Hevpeyvîn bi Welat Agirî re

Hevpeyvîn bi Welat Agirî re

Kek Diljar Seyda, ku sernivîsarê kovara Welat bû, beriya wefata xwe hevpeyvînek bi min kiribû. Hezar heyf, rojek pey wê hevpeyvînê xatir ji vê dinê xwest, çû ber rehma Xwedê. Fermo wan pirsên kurdekî ji rojavayê welêt û bersîvên bakuriyekî di malpera Riataza de bixwînin (Welat Agirî)

Diljar Seyda: Bi navê kovara Welat bixêrhatina te dikin, tu dikarî xwe bi xwînerên kovarê bidî nasîn?

Welat Agirî: Gelekî spas dikim û ji kedkarên kovara Welat re serkeftin û miyeseriyê dixwazim. Ez ji bajarê Agiriyê me. Min li zanîngeha Uludagê beşa zanîstê xwend û ji sala 2009an vir ve mamostetiyê dikim.

Diljar Seyda: Helbestvan Ehmedê Xanî rûbareke mezin di nivîsên te de girtiye, gelo sedemên vê guhdana Xanî li cem te çine?

Welat Agirî: Nivîsên min ên derheq Mem û Zîna Ehmedê Xanî de, ji lêkolînan zêdetir hin pirs û raman in, ku min xwest bi xwînerên xwe re parve bikim. Ehmedê Xanî feylesofekî mezin e û em bi hebûna kurdekî wek wî serfiraz û serbilind in. Lêbelê mirov nikare vê berhemê beyî çend pirsan bixwîne û derbas be. Mabesta nivîsên min jî lêgerîna bersîvên van pirsan bû, wek mînak;

– Di Mem û Zîn de peyva kurmanc deh cara, peyva kurd jî çar cara derbas dibe, ka gelo sedemên vê çine? Çi ferq di navbera kurmanc û kurd de heye?

– Piraniya peyvên di Mem û Zînê de hatine bikaranîn farisî û erebî ne. Eger di kitêbekê de peyvên biyanî ji yên kurdî zêdetir bin, gelo meriv dikare bêje ew pirtûk bi kurdî ye?

– Xanî di sedemên bi kurmancî nivîsandina xwe de dibêje, “Min meydana kemalê dît bêkemalî” yanî di warê nivîsê de meydan xalî bû. Divê mirov bipirse ka ya girîng xalîbûna meydanê ye yan qebîliyetê nivîsê ye?

– Dîsa dibêje min ji bo gelê xwe gelek cefa kişand, zimanê kurdî rêk û pêktir kir. Lê di navbera zimanê kurdî yê gel pê diaxive û zimanê Mem û Zînê de ferqeke mezin heye. Mabesta wî ya bi rêk û pêkkirinê çiye?

Diljar Seyda: Cizîrî li cem gelek nivîskaran cihekî berz û bilind girtiye, Welat Agirî tu bi çi çavî li Cizîrî dinêrî?

Welat Agirî: Ji bo min Mele Ehmedê Cizîrî edebiyatnas, dîroknas, civaknas û fîlozofê sedsala xwe ye.

Diljar Seyda: Te di gelek mijaran de nivîsiye, lê guhdaneke mezin daye kurdên Beloçîstanê, sedem û armanc jê çine?

Welat Agirî: Erê li Beloçîstanê kurd hene û jimara wan jî pêncî-şêst hezar e. Ev sedan sal in ji welat û miletê xwe dûr in û di nav beloçan de jiyana xwe didomînin. Paşnavên pemûyan “kurd” e. Lê hezar heyf êdî ji kurda zêdetir dişibin beloç û pakistaniyan. Di navbera çand, erf û edetên wan û yên beloçan de ferqeke wisa mezin nemaye. Min di sala 2016an de fersend dît û berê xwe da cîh û warên kurdên Beloçîstanê. Dîtin û nasîna wan kurdên xeribîstanê kêfxweşî û dilşadiyeke bêhempa da min. Û pey re min ev serdana xwe bi deh gotaran gihand xwînerên malpera Rîataza. Armanca wan nivîsên min jî parvekirina dilşadiyê û ragihandina malûmatên derbarî kurdên Beloçîstanê bû.

Diljar Seyda: Tu bi wergerê jî mijûl bûyî, gelo werger çi rolê di jiyana miletan de dilîze?

Welat Agirî: Min çend miqaleyên edebî ji îngilizî wergerandin kurdî, ku ew miqale li ser nivîskarên navdar ên başûr bûn. Lê mixabin kar û barê dibistanê derfetê nade min, ku ez xebata wergerê bidomînim. Werger gelek wext dixwaze û divê mirov herdu zimana jî baş bizanibe. Rola wergerê ew e, ku ji miletekî re derî û pencerên nû vedike. Bi vebûna van derî û pencereyan re, sînorên hewşa edebiyatê fireh dibe, ku peyv û ramanên miletekî qalikên xwe dişkînin û ji wan qalibên teng azad dibin.

Diljar Seyda: Di wê dema ku dezgehên ragihandinê tune bûn, çi bandora radiyoya Rewanê li ser civaka kurdî hebû?

Welat Agirî: Bandora Radyoya Rewanê ewqas mezin e, ku li Enqerê klam, li Şamê çîrok, li Bexdayê destan û li Tehranê jî piyesên Kurd û Kurdmancî dida guhdarkirin. Di dem û dewraneke wisa dijwar de, ku digotin miletekî bi navê kurd tune ye, dengê Rewanê li ser xaka kurda olan dida. Ez dikarim bêjim radyoyê, ji xêncî kurdên welêt, tesîreke mezin jî li ser kurdên Ûrisetê hişt, ku ew kurdên ji welêt dûr, ji bişaftin û asîmilebûnê xilas bûn. Û divê miletê kurd tu car serokê radyoyê, Xelîlê Çaçan, ji bîr neke, ku di nava 24 salan de ji ked û emeg zêdetir emrek da çand û zimanê kurda.

Diljar Seyda: Di baweriyên te de hêmanên sazkirina zimanekî standard çine?

Welat Agirî: Bi kurt û kurmancî, zimanê standerd ew ziman e ku ji aliyê hemû ferdên miletekî ve tê femkirin û axaftin. Heke em zimanê kurda binhêrin, mirov nikare bêje zimanekî hevpar (standerd) heye. Di van şert û mercên îro de,

  • Eger kurd derbasî elfebeyeke hevpar bibin,
  • Jimara televîzyon û radyoyên netewî zêde bikin
  • Rojname, pirtûk û kovarên bi zimanê kurdî biweşînin
  • Li ser malperên întnernetê xizmeta çand û zimanê xwe bikin
  • Medyaya sosyal bi zimanê kurdî bikar bînin
  • Çûyin-hatin, dan û stendin yanî têkiliyên xwe ên di navbera herêma de pêş bixin, dê bibin xwedî zimanekî hevpar û standerd.

Diljar Seyda: Tu rewşa zimên û çanda kurdî li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?

Welat Agirî: Ziman di bin sîwana çandê de tê parastin û li gorî çandê şikl û qalib digire. Min heya niha, mixabin, fersend nedîtiye, ku serîkî bidim Rojavayê Kurdistanê û bibim şahidê çand, kultûr û stîla jiyana wan. Lê wek me behs kir çand û ziman bi hev re girêdayî ne. Eger em miqayesekê di navbera zimanê rojava û yê bakur de bikin, ez dikarim bêjim kurdiya rojavayiya xurttir e. Ev xurtbûna ziman jî nîşan dike, ku çanda xwe parastine û li erf û edetê xwe xwedî derketine.

Di van salên dawî jî, kurdînûsên rojavayî hêdî hêdî derbasî elfebeya Celadet Elî Bedirxan dibin ku ew jî ji bo zimanekî hevpar gelekî girîng e. Û dîsa em dikarên bêjin weşanên radyo, pirtûk û kovarên kurdî di pêşketina çand û zimên de roleke mezin dileyîzin.

Diljar Seyda: Gotina dawî

Welat Agirî: Saxî û silametiya we dixwazim û ji Kovara Welat re jî emrekî dirêj û serkeftin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Keko Osman

    Silav û rêz
    Em bejna xwe liber keda nemir Diljar Seyda ditweînin û destxweşiyê li we dikin.
    tenê peyva ku hûn dibêjin (Di van salên dawî jî, kurdînûsên rojavayî hêdî hêdî derbasî elfebeya Celadet Elî Bedirxan dibin ku ew jî ji bo zimanekî hevpar gelekî girîng e) ez dixwazim zelal bikim ew jî ew e ku Rojavayê Kurdistan bi taybet û ji mêj ve tenê bi elfabeya gor buhuşt Celadet nivîsandin kirine û ji bilî wê tu elfabeyên din bikar neanîne û em bi vê ya em pesnê xwe didin tevî ku dagirkerê me ereb in.
    ligel gurzek gul

Şirovekirin hatine girtin.