Banga Eznîva Reşîd

Banga Eznîva Reşîd

Nivîskarê malpera me Mehmed Salih Bedirxan ewqas di bin tesîra nivîsa nivîskarekî malpera me yê din Dr. Yekta Uzunoglu derheqa bîranînên xwe yên bi serokê radyoya Rewanê Xelîlê Çaçan û xanima wî – bêjera wê radyoyê Eznîva Reşîd da maye, ku ji wê tesîrê nivîseke din xuliqandîye. 

Û a here balkêş jî, hema di eynî wextî da hunermendekî bi navûdeng ji Silêmanîyê Rebwar K Tahir tabloyên wan herdu ronakbîr û hişyarkirên bi mîlyonan kurdan Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd bi hostatî neqişandîye. Em hema wêneyê wî  – Eznîva Reşîd – bi gotarê ra çap dikin. Bona qîmetê wî wêneyî rind bê ber çavan, em gotinên nivîskara malpera me Nura Şane li jêr tînin, ku ewê wek şirove di bin wêneyê da nivîsîye: 

-Eznîva Reşîd mînanî tabloyên Ronesansê xwediya kûrahiyeke bedew û pîroz e, kê çêkiribe xuyaye hûnera xwe da pir serketî ye ku wisa bi xweşî neqş kirîye.

 

Bi mîlyonan kurd bi dengê wê şîyar bûn 

Mehmed Salih Bedirxan

Stêrka hin nivîskar, hunermend, kesayetan reng didin serdeman û demeke dirêj ew tesîrê li wî nifşî  dikin. Tesîra hinek şexsiyet, nivîskar, helbestvan û hunermendan jî li her serdemê heye û ew dikevin bîrdanka civakan. Em dikarin îsbat bikin ku rola kedkar û emekdarên Radyoya Rewanê jî ketiye bîrdanka kurdan, navê wan emekdaran hertim liser zarê millet bûye.

Me hemûyan navê Eznîva Reşîd, yekem spîkera Radyoya Rewanê û mêrê wê Xelîlê Çaçanê Serokê Radyoya Rewanê bihîstiye.  Em ji hin lêkolînên derbarê Radyoya Rewanê têdigihên ku nifşên kurdan ê salên 1960 – 1970yî beriya her stranê, her piyes û her bernameya Radyoya Rewanê banga Eznîva Reşîd a ”Guhdarên Ezîz! Yêrêvan xeber dide…! „ bihîstîne û li ber meqama dengê wê kesereke kur kişandine.

Beriya bi çend rojan Doç. Dr. Yekta Uzunoglu (Yekta Geylanî) di malpera me de bi seranava  ”Milyaketê parêzkarên muzîka kurdî[1]” bîranîneke xwe ya ligel xanima kedkar Eznîva Reşîd û mêrê wê Xelîlê Çeçan nivîsandibû.  Bi xwendina wê bîranîna Uzunoglu re haya me ji gelek tiştên nû derbarê Radyoya Rewanê û keda Eznîva Reşîd û Xelîlê Çeçan de çêdibe.

Di nezera me de hêja Uzunoglu divê wan bîranînên xwe bidomîne û zanyariyên nû derbarê malbata Çaçan de bi rayagiştî ya kurdan re parve bike.

Ligel hêja Yekta Uzunoglu yek ji siyasetmedar û rewşenbîrê kurdan ê sedsala 21ê Kemal Burkay jî piştî koça dawî ya Eznîva Reşîd wiha gotiye:” Eznîva Reşîd jî koça xwe barkirîye. Jineke kurd, hunermend û bi salan spîkera Radyoya Rewanê bû; ango xwedî kar û xebateke hêja. Para wê di çand û hişyarîya kurdan da heye û navê wê jî, bi gotineke kurdên Sowyêt, “ketîye defteran.”

Ligel keda Eznîva Reşîd û Xelîlê Çeçan a bi tevayî zêdetir ji 50 salan a di ber Radyoya Rewanê de, em wê yekê baş fêm dikin ku ew du mamosteyên mezin jî bûne û zarokên xwe jî dane ber xizmeta kurdî.  Xisûsî xanima delal Eznîva Reşîd belkî ne tenê zarokên xwe bi wê banga[2] xwe berê gelek zarokên kurd jî daye xizmeta kurdî. Teqrîben zêdetir ji 18 sal di ser koça dawî ya Eznîva Reşîd re derbas bûye. Banga wê ya ji nifşên kurd re her di bîrdanka kurdan de maye û ew kurdên liber dengê wê mezin bûne behsa ked û rola wê ya di ber kurdiyê de dikin.

Têbînî: Îro li gelek welatan Roja dayîkê ye! Bira Roja hemû dayîkan pîroz be, berî hemûyan jî dayîkên kurd!

Riataza

[1] Bo xwendina gotarê vê lînkê bitikînin. http://krd.riataza.com/2018/05/16/milyaketen-parezkar-en-muzika-kurdi/

[2] Eznîva Reşîd beriya her bernameyê bi hevoka; ”Guhdarên ezîz! Yêrêvan xeber dide… !”  bang li guhdarên Radyoya Rewanê li tevaya cihanê dikir.

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev