Nameyên evînî -31

Nameyên evînî -31

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûyekê ye..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyek ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirîye. Ev name pirseke evînadarê û bersîveke evîndarekî ye.

 

****
Pirsa evîndarê:

-Ez diçim derekê, tu tişt nekim jî diwestim. Tu ewqas digerî, diçî civînan, şahîyan, mêvanîyê û hwd. Lê qet aciz nabî, nawestî û gazinan jî nakî. Tu ji ber ku herdem wisa aktîv bûyî an jî sedemeke din heye di bin ênêrjîya te da?

 

**** 

Bersîva evîndar:

-Mesele ew e, ku ew der bi dilê te ye an na, ew kar bi dilê te ye an na, ew heval bi dilê te ye an na. Derek, hevalek, karek ne bi dilê min be, naçim û nakim. Eger pir mecbûr bim, bê dil dikim û hewil didim wextê min zêde neçe.

Karên moralî jî, fîzîkî jî wisan in. Hela di ser da, ez dikarim ji tunebûna dereke bi dilê min, karekî bi dilê min, hevalekî bi dilê min biwestim.

Mirov bi moralî jî dikare biweste, bi fîzîkî jî. Ji xwe herdu bi hev ra bin westandin jî zêde dibe. Vêca bi te ra em herdu bi hev ra dikin û demek dirêj, heta em dikarin ji êvarê heta berbangê bikin û newestin. Hela di ser da jî gelek şîyar bin. Em bi hev ra bin, bi moralî jî, fîzîkî jî rehet dibin û wek te gotî: -Canê me jî ciwantir dibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev