bo pera Kurdistana hazir firotin dijminan, ”Xencereke jehrewî kutan pişta me”, tûyî nava ruhê temamîya miletê kurd kirin û welat dan ereban…

Eva bû xiyaneteke lape mezin û giran di dîroka miletê kurd da û ya balkêş jî ew bû, ku ev rûreşî qewimî ber çevên me, 16 Oktobirê, sala 2018-an.

Naha hunê bêjin mijar ser zimên e û çi peywendîya wan bûyeran bi zimên va heye?

Belê, hûn rast in, lê mebesta min ew e, ku vana karibûn milet ji qûltîyê derxin, lê, bidaxewa, xêncî zirarê tu tişt nedane milet. Nenihêrî her tiştî, miletê me jîyaye bi saya ziman û zargotina xwe, ya gelek dewlemend. Gotina min ew e, ku eger ne zargotin û zimanê me bûna, emê jî wek asorîyan biqedîyana. Dêmek, ziman û zargotina me ji wan desthiladaran, navê kîjana min li jorê da, qewattir û bi bandortir e. Desthilatdarê lapî mezin, yê bi bandor û bi wefa milet bi xweye.

Ez serê xwe dadixînim ber miletê kurd, yê qehreman, ku bindestîya bi qurnan, kuştinên wehşî, talan û qirkirina ew neşkênandine, kurd ketîye, dîsa rabûye, dîsa ketîye û dîsa rabûye… Rabûye û negiryaye, lê govend girtiye û kul û birînên xwe bi sitiranên kal û bavan, ku dev bi dev gihîştine me û kîjanê ra jî divêjin ”zargotin”, derman kirye…

Naha em werin ser zimên! Zimanê kurdî derya zanyarîyê ye û dijmin gelek baş zane, ku ziman nasname û çekê miletê kurd e, loma jî dixwaze bi her awayî zimên ji kurdan bistîne.

Nivîskar Donlop di pirtuka xwe da, ya bi navê ”Dîroka Xezara”, ru. 22-27 dinivîse: -Dîn bo tirkan ji kirasekê zêdetir nîne, kîjanê li xwe dikin, yan jî ji xwe dikin anegorî rewşa sîyasî, ku bikaribin zordarîya xwe ser miletên bindest heq bikin, asîmîlasyonê û zimanê turkî li wan ferz bikin”.

Di riya dijwar, ya miletê kurd da dijmina her tişt ji me bi zor birîye: axa me, pîrozîyên me, rehetîya me. Tenê zimanê me nikaribûne ji kokê va bi yekcarî rakin.

Zimanê kurdî qalibê fikir û raman û, her waha, ruhê miletê me ye. Eger em ziman jî unda kin ewê bibe xiyaneteke mezin himber dîrokê, himber pêşerojê, himber emek û xwîna wan mezinan û şehîdan, yên wek Şêx Seyid, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, himber şîrê helal, yên dayîkên me. Çawa mecburyeteke pîroz pêwîst e zarok fêrî wî zimanî be bi kîjanî mezinên wan axifîne û bi wî zimanî nêrînên xwe bîne der û wî zimanî di her deqê rojene da bi kar bîne…

Zimanê tirkî, erebî, farsî wê qewat û jîyana ruhetîyê nade zarokê, çi ku zarok ji bedena zimanê dayîkê dikare hilde. Eger zimanek bi kîjanî zarok destpêkê da diaxife dijberî xisusyetê miletîyê, yê zikmakîyê ye, ew ziman tucar nikare bandoreke erênî li ser pêşvaçûyîna netewatîyê, ya zarokê bike, nikare bikeve nava ruh û xwîna wî û şax vede.

Kî zimanê xwe baş nizane nîv merî ye, kê nizane feqîr, belengaz û bê qewat e, ew wek belgê ji darê ketî ye, ku ji bayekî sivik dikare perîşan be û bibe xurê guran.

 

Ziman e Ala miletîyê.

Ziman e, ku divêje milet heye, milet dijî…. 

 

Loma jî ne bes e tenê welatparêz bî, gotî hinek jî zimanhiz bî. 

Kê hurmetê nede zimanê xwe ew koka xwe binpê dike, ew bêhurmetî ye himber dayîk û bavan. Mirovên usa kompleksa qûltîye û kêmendamî bi wan ra heye. Kesên bi vî rengî tirsonek in, bê karaktêr in û ne xwedî fikirên saxlem in û dijmin henekê xwe bi wan dikin…

Gotineke kurda divêje: -”Biyanîyê, ku bi zimanê min dipeyive ber dilê min da hê ezîz e, ne ku hemwelatîyê min, ku zimanê xwe nizane”.

Bi hatina PKK zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê her çû xirabtir bû, ber ku ew sîyaseta xwe li her derî, heta li serê çiyan, bi zimanê tirkî dimeşîne. Duran Kalkanê turk kete nav wan, gişt bûn Kalkan û bi tirkî pêra axifîn. Îdî navêjin em bi hezaran e, ew yek e, ew gerekê fêrî kurdî be eger rast e. Eger PKK nav xwe da kurdî biaxifiya haqas turkên ajan wê nikaribûna biketina nav wan. Li Amedê gelek genc şerm dikin bi kurdî deng bikin û şaredera vî bajarê mezin jî Kişanak e, ku şev-roj bi turkî dike bilebil û qet fikira wê ra jî derbas nabe xwe fêrî kurdî bike, ber ku tirka bi xwe ew danîne wî karî û ew jî bi serketî bineliyên Amedê fêrî tirkî dike. Ez dipirsim: malxiravno, çira tirkî îngilîsî ye, ku hûn haqas pê firnaq dibin? Ji xwe ji 100-î 80 selef peyvên tirkî erebî, kurdî û farisî ne. Serda jî turk mejîyê me dixwin û divêjin: -”Perwerdeya bi kurdî ne di fayda kurda da ye, lê di jîyana rojane da dikarin zimanê xwe bikar bînin”- Mahir Kaynak, Rudaw, hejmar 45 (ya Avropa). Ez jî divêjim, heval, ew ne îşê we ye, hûn zimanê me serbest kin û hûnê binêrin ka çi qewat me da heye.

”Kurd yek ji kevntirîn miletê Rojhilata Navîn in, kurda kedeke mezin kirine nava dîroka ronekî, çand û kultura miletên Asîya Navîn û şaristaniya cihanê”. -M. Lazeryev. Em payê xwe nadin wek tirka, ulmdar bo me dinivîsin….

Gelî kurdino, ruhê miletê me zimanê me ye. Her peyveke kurdî parçek ji wî ruhî ye. Tehlî-tengasî, derd û kul, êş û azar, usa jî şayî, xewin û xeyal û her waha hub û hizkirina me tev di wan peyvên me da ne… Werin em zimanê xwe nas bikin, hiz bikin û xwe hedîyeyî zimanê dayka xwe, ya bindest, zêrandî bikin.

Rêz û silav miletê kurd, yê qehreman ra. Her bijî ziman û zargotina delal û xas, ya miletê kurd. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    “..Kî zimanê xwe baş nizane nîv merî ye,..”

    Qezî mirî ye..

Şirovekirin hatine girtin.