Endamên Kanîya Pêncçavî: Şervan Azad

Endamên Kanîya Pêncçavî: Şervan Azad

Xwendevanên hêja!

Wek ku hûn zanin, malpera me beşeke edebî ya nû vekirîye bi sernavê ”Kanîya pêncçavî” û di bin wî navî da her roja şemîyê emê berhemên 5 helbestvanên kurd yên genc biweşînin.

Îro helandar û hezkirîyê vê koma pênc kesan, nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn yekî ji wana bi me dide naskirin.

 

Mela Mihyedîn, edebîyetzan

Di van nivîsên xwe yê rêzê de em ê Ji pênûsa endamên Kanîya Pêncçavî fêrî jîyana wan bibin. Fermo em ji pênûsa Şervan Azadî jîyana wî bixwînin:

Di sala 1994 li gundê Ûzîma Xezxêra Sêrtê ji dayika xwe re bûye.

Dibistana pêşî li gundê xwe xwendiye. Dibistana navîn li Xezxêr xwendiye(Y.Î.B.O).

Piştî ku dibistana navîn diqedîne (2008), ji ber hin sedem û derfetan êdî nikare xwendina xwe ya fermî bidomîne.

Di sala 2009 de li ber xwe dide û diçe xerîbiyê, bajarê Mêrsînê…

Li Mêrsînê nêzîkî sê çar salan di karên serbest de dixebite.

Di sala 2012 de di rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê de dest bi Rojnamevantiyê dike û pênc salan di rojnamê de bi çalakî dixebite.

Piştî ku rojnama Azadiya Welat nas dike ew jî dibe dildarekî zimanê Kurdî û bi tena serê xwe hêdî hêdî xwe fêrî zimanê xwe dike.

Di sala 2015 dest bi nivisîna  helbestên serbest dike û helbest jê re dibin hêvî. Di helbestê ro bi ro xwe bêş dixe. Di sala 2017 bi nasîna mamoste Qasimê Xelîlî û Kaniya Pêncçavî helbestên klasîk nasdike .

Û şêwaza xwe diguherîne dest bi nivîsandina helbestên bi pîvan û kêşan dike.

Tevî yên klasîk û serbest nêzîkî 140 helbestên wî hene.

Helbestên wî li ber çapê ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev