
Jimara xwendevanên ku dixwezin nivîsên wan di malpera me da çap bibin, her diçe zêde dibe. Ev yek him cîyê kêfxweşîyê ye, him jî qîmetê malpera me ye.
Kerem bikin, helbesteke yek ji wan kesan.
Keko Osman
Ev xewa giran, dev jê bernadin!
Çima dereng man? de rabin rabin
Dijmin ket kozê, dixwazê bozê
Tu nekî dozê, wê ji te berdin
Her tu birevî wê pey te kevî
Zendên xwe vemal berî ku badin
Welatê we ye rûmeta we ye
Li hev vegerin heger hûn kurd in
Ne bispêrin hev ji ber vê nerev
Ne tenê bi dev li ber xwe bidin
Dunya xurta ye mêrg a şêra ye
Tû ne hêja ye pesnê xwe nedin
Her serkirdeyek xwe dike qiral
Dudu nabin yek ji hev danaxin
Bûka ku we xwest bernedin ji dest
Ma çiye mebest de wê bughêzin
Eger nekî na tu ne kurdî na
Tu dikî fena va hat naskirin
Ji banî daxin em ê we raxin
Heyf e ku saxin de herin bimrin
Kurdistana me heta ku heme
Ser soza xwe me vê rê bernadin
Riataza