Siltan Silhedîn -3

Siltan Silhedîn -3

Yekta Uzunoglu, nivîskar

 

Siltanê Kurd Silhedîn di 1138’an de li Tîgrîdê tê dinyayê û di 4’ê adara 1193’an de li Şamê diçe ser dilovaniya xwe.

Pêkan e ku bi teknolojiya îro meriv bigihe gelek agahiyên derbarê jiyana Silhedîn de. Lê tişta ku Silhedîn dike 1 ji 100 kesên nayê ji bîr kirin ê dinyayê ne serweriya wî ya li Sûriye, Libnan, Ûrdin, Misr û Lîbyayê ye.

Tişta ku Silhedîn dike nemir e, ronahiya ku wî li dinyayê belav kiriye. Wî di pêvajoya sazîbûna olên yekyazdanî û piştî sazîbûnê de felsefeya feraseta mûtlaqîxwaz hilweşand û pê re riya zanist, ilm, felsefe û hunera ku aliyê manewî yê mirov pêş dixe, vekir.

********

Rojekê ji Silhedîn re 20 kesên ku ji bo wan fermana darvekirinê hatî derxistin, tînin û sûcên wan tên diyarkirin. Dor tê kesê 18’mîn. Silhedîn ji textê xwe yê dilnizm radibe û dibêje: Ev kî ye?

Dibêjin “Ev kes Natanê ku Cihû jê re dibêjin ewliya ye. Naxwaze deynan bide”, “Ferman e, demildest wî berdin!” dibêje Silhedîn û gazî li wî dike. Ev kesê ku bi tirs ber bi Silhedîn tê xwe tevlî Silhedîn dike û Silhedîn dibêje, “Tu çiqas dişibî birayê min ê rehmetî. Tu bi rast Cihû yî? Nebe ku tu Kurd bî?” Natan dibêje, “Ez Cihû me û tekane sûcê min ew e ku ez naxwazim bi faîzê deynan bidim. Ev ne sedema mirinê ye. Dadgerên ku min sûcdar dikin bi gotinên min bawer nakin. Ji ber vê yekê ew ne adil in.”

Piştî vê hevnasîna ecêb Natan di tevahiya temenê xwe de dibe dostê herî nêz ê Silhedîn. Dibe hemraz û rêhevalê Silhedîn. Carinan jî di bin hiqûqa dostaniyê de bi çiwalan zêran dide Silhedîn.

Natan evîndarê kesayeta Silhedîn e. Kesayeta ku wî ji bo xwe xeyal dikir û di Silhedîn de didît wî.

Natan ne tenê bazirganek e. Ew bi dîrokê re mijûl dibe. Piraniya serweta xwe li bermayîyên dîrokî xerc dike û li ser wan dixebite û demên xwe yên mayî jî bi felsefeyê dibihûrîne. Ew zanayekî bi vî awayî ye. Ew pereyan ji bo ku di riya zanistê de astengiyên heyî ji holê rabike, qezenc dike.

Ew heyranî kesayeta Silhedîn a ku tac û text û zengîniyê nake xem dibe û dixwaze wê kesayetê nas bike û her tim nêzikî wê be.

Dostaniya di navbera Silhedîn û Natan de, navbera Natan û malbata Silhedîn û di navbera Natan û Kurdan de vediguhere merivatiyê.

Esîlzadeyê Alman von Fîlnek bi jineke ku ji secereya Silhedîn tê re dizewice û ji wê zarokên wê çêdibin. Li gorî rîwayetan, piştî ku ew bi artêşa Silhedîn re dikeve şer, tê kuştin û jina wî jî wenda dibe. Keça wî Blanda von Fîlnek jî sêwî dimîne.

Ji ber ku ev keça sêwî ji secereya wan e birayê Silhedîn ê bi navê Asad wê xwedî dike û bi Kurdî navê wê dike Reşê. Lê ji Asad be ku ji ber ku ew tim li qadên şer e nikare bi keçikê re eleqedar bibe.

Ti zarokên Natan jî nîn in. Bi destûra Asad ew li Blandayê yanî li Reşê bavitiyê dike. Reşê êdî her tişta Natan e. Natan ji bo Reşê pîrikeke fêrkerekî Kurd jî peyda dike. Jina pîrik-fêrker jî ji eşîra Silhedîn e û navê wê Dayê ye.

Di Kurdî de reha peyva dayikê “Da” an jî “Dê” ye.

“Dayê” awayê vokativ an jî baneşanî ye. Lê ji ber ku dîroknasên wê heyamê bi Kurdî nedizanîn peyva “Dayê” wek nav qebûl dikin û bi vî awayî li dîrokê dinivîsînin.

Xwîşka Silhedîn a bi navê Sîtah a ku meseleya darayî jî di nav de, di gelek waran de alîkariya Silhedîn dike, di warê perwerdekirina Reşê jî alîkariya Natan dike. Êdî ew malbateke rasteqîne ne.

Ji ber ku Natan rewşenbîrê herî navdar ê wê heyamê ye navê wî weke “Natanê Zana” tê zanîn (bi Almanî Nathan der Weise ).

Natan di wê heyamê de navdartirîn zanyar, şareze, rewşenbîr û qencê Rojhilata Navîn e. Digel ku bavê Reşê miribû û Almanekî Îsewî bû wî ji Reşê re da ku Reşê Îsewitiyê jî nas bike pîrikên Îsewî jî girtibûn.

Di wêneyan de: Silhedîn bi Natan re û Reşê digel bavikê xwe Natan re  

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev