HDP û gavên pozetiv?

HDP û gavên pozetiv?

Azayî ne ew e te hêz hebe da berdewm bibî

belku tu berdewam bibî her çend tu bêhêz bî.

Franklin D. Roosevelt

Serokê berê yê Amerikayê (1882-1945)

 

Suleiman Sulevani

Di roja 23ê gulanê li Amedê HDPê deklarasyona xwe jibo helbijartinên 24 hezîranê diyar kir. Ligor daxuyanî û gotinên HDPê yên berê, ev deklarasyona han gaveke bo pêş e, bêhna kurdî jê tê û li hine cihan navê kurd û Kurdistan derbas dibe. Erê, ew pêşveçûn ne li duf hêvî û daxwaziyên milletê kurd be jî, lê her gaveke bo pêş cihê dilxweşî û pesindanê ye.

Gelo çima HDPê ew gava biçûk lê pir wate û giring avêt bo pêş?

Bersiva vê pirsê dibe ne ewqas hêsan be lê mirov bi çavekê objektiv li pirsê binêre, ew ne ewqas zehmet e jî. Bi dîtina min çend faktor hene ku HDPê bêgav kir, wê gavê bavêje. Li jêr çend xalên giring:

  • Hebûna kurdên pêşverû û welatparêz di nav HDPê de. Di nav HDPê de balê kurdperwer û netewî liberxwe dide û dixwaze balansekê çêke û pirsa kurd bide pêş çareseriyê. Ew dizanin ku piraniya problemên Tirkiyê bi çareserkirina pirsa kurdî ve girêdaye. Ew dibînin ku siyaseta rast li Kurdistanê ye û pêşveçûna wan, tenê bi xwedî derketina li mafên kurd e. Pişta HDPê kurd e, û 95% helbijêrên wê jî kurd in. HDPê nikare dengê 95% kurdan qurbanî 5% tirkan bike. Ev, ne ji alê moralî ve û ne ji alê yasayî ve rast e. Bi hemû pîvanan kurd hêjayî xwedî lêderketinê ye. Ew erge, pêşî û berî her kesekê dikeve ser milê wan kurdan. Internasyonalistên di nav HDPê de jî vê rastiyê dibînin. Jixwe ne hewceye mirov kurd be da dadî û bêdadiyê bibîne.
  • Hebûn û dijatiya partiyên tirkî. Bêyî cudahî dema mijar dibe Turkiye û turkbûn, hemû dibin yek û dikevin pêşbirkê. Mirov dibîne çep, îslamî, nijatperest, ateist, nazist, komunist, rast, liberal, demokrat û her ideolojiyeke din be, dema pirs tê ser kurdan, ew dibin yek. Di van helbijartinan de, ev yek zelal diyar e lê car din HDPê nedixwest/naxwaze vê bibîne. Her çend HDPê digot ”Em partiyeke Turkiye ne” lê cardin partiyên Turkiye ti qîmet nedan/nadin wan û bi çavekê biçûk û weke xayîn li wan dinêrin. Dibe ev dijayetiya sert û dijwar çavên wan vekir û dîtin ku jibilî kurdan kes dostê wan nîne.

 

  • Hebûna wan pênc partiyên Kurdistanî ku bi navê Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan” tê nasîn. Ew pênc partî her çend biçûk bin jî lê ew bi programeke kurdî û Kurdistanî ya bihêz û biwêr hate pêş. Mirov deklarasyon û prinsipên HDPê û wan pênc partiyan bide berhev, wê bi hêsanî bibîne kîjan di xizmeta kurd û Kurdistanê de ye. Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ser pirseke Sputnik Kurdistan weha bersiv dide: ”Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan (PAK, PSK, PDK, PDK-T, Hereketa Azadî) li gel HDPê ji bo pêk anîna tifaqa hilbijartinê 10 rojan hevdîtin pêk anî. Di van hevdîtinan de me û HDPê ji bo deklerasyoneke hilbijartinê ya ji 6 xalan pêk hatî li hev kir. Di vê deklerasyonê de xala yekemîn ev bû, ‘’Armanceke esasî ya vê tifaqê ew e ku em sîyaset û helwesteke ji bo bidestxistina maf û azadîyên netewî yên miletê kurd pêk bînin. Bi vê hişmendîyê, daxwazên bingehîn yên tifaqa me yên ku em ê ji bo pêk anîna wan bixebitin ev in: Mafê statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê, perwerdeya bi zimanê zikmakî, zimanê kurdî divê weke zimanekî resmî bê qebûlkirin, qebûlkirina nasnameya kurdan û di Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê de bicîh anîna van daxwazan.”(1)
  • Hebûna intelektuelên rastgo û durust mîna sosyolojê tirk û doste kurd Îsmail Beşikçî. Mirovên sade û ji rêzê bi hêsanî dibînin ku gotinên hêja Beşikçî rast in. Gotina rast rast e, û ew bi firt û fêlan nayê veşartin. Mirov nikare tavê bi moxilê veşêre. Kurd hene ser axa xwe dijîn, pirsa kurdî heye û ew gereke bê çareserkirin. Ev rastiyeke haşa nehilgir e. Lê psîkolojiya bindestiyê mejiyê kurdan ewqas tevlîhev kiriye ku naxwaze rastiyê bibîne. Çend gotinên Beşikçî ku hêjayî bîranîn û dubare kirinê ne:
  1. “Hinek kurd hemaltiyê dikin. Ji bo çepê tirk bikeve parlamentoyê hemaltiyê dikin. Hinek kurd ji vê yekê re dibêjin enternasyonalîzm. Eleqeya vê yekê bi enternasyonalîzmê re tune ye. Enternasyonalîzm bi xwezanebûnê destpê dike. Ger tu kesên ji xwe, li derve bihêlî û ji bo rêxistinên çepê tirkan vekirî bî, ji vir enternasyonalîzm dernakeve. Ger tu bi zanebûn xwe ji kurdên derveyî xwe re bigirî û li hemberî vê yekê tu rabî hemû kedkarên Efrîqayê, Amerîkaya Latîn, Turkiyeyê, Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û dinyayê têxî nava partiyê, dîsa ji vir enternasyonalîzm peyda nabe.”
  2. Tifaqa ligel rêxistinên çep ên tirkan ne tiştekî şaş e û got: “Lê ev partî û rêxistinên siyasî yên çep li Enqereyê, Îzmîrê, Edeneyê, Mêrsînê, Amedê, Êlîhê, Wanê û hwd. bi tena serê xwe têkevin hilbijartinê wê çiqas deng bistînin? Tê zanîn ku ev dê ne hejmareke hêja be.
  3. Beşikçi destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de divê pêşiyê rexne li kurdan were girtin û wisa berdewam kir: “Lê divê rexne li çepê tirk jî were girtin. Ji bo berjewendiyên xwe taybet û rêxistinî hemaltiyê bi kurdan didin kirin, ku ev qet ne etîk e. Nabe ku ev li ser navê berjewendiya giştî ya çep, welêt û xelkê jî were rewakirin.”
  4. Ismail Beşikçi herwisa ji bo hevdîtinên di navbera HDPê û partiyên Tifaqa Kurdistanî de jî got, “Bêguman ev hevdîtin gelekî girîng û erênî bûn lê mixabin ev hevdîtin bi ser neketin. Em di vir de vê yekê dibînin. HDPê, dev ji nîşandana namzediyê ya siyasetmedarên van partiyên kurd berdan, nexwest gotina wan jî di deklarasyona hilbijartinê de cih bigire. Ev gotin helbet, xwediyê hinek prensîbên kurdî û Kurdistanî bû.”
  5. Sosyologê navdar herwisa rexne li dewleta tirk jî girt û got, zimanê kurdî hêj ji aliyê dewletê, dadperweriyê û parlamentoyê ve wekî ‘zimanekî nayê zanîn’ tê qebûlkirin lê mesela li Îsraîla ku wekî zordest, zilumkar tê tawanbarkirin, erebî ji sala 1948a û vir ve ligel zimanê îbranî zimanê fermî ye. Beşikçi di vî warî de rexne li siyasetmedarên kurdan jî girt û got, “Îro ji sedî çendê kurdên li Parlamentoya Tirkiyeyê dikarin bi kurdî bipeyivin, bixwînin û binivîsin? Pirsa ji vê pirsê jî girîngtir ev e. Ji sedî çendê zarokên van bi Kurdî dizanin? Ev zarok 3-4 nifşên din şûnde wê xwe ji bîr bikin.”(2)

 

  • Hebûna intelektuelên kurd yên serbixwe her çend ew kêm bin jî lê cardin ew hewl didin wênekê rasteqîn bidin bêyî ku li berjewendiyên xwe yên teng û kesanî binêrin. Ev diyarde pitir li diasporayê heye. Nivîskar û akademisyen Umit Firat ser helbijartinan û namzedên HDPê weha dibêje: “Xeta HDPê heta niha bi navên cuda gelek caran ketiye hilbijartinan. Dema HADEPê rewş cuda bû, lê HDP ji sala 2002an ve di meseleya namzed nîşandanê de tam bêîsabet e. Eger HDP dengan werdigre ji ber meseleya kesên bi ehlaq, wefa, dilsoz û sekna neteweyî ye”. Ew li dereke din jî dibêje: ”Ji ber ku (HDPê s.s.) ti carî guh nade alîgir û dildarên xwe yên li kolanê. Mesele radibe kesekî ku heqaret li serokekî kurd kiriye û dijmintiya Kurdistanê dike ji Wanê namzed nîşan dide. Dev ji namzed nîşandanê berde ew kirin hevserokê partiyê.”(3) Logîk û mentiq di nîşandana namzedan de nîne. Dûr ji nijatperestiyê lê kesên pir hêja hene di nav kurdan de ku dikarin xizmeteka baş bo milletê xwe û HDPê bikin, lê çend mixabin ew tên dûr xistin. Li milekê din HDPê radibin û karkerê çermê pêlavan Yalçin Yanik ku wekî ‘afro-tirk’ tê nasîn, dikin namzet (malbata Yanik di sedsala 15emîn de ji Efrîqayê hatiye Anatoliyê). Yalçin Yanik dikare çi xizmetê bo milletê kurd bike? Gelo mesele şoye ku me reşek kire namzet! Gelo çima kesekî zana, peyvnerm û jêhatî mîna prof. Dr Kadri Yildirim nebû namzet?!
  • Hebûna kurdên diasporayê û zêdebûna xwendevan û intelegensya kurd. Têkilyeke germ di navbera kurdên welat û derveyî welat çêbûye ku êdî kêm-zêde nema tiştekî veşartî bimîne. Teknolojiya informasyonê û medya sosyal xelk huşyar kir. Kesên kurdayetiyê dikin diyar in û di helbijatineke zelal û transparant de gereke yên baş bên xelat kirin û yên xirab bên ceza kirin. Millet êdî ne ewqas nezane û her kes vê yekê dizane.
  • Hebûna başûr û rojava. Pirsa kurdî li van herdu beşên Kurdistanê digel şikestinên katî, bilind dibe û êdî pirsa kurdî ji astê lokal derketiye û bûye pirseke navnetewî û ger partiyên kurdî yekgirtî, jîr û zana bin dewleta kurdî wê bê avakirin di demeke nêzik de. Jixwe ger xiyaneta kurdan li Kerkukê di 16 oktoberê de 2017an nebaye, nuha kurd li dereke din bûn. Pêşveçûna kurdan li her beşekê Kurdistan moral dide beşên din. Helbijartinên 12 gulanê li Iraqê bû dersek bo kesên dij armancên netewî û dewleta kurdî.

Bêgoman ti peywendiya nasyonalisma kurdî û xebata mirov bo miletê xwe dike bi faşîsm, nijatperestî û rasistbûnê nîne. Nasyonalisma kurdî dixwaze xwe bigehîne asta azadiyê weke her milletekê din. Lê nasyonalisma dewletên dagirker dixwazin avantajan bistînin ji bindestbûna kurdan. Ti kurdekî/e azadîxwaz nîne dij wê be, ku tirkek, erebek yan farisek heş milletê xwe bike û bo wê kar bike, lê ne li ser kîs û milê kurdan.

Kes nabêje bila HDPê bibe tenê partiya kurdan lê berî her kesî dibê HDPê li mafên kurdan xwedî derkeve. Ne karê kurdan e mala xelkê ava bikin berî mala xwe. Ne karê kurdan e biçin kêmneteweyan azad bikin berî azadkirina xwe. Ev nakeve hişê aqilan. Ev yek ne tenê li bakur dibe belku li başûr û rojava jî dibe. Îronî li wir e ku kurd arîkarî û yekitiyê bi her kesî re dikin tenê digel birayên xwe yên kurd nakin.

Rast e, HDPê partiya herî bihêz e li bakurê Kurdistanê û rola wê dikare hê jî bihêztir û mezintir bibe. Diyare HDPê dikare xwe biguhere û bersiva demê bide. Rekaberî û konkuransa partiyên din jî bike ser bingeha kurdayetiyê. Û wan nîşandan di deklarasyona xwe ya dawî de. Erê ew kêm e, û ew dikarin asta daxwazên netewî bilind bikin. Lê ger HDPê kursa xwe neguhere weke partiyeke Tirkiye û bibe partiyeke kurd û Kurdistanî û jibo hemû pêkhatiyên Kurdistanê bixebite; ez pêşveçûn û berdewamiya bihêzbûna wê nabînim. Dilxweşî û xemgîniya her kurdekê jî bi serkeftin û têkçûna her kes û partiyeke kurdî jî, dimîne ser nêzikbûn û dûrbûna wan ji armancên netewî û mirovahî ye. Li vir jî rola intelektuelên kurd yên rastgo û durust yekcar giring e.

Helbet kesên dij van dîtinên li jor hebin, ew jî normal e, lê da dirêjtir nebe, ez ê li vir bi gotinên Cegerxwîn ku di deklarasyona HDPê de jî hatibû, bi dawî bînim ”Ger hun nebin yek, hun ê biçin yek bi yek”.  Bi hêvîya YEKBÛNa kurdan, gavên pozetivtir û rojên geştir li welatê ROJê!

Wêne: Xalid Satar

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Şîrove 3

  1. Şeyhmus Özzengin

    Ev hesabên HDP bi carekê de hesabên raya ne. Ji bona ku ji kurdên dilsoz dengan bigirin, ev pîlan anîne serê Kurdan..Kî tê amedê (AKP, CHP, MHP, ) hemû eynî tiştî dibêjin..HDP ne tevgerek barê doza kurdistan e. Ew pergalek ji entegrasyon û asîmîlasyonê ye. Serê wê de tirkayetî heye. Gewdê wê bi xwîna kurdan mezin dibe. Bila ronakbîrên kurd xwe nexapînin..Pêvajoka 30 salî û bandora asîmîlasyonê bînin ber çavê xwe binirxînin..Wilo bi metodên bêwate HDP nayê nirxandin..

  2. Suleiman Sulevani

    Kekê Şeyhmus, spas bo koment û dîtinên te.
    Logîk di analiz û gotinên te de hene û di gelek waran de ez bi te re me. Lê dîtinên me bo pêşveçûnê hinekî jihev cuda ne. Rêya herî rast, kurt û hêsan jî bo dîtina rastiyê bi gotubêjeke azad û hişvekirî, ser wan têgehiştinên cuda; dibe. Ez nabêjim gotinên te şaş in her wisa nabêjim gotinên min rast in. Pluralisma dîtinan û cudabûna bîr û baweriyan, saxlemî ye. Ez dixwazim bawer bikim û hêvî dikim ku HDPê bikare xwe biguhere û bibe partiyeke Kurdistanî. Potensiyala wê heye, hêza wê heye, modern e, sekuler e, li derve tê nasîn weke partiyeke pêşverû û prokurd. Lê mixabin ew hemû hêz ne ser binaxê kurdayetiyê û ne jibo kurdan tê terxan kirin. Erê, dîroka salên dirêj gelek hêvîyê nade mirov, wan cih daye kesên xêrnexwaz ku naxwazin pirsa kurdî bê çareserkirin û kurd azad bibin. Her îro min hevpeyvîneke Kurdo Baksî xwend, têde dibêje: ” Li gor agahiyên berdestê min Hevserokê HDPê Sezai Temelli nexwes peymana HDPê ya bi Partiyên Kurdistanê re pêk were.” Ez gelek bawer im bi van gotinan û di nêvîsa xwe de jî min behsa hindê kiriye. Bi dîtina min gereke falangê kurdperwer di nav HDPê de bi tenê neyên hiştin belku dijbera wê rast be, ew bên paldan û bihêz kirin. Lê mirov realist be, nabe tenê hêvîya xwe bi wan ve girêde. HDPê venegerin meydana xwe, bingeha xwe, helbijêrên xwe û bibin parêzvanên mafên kurdan, NE dûr e ew pênc partî bibin alternaîvek.
    Di dawiyê de, ez ê spas bikim ger tu wan ”metodên bêwate” hinekî vekî. Min behsa ti metodan nekiriye, tenê hine dîtin pêşkêş kiriye bêyî ku iddia rastîya wan bikim. Bixêr bimînî!

  3. Suleiman Sulevani

    Birêz Şehmus, spas bo komenta te û bibore ku bersiva min hinekî dereng ma.
    Logîk û rastî di analiz û gotinên te de hene. Min nivêsînên te xwendine û di gelek waran de ez bi te re me. Lê dîtinên me ser pêşveçûnê hinekî jihev cuda ne û ew jî tiştekê normal e. Rêya herî rast, kurt û hêsan jî bo dîtina rastiyê bi gotubêjeke azad û hişekê vekirî; dibe. Ez nabêjim gotinên te şaş in her wisa ez nabêjim gotinên min rast in. Pluralisma dîtinan û cudabûna bîr û baweriyan, saxlemî ye. Ez dixwazim bawer bikim û hêvî dikim ku HDPê bikare xwe biguhere û bibe partiyeke Kurdistanî. Potensiyala wê heye, hêza wê heye, modern e, sekuler e, digel wekheviyê ye, digel mafê jinê ye û li derve tê nasîn weke partiyeke pêşverû û prokurd. Lê mixabin ew hemû hêz ne ser binaxê serbest kirina milletê kurd e û ew hemû hêz û xalên pozetiv ne jibo kurdan tê terxan kirin. Erê, dîroka salên dirêj gelek hêvîyê nade mirov, wan cih daye kesên xêrnexwaz ku naxwazin pirsa kurdî bê çareserkirin û kurd azad bibin. Min hevpeyvîneke Kurdo Baksî xwend, têde dibêje: ” Li gor agahiyên berdestê min Hevserokê HDPê Sezai Temelli nexwes peymana HDPê ya bi Partiyên Kurdistanê re pêk were.” Ez gelek bawer im bi van gotinan û di nêvîsa xwe de jî min behsa hindê kiriye. Bi dîtina min gereke falangê kurdperwer di nav HDPê de bi tenê neyên hiştin belku dijbera wê rast be, ew bên paldan û bihêz kirin. Lê mirov realist be, nabe tenê hêvîya xwe bi wan ve girêde. HDPê venegerin meydana xwe, bingeha xwe, helbijêrên xwe û bibin parêzvanên mafên kurdan, NE dûr e ew pênc partî bibin alternaîvek.
    Birêz Şeyhmus, ez ê spasdar bim ger tu konkret behsa wan ”metodên bêwate” bikî. Min behsa ti metodan nekiriye, tenê hine dîtin pêşkêş kiriye bêyî ku iddia rastîya wan bikim. Bi hêvîya dialogeke saxlem û vekirî!

Şirovekirin hatine girtin.