Weşanxaneya Nûbiharê 2 kitêbên nû çap kir

Weşanxaneya Nûbiharê 2 kitêbên nû çap kir

Mehmed Salih Bedirxan

Weşanxaneya Nûbiharê lêkolîna nivîskar Sedat Ulugana a bi navê Mîrektiya Bitlîsê – Di Êwra Evdal Xan de (1618-1664) – û dîwana helbestvan Selahedînê Gimgimî ya Derdê Welat çap kir.

Kitêba Ulugana a bi navê Mîrektiya Bitlîsê – Di Êwra Evdal Xan de (1618-1664) – behsa Mîrektiya Bitlîsê ya di serdema Evdal Xan de dike. Herwiha kitêb cîh dide rageşiya di navbera Sefewî – Osmanî şerê mezhebi yê wê serdemê.

Dîwana Derdê Welat Selaheddînê Gimgimî (1945-1967) ku nasnavê Serda jî bi kartîne ji helbestên klasik pêk tên.

Ligor Weşanxaneya Nûbiharê ragihandiye Serda Selaheddîn, di 22 saliya xwe de ji cîhana fanî xatir xwestiye û koça dawî kiriye.

Wî di nûciwaniya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û mijara helbestên wî jî bi piranî li ser neteweperwerî, Kurdistanê, rewşa kurdan, evîn û siruştê ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev