Baz

Baz

Omitê Mistefê

Gernas Bazîdiyê xwendekarê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî wisa bawer dikir ku navê bajarê Bazîdê ji peyva “baz” hatiye dariştin û tê wateya “hêlîna bazan”; loma jî Gernas Bazîdî bêfila xwe ya dirêj û kevankî hertim bi vê serbilindî û quretiyê dişibihande nikulê bazan. Gernas Bazîdî bi alîkariya hevalên xwe yên Beşa Jînnasiyê, Beşa Medyaya Pêşketî û Beşa Endazyariya Kombersan slaydek amade kiribû û dê wekî teza qedandina beşê pêşkêş bikira. Dema ku hîndekar li rêza pêşîn û xwendekar jî li pişt wan rûniştin Gernas Bazîdî bi quretiyeke bazane dest bi vegotina rewş, nêçîrvanî û taybetiyên bazan kir, “Baz perindeyên balkêş in. Li esmanên jorîn baskên xwe li ba dikin û bi ser xwe re tenê Xwedê nas dikin. Refên wan ji çend livan derbas nabin. Her yekî wan xwe wekî dewleteke serbixwe dihesibîne. Ji bo wan nêçîr welatê dijminî ye. Lewre êrişê dibin ser ajalên ku bi wan dikarin. Nêçîrê bi giştî û bi silametî digirin. Lêbelê kelepîçekirin û hanzûka daqurtandina wê ewqasî ne bikêrhatî ye. Divê zewqekê jê hildin û bibînin ku bi ber zehmetê wan ketiye. Loma jî dîl û qurbaniyên xwe derdixine cihekî bilind ku bi dilekî rihet bixwin; wawîk, çeqel, rovî, mêş-moz û hemû mêvanên nexwestî neyên ser sifreyê û çêja devê wan xera nekin. Herwiha ji bo bazan ji dêla kuştina nêçîrê ve ya baş dîlgirtina wê ya giştî ye. Ji aliyekî din ve dîlgirtina nêçîrekê yan jî qutkirina endamekî wê yê nermegoşt ji windakirina wê çêtir e. Lê çima gotine baz? Li meqamên bilind biryarên lezgîn û tund didin; noqteya lêxistinê şaş nakin û kêm caran nikilvala an jî pencikvala vedigerin ji nêçîrê.”

Piştî vê kurteagehiyê Gernas Bazîdiyê bêfila xwe ya dirêj û kevankî hertim bi serbilindî û quretiyê dişibihîne nikulê bazan hewl da ku stratejiyên nêçîrvaniyê yên bazekî rave bike, “Ji bo bazan êriş û serkeftin her dem lûtkeya jîrtiyê nîşan nade. Ji ber ku serkeftina hera hêja şikandina giyanê berxwedanê yê nêçîrê ye. Li gorî feraseta bazan pileya hera berz feşkilandina planên revê yên nêçîrê ye ku divê bi êrîşeke dijraber bersiv bê dayîn. Di pileya duyem de divê derfetê nede nêçîrê ku ji bin sehma têkçûnê derkeve û nehêle ku bi ser hişê xwe de were û biryaran bide. Di pileya sêyem de jî divê li cihê munasib nêçîrê bigire, derfeta xweveşartinê nedê û nehêlê bipirpite. Lewre divê bi çavên xwe yên dûrbînkî tevgera nêçîrê bişopîne û mehdeyê xwe xera neke, laqirdî û lîstika vî karî tuneye. Ji ber ku di nêçîrvaniyê de tevgera hera çors serdagirtina nêçîreke parastî ye; heta ku ji destê nêçîrvanî were, divê rêbaza rast bi kar bîne û êrişê nebe ser nêçîreke parastî.”

Gernas Bazîdî wekî bazekî ku bi çavên xwe yên dûrbînkî tevgera nêçîrê bişopîne li guhdarvanên xwe mêze kir û ji bo berawirdkirina karê nêçîrê û tevgera şerî hinek agehiyên dîrokî, siyasî û leşkerî digel wêneyan pêşkêş kir, “Ji bo bazekî bijartina nêçîrê, dem û dewsa êrişê dişibihe dagirkirina welatekî. Ji ber ku baz bi xwe dewletek e, hêza wî ya esmanî bêhevta ye û teknolojiya ku bi kar tîne gelekî pêşketî ye. Wekî ku Îsrayîlê pêşiyê serbazên misrî dane serxweşkirin û hêza wê ya hewayî bi carekê ve rûxand, şert û mercên xwe pê dane pejirandin. Baz jî sehmeke nedîtî li ser nêçîrê ferz dike û li gorî mercên xwe dîplomasiyê pê re dike. Divê baz xûjbûna xwe ya ji esmanê heftan vê enerjiya xwe badilhewa bi kar neyîne, destevala û birçî venegere ku careke din bikaribe êrişekê bike. Çawa ku amadekirina birc, kelehên seyar û amrazên cengî yên curecureyî sê mehan dikşîne, herwisa payîna bazekî jî wisa dirêj dikşîne. Çawa ku tijîkirina berê sûr û bedenên bajarekî parastî bi xwelî û keresteyan sê mehên din jî bikêşe, eynî bi wê hedûr û baldariyê amadehiyan dike.”

Gernas Bazîdî bêhnek stand û yek berda, devê şûşeyeke avê vekir, çend qurt lê xistin û dîsa devgirtî danî ser tabûreyê; mişkoka kombersê danî kêlekê û êdî bi bişkokên hevraz-berjêrkirinê, paş-pêşvebirinê wêne rêz kirin û wiha berdewamî da axaftina xwe, “Ji aliyê xebata cidî de her kes moriyan wekî mînak nîşan dide. Rast e, morî wekî japoniyan jîr in, an jî japonî mîna moriyan dixebitin; lêbelê di tevgera her duyan de jî bêsebrî û bêaramiyek heye. Lewre serfermandarê ku nikare bêaramiya xwe aşt bike, dê leşkerên xwe wekî komeke moriyan raweşîne nava cengê û encama vê êrîşê jî qirbûna ji sê paran pareke leşkeran e. Ev lezgîniya dînane ji bilî sizadanên giran û gemaroyên nemirovî tiştekî bi xwe re nayne. Vê bêsebrî û bêaramiya japonan ew ajotine êrişeke hewayî ya li Pearl Harboura amerîkî; lê hovîtî, cidiyet û jîrahiya amerîkiyan sosreteke wisa anî serê wan ku hê hê jî japonî faîza deynên wê êrişa xwe didin. Jiyana ajalên çolê, jiyaneke bêmerhemet û bêpiyarî ye; hov e, şerekî rastîn e. Baz şervan in, nêçîrvan in û di karê wan de çewtî nayê qebûlkirin. Dema ku ji jor de bi sernişîvî tê xwarê dibe ku roviyekî birçî bifikire ku Xwedê lê hatiye rehmê û mirîşkên hazir jê re dişîne; lê ne wisa ye. Hişmendî û biryarên bazekî ji qanûn û burokrasiya meclisekê cidîtir in; ji ber ku tekolojiya wî ya pêşketî hemû gendeliyan tesbît dike; laqirdî û pertaf, rişwet û kurtêlxurî bi tu awayî di welatê bazekî de nayên pejirandin; ji ber ku hebûna van nexweşiyên siyasî û rêvebiriyê ji bo bazekî xwekuştin e, harakîro ye. Dibe ku hinek bibêjin bê “ka harakîro çi ye û gelo argoyeke kurdî ye yan na?”. Nexêr, navê cureyekî xwekuştina japoniyan e.”

Dema ku Gernas Bazîdî ev beşa slaydê qedand hilma xwe xurt berda, soromoro bû û ji nêrînên hîndekar û xwendekaran têgihişt ku gelekî ji mijarê dûr ketiye. Lê çend xwendekarên heval bi sloganên wekî “helal be ji te re!”, “çi xweş şîrove ye”, “destxweş” û “sihetxweş” rewş kontrol kiribûn. Herwiha diyar bû ku hevoka wî ya “dema ku baz ji jor de bi sernişîvî tê xwarê dibe ku roviyekî birçî bifikire ku Xwedê lê hatiye rehmê û mirîşkên hazir jê re dişîne” kêfa hemûyan aniye; lewre beşera wan xweş bûye û beşeve hatine. Hinekî bi vê kenê morala xwe teze kir; hinekî jî bi pesna ji aliyê hevalan ve çêkirî piçek giyan pê de hat û mijara xwe wiha kudand, “Baz pêşengekî jêhatî ye, leşkerên dijminî bêyî şerkirinê sernişîv dike; bajarên wî bêyî danîna gemaroyê bi dest dixîne û pergala desthilatdariya wî bêyî raperînên meydanî yên dûvedirêj rûdixîne. Baz qure ye, ji bo berjewendiyên biçûk ewqas mesafeyî nade ber xwe û nayê xwarê. Mîna qijikan li pey kêzik, mêş, moz, morî, beq û mişkekî nakeve; ew çav berdide kerguhekê, roviyekî, çeqelekî, têjikeke gur û hirçan. Carinan çav berdide karxezalekê, pitikeke dergûşê, zarokekî çar-pênc salî; carinan piştî lêgerîneke dûr û dirêj ji bilî nêçîreke laşbiçûk tiştekî nabîne û tenezulî pariyekî jî dike ku ev ne eyba wî bi xwe ye, eyba xelayê ye, tunebûnê ye. Lewre gava koçber malên xwe barî zozanekê dikin û dergûşekê didine ser pişta hespê, îlam pîneyekî di rengê zîn û hespê de diavêjine ser dergûşê.”

Li vê derê divê Gernas Bazîdî êdî navek li stratejiya nêçîrvaniyê ya bazan bikira. Ji ber ku êdî slayda pêşîn diqediya û hejmara wêneyan kêm dibû û divê zor bida peyivîn û şîroveyê, “Gava baz bi saxî û silametî ji nêçîrê vedigere, nêçîra xwe derdixe lûtkeyekê û dadipele ber xwarinê, a wê hingê nîqaşeke germ di hundirê nêçîrê de dest pê dike, ew teze planeke revê datîne û manevrayên hîç û pûç nîşan dide, bi rastî ew sekerata xwe nêzîktir dike, hêza xwe ya heyî jî îsraf dike. Îcar kengê baz pêşengê jêhatî ye? Helbet gava ku demeke munasib nêçîrê dişopîne, dem û dewsa qurbaniyê baş tesbît dike, bêyî windakirina dengeya xwe xûjî ser objeyê dibe, wê xirp digire, bi teleferîkekê radike esmanan, di vê êrişê de ziyan û zedeyê li pergala xwe naxîne, ango bêyî windakirina leşkerekî û xwînbûna bêfila karmendekî xwe serkeftinê dike para xwe, bi rêbaza “êrîşbirina digel stratejiyê” tevdigere…”

Êdî dem hatibû ku Gernas Bazîdî slaydê biguherîne û wêneyên nû pêşkêş bike; herwiha mijara vê slaydê bi ya çûyî ve girêde, “Gelî beşdaran divê vê yekê jî bibêjim ku di nêçîrvaniya bazan de rêbaza serdest ev e: Gava rêjeya hêza wan deh qatî hêza nêçîrê be, êriş nakinê bi qîqeqîq û perwaza xwe gemaroyê daydine ser; li benda şaşiyeke wê û keyseke dîlgirtinê dimînin. Gava pênc qatî wê be, demildest êrişê dibine ser. Gava hêza wan negihêjê dikarin qijikekê jî teqlîd bikin; wekî mînak li ser hêtên paşîn ên fîl û kerkedanekê datînin, saxî saxî zikê xwe jê têr dikin. Heta ku ew nêçîr di bin dareke nizm re derbas nebe û baz bi darê ve nealiqe, yan jî nekeve nava aveke kûr nikare xwe jê rizgar bike; lê di vê rewşê de tehlûkeyeke din jî heye: dibe ku nêçîr bi xwe bi daran ve bialiqe û bibe rûnê helandî ji bo bazî, yan jî di nava avê de laşê xwe xelas bike û ser-çavên xwe bibexşîne nikulên bazî. Di vê êrişa ku ne bi qaydê bazan e de, baz hêza xwe li ser du paran leva dike; bi perwazeke qijikane dadikeve xwarê û nîvê enerjiya xwe bi kar tîne; car heye ev derfeta bidestxistî nêçîra hera baş e. Gava rêjeya hêza bazî hevtayî ya nêçîrê be, wê hingê dikare şer jî bike. Lê gava ji nêçîrê lawaztir be, rasterast berê xwe nadê. Me got ku baz biaqil e û bi awayekî leşkerî li nêçîra xwe dinihêre. Ji ber ku nêçîr gotî, dijmin gotî. Lewre dikare bi awayekî leşkerî wiha jî bifikire: “Heke hêzên me ji her aliyî ve ne hevtayî hêzên dijminî bin, wê hingê divê em ji çapa dijminî derkevin û birevin. Ji ber ku hêzeke biçûk dikare bi serhişkî têkeve şerekî, lêbelê di dawiyê de ji aliyê hêza mezin ve tê pirçiqandin.”

Îcar diviyabû Gernasî qala anatomiya bazan jî bikira; lê divê şîroveya wî ji agehiyên jînnasiyê zêdetir bişibihiya şêweyê wêjeyî; divê wate bida endaman û çarçoveyeke berbiçav jê re derxista. Jixwe ev agehiyên zanistî ji hevalên xwe yên Beşa Jînnasiyê bi dest xistibûn; lê raveya wî divê cuda bûya, “Serê bazekî navenda biryargeha laşê wî ye; bi gotineke din Koşka Spî, FBA, CIA û Pentagon, hemû wezaret û rêvebiriyên kar û barên parastin û êrişkirinê di vê qadê û di vê navendê de hatine çikilandin. Ji bo bazekî çav kamerayên Mobeseyê ne û mêjî jûra kozmîk e; nikul û pencik jî hêza sepandinê ne. Lê di vir de diyar e ku hêza sepandinê ji du astan pêk tê; nikul nêzikî sêrî ye ku operasyonê ji jorê ve dişopîne, ew civat û komîteya serbazan e, di nava xwe de ji du beşan pêk tê; lê pêwist bike bi xwe jî noqî nava kar dibin. Heçî ku pencik in, ew jî berbaz, serleşker û leşker in. Wisan e em dikarin serê bazekî wekî sererkaniya giştî ya dewleta bazekî bihesibînin. Gava sererkaniya bazî ji her aliyî ve berk û parastî bibe, dewleta wî jî xurt û karîger dibe. Qelîşteke biçûk, agehiyeke şaş û nekemilî, biryareke beravêtî û pêşwext vê sererkaniyê lawaz dike, nav-nûçikan bi ser dixe û dike qeşmerokê çeqel-çûqelan; li pey re dewleta wî -ya ku laşê wî ye- tûşî gelek aloziyên navxweyî tê; ji ber ku wize, ango enerjiya xwe ji bo netutiştekî xebitandiye û dagirtina dewsa wê êdî dijwar e.”

Ji ber ku mijar bi lîteratûra leşkerî şîrove dikir divê Gernasî mijara “nêçîra şaş” û “êrişa badilhewa” baş bida serwextkirin. Gernasî xeberdana xwe wiha domand, “Çawa ku desthilatdarek ji ber sê egeran artêşa xwe kaşî nava bobelatekê dike û bi vê tevgerê artêşa xwe qels dibe: rakirina fermanên êrişê, belavkirina pêwistiya vekişînê, nezanîna rewşa artêşê. Baz jî ji ber sê sedeman hêza xwe badilhewa bi kar tîne û qels dibe: Heke biryar dabe ku êrişî nêçîrê bike, lê agehiyên ji kamera û jûra kozmîk hatî şêlî bin; an jî biryar dabe ku dev ji nêçîrê berde, lê tecrubeyên wî yên kevn nîşan bidin ku tevgera nêçîrê asayî ye û tam jî malê xwarinê ye; an jî di serkeftina xwe de têkeve şikê û nizanibe bê ka çi bîne serê nêçîrê. Baz li gorî fermanên serê xwe endamên xwe yên nêçîrvan bi kar tîne. Hevahengiyek di navbera serî, penc û baskan de heye; lê gava hevahengî tunebe wisan e artêşê derveyî qanûnên dewletê derdixe operasyonê; an jî wekî Enwer û Palat Paşa artêşê dişîne şerekî, bêyî ku bizanibe bê ka artêş di çi rewşê de ye. Çawa ku ev tevger di hişên leşkeran de bêaramiyê pêk tîne; herwisa di liv û tevgera nikul û pencikan de jî bêteşeyî dest pê dike; biryarên ji seriyî hatî tên rexnekirin.”

Li vê derê Gernas Bazîdî zivirî ser beşdaran, xwest ku çend rexneyên xwe yên rapêşîne; bûyerên dîrokê û lehengên heyamekê di nava şîroveya xwe binirxîne, “Guhdarên hêja, şandina serbazên artêşê bi awayekî keteber, bêyî ku bizanibe bê ka di kîjan rewşê de ye û li gorî kîjan rêbaza leşkerî tê hereketkirin, baweriya leşkeran a bi desthilatdariyê lawaz dike. Dema ku artêş nearam û bêbawerî be, wê hingê teqez mîr-axayên kevneparêz, cehş-sîxurên hundirîn dê helwestên neyînî nîşan bidin. Ev rewşa han dê bi asanî aloziyan têxe nava artêşê û serkeftinê bi ro de bibe. Nizanim Harpagus tê bîra we? Ev fermandar ji aliyê Serokê Giştî yê dewleta xwe ve bi awayekî hovane hatibû sizakirin. We giştan bihîstiye bê ka çi hatiye serê dewleta wî. Ji ber ku fermana serokî bi cih nayîne, serok kurê Harpagus dikuje, dike kebab û dide ber wî. Bi merasîmekê goştê kurê wî pê dide xwarin; lê… Harpagus pê dihese ku daye dû bîna kebabê û rastî daxkirina keran hatiye…”

Gernasî hewl da ku axaftina xwe bidomîne, lê hevalekî wî yê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rexneyên civakî dinivîse gotina wî wiha birî û wiha got, “Hevalê Gernas dibêjin Harpagus kurd bûye û semantîka navê wî jî Xer Bego ango “cehşo” ye. Gelo têkiliyeke giyanî di navbera wî û cehşên hevdem de…”

Gernasî nehişt ku gotina xwe temam bike, ji ber ku wî hevalî bêdestûr ramana xwe pêşkêş kiribû û sizaya tevgera wî jî destgîrkirina mafê axaftinê bû, wekî ku wekî dizekî ketibû malê divê miameleya dizan bidîta. Lê diz rastî xwediyê axaftinê hatibû û dixwest ku bibêje “mal avayo va ye ez im, hevalê te me, tu çima gotina min dibirî, ez dixwazim peroşiyekê bidim axaftinê”. Gernas jî dixwest ku bibêje “diz hene ku ji dizan didizin, erd û esmanan dilerizînin”. Nihêrî ku êdî heval canbêzarî bûne û dixwazin bi laqirdî û qerfan ji mijara nêçîrvaniyê, baz û têkiliya tevgera wî ya leşkerî dûr bikevin.  Lewre dixwest ku babeta xwe bi ser hev de bîne û tevgera ibretî ya bazan biqedîne; lêbelê divê hinek şîretên xwe jî pêşkêş bikirana, “Hîndekarên hêja û gelî guhdaran! Mebest ji vê babetê helbet ne baz e. Ji xwe hûn bajarvan in, dibe ku hûn ê di jiyana xwe de tu carî bazekî zindî bi çavên serê xwe nebînin; lê piraniya we dê rojekê perwerdehiya leşkerî bibîne, wihareng e rojekê pêwist bike ku hûn van agehiyên min bînin bîra xwe, di wê dem û dewsa teng de bi kar bînin. Divê em bizanibin ku serkeftin li ser pênc xîman ava dibe: Kesê ku dizane kengê şer bike û kengê jî ji şerî vekişe, dê bi ser bikeve. Kesê ku dizane him hêzên giran him jî hêzên sivik çawa bi kar bîne, dê bi ser bikeve. Kesê ku hemû endamên artêşa wî bi heman giyanî tev digerin, dê bi ser bikeve. Kesê ku hêzên xwe amade dike û firsenda pêşamadehiyên cengê nade dijminî, dê bi ser bikeve. Kesê ku him ji aliyê leşkerî ve him jî ji aliyê desthilatdariyê ve hêzdar e, dê bi ser bikeve.

Lewre mirov dikare wiha bibêje: Gava tu him dijminî him jî xwe nas bikî, êdî tu dê ji encama sed cengî jî netirsî. Gava tu xwe nas bikî lêbelê dijminî nas nekî, wê hingê tu dê çend serkeftinan bi dest bixînî; lêbelê tu dê ewqasî tûşî sernişiviyan jî werî. Gava tu ne dijminî ne jî xwe nas bikî, wê hingê tu dê xwe li ber tu cengê ranegirî. Sipasî ji bo hîndekarên min ku e derfeta axaftinê dane min; herwiha sipasî ji bo hevalan ku ev axaftina min a dirêj bi hewes û baldarî tehemul kir.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev