
Gelek sîyasetmedarên me, wek nimûne Murad Ciwan, xênji karê sîyasetê, karê edebîyetê, çandê û zanyarîyê jî dikin. Nimûneyek: Birêz Murad Ciwan ev strana gelêrî a xweş belav kirîye û em wisa bawer in, ku karên ha pîroz gelê me zêde şîyar dike, milet bi gelê xwe va serbilind dibe, zêde bi edebîyeta xwe û çanda xwe va tê girêdanê.
(Versiyona li nik birêz Murad Ciwan)
Xwezila ez gîskek bama jaro,
gîskê kûviyan
Hûr hûr biçêriyama jaro,
li van geliyan
Çavê’m li xewka şêrîn jaro,
destê’m l’ser moriyan
Me b’hevre seyranek kiriba jaro,
li ser kaniyan
Xwezila ez gîskek bama jaro,
gîskê xezalan
Hûr hûr biçeryama jaro,
li deşt û zozanan
Çavkê’m l’xewka şîrîn jaro,
destê’m l’ser mircanan
Me b’hevre geryanek kiriba jaro,
li mêrg û çîmanan
Xwezila ez gîskek bama jaro,
gîskê karikan
Hûr hûr biçeryama jaro,
li dora tahtikan,
Çavkê’m l’xewka şîrîn jaro,
destê’m l’ser memikan
Me b’hevre seyranek kiriba jaro,
li dora girikan.